Çîroka “Tu Hemza yî”

…pîra rehmetî digo jî me guh nedidayî, wê jî ne bi çavê serê xwe dîtiye, ne nasdikir, rokê pev re ranebûne û rûneniştine, hema digo ‘bi gotina gotinciya be’ ewk nedikir, dîsa jî wisa… bi dil û can pê bigirta, dayê jî ewqas bi devê xwe nedigerand
pîrê ma em ê bi devê xelkê nên bixwin?
De qenê nego… wê ji ku zanibûya rebena xwedê, wê kefa destê xwe bêhn kira çi kira, çar, şeş, heşt, deh, ji van kasikê şorbê dudu xuya nakin, du taxim timam bûn, mift û belaş, belkî ketibin paş der merina, nexwe hay jê nîn e cazûyê, heke na niha ji kêngî ve serê me kiribûya devê xwe, ku destê min vala bû ez ê lê bigerim, hê ku pê nehesiye cazû, cazû ye lê çi ye, de bila ew jî weke xwesûya bûya û me jî navê wê xweşik hilda, ne tenê ji rindiyê re, ji xirabiyê re jî bila weke xwesûyê xelkê bûya dîsa… me dizanî bûk û xwesû li hev nakin lê şeytaneke mîna vê jî hê nehatiye ser rûyê dinê, ew ne sûcê wê ye ku, sûcê serjinikê me ye, rokê bigota ‘cazûyê te xêr e, derdê çi ye’ li min wiha dikir?.. êvar ku hat careke din jê re bêjim lê, na, na… ne êvar, bi şev, nav cihiyan de, berî ku were ez ê serê xwe jî bişom, tu bise dêlikê, tu bise, ez zanim vê carê çawa wî nerm bikim, tişt nabe ku, ma wê tiştek ji min kêm bibe, vê carê dilê xwe pê raneke ha, wekî ku tu tiliyeke wî bimijî ma, ferq çi ye, tu yê bibînî cazûyê, tu yê bibînî, heke min nekir mar û bera te cazûyê neda, ez ê bêjim hal û mesela min û vê dêlikê ev in, heke dîsa go ‘diya min e, ez bikûjim?’ û wiha bûye û wiha çûye, ez nikarim bêjim eva tu, eva diya te nexwe, û lêxim herim, bes e, neçim çi bikim, ez ê jî bêjim… kuliya zimanê min nexwariye, ez ê bêjim ‘ka rokê min gazina xwezûrê xwe kiriye’ qurban xwezûr be, nagêhîje axa ku xwezûr pê lê dike jî, û ez ê bêjim ewk jî, ‘erê diya te ye lê ez?.. nexwe ez neyara te me?..’ lê wekî cara dî dîsa serê xwe wiha bike û bêje ‘çi dike ku?..’ jixwe bila serê xwe wiha neke û nebêje ‘çi dike ku’ bila min bikûje, şeytanok jî ne hindik hoste ye ha, çawa ji heq tê ku rê li tişta bike, a niha radibe heft mêra şerjê dike, xwe jê dişo û dide aliyekî, wisa hoste, wisa pêzan, pêzan û heyfa xwe jî bi dostanî ji meriv hiltîne dêlika dêlik
deng, veciniqîn, deng, ji oda din, dengê wê,
– Firaxa dişom, firaxa…
Dilîzim cazûyê dilîzim, qey nizane ku çi dikim, ha ji te re ha, ser meselê vêga, here ba wê ku ez ji xwe re li vir rûniştime, ne ku nizane firaxa dişom, ma qey reqreqa firaxa û çireçira avê nake, ji bitirî, serê çend deqa carekê nebêje ‘tu çi dikî’ wê biteqe, ne qayil e, ne qayil, ne qayil e ku ez li ber çava winda bibim, derdê dêlikê bes ev e, ba cazûyê ku min xanî bi şîr û şekir tijî kiriye û bêyî wê têm dixwim, lê ku tu jê bipirsî, lê ku tu devê cazûyê vekî.
Wîîîî… keçê vî zemanî xêr jî li xelkê nayên, mi go tu li wê sermê çi dikî, were ji xwe re ber sobê rûne
derdê şeytanê ez im û li ber serma min ke ve, tew dilo tew!.. xema dêlikê ne qefilîna min e ku, ma qey… derdê wê ku, ez zanim çend mû bi qû…
Ka ew sîniya ku dayê avêtibû ser cihêz?.. wîî mast tê de bû neee!.. ewk, ser mesela rêlêkirinê ha, heke dîsa nebêje ‘çi dike ku?’ û ranebe cazûyê jî nepirse, qiyma xwe bi mi nayîne ku, ez li ber çavan reş û hêşin bibim dîsa bawer nake, cazûyê jî dîsa xwe vir de ba de wê de ba de, rê lê bike, ma tiştê ku tu cara nekiriye?.. dîsa ya nerind, ya tevdaniyê dike wê ez bim, şeytan dibê dev jê berde û here, bila herin çi xweliyê li serê xwe dikin bila bikin, ne ji zaroka bûya, min ji wî û cazûyê re dizanî lê, zaroka dest û pêyê mi girênedana, nadin nadin, zarokên min bidana, bidin jî bi sê kulfet, dayê guh nadî
were keçam, ma tu kes ji nêza miriye?
Dîsa jî, ji ku zanim, wê pê ber xwe keve, wisa ji nişka ve jî, wê yekser ewk bibe, çend sal in ba dayê ku em wek ‘Elîko û Fatikê’ li hev dikin û em bêyî hev ava sar jî venaxwin, xwedêêê, ro çiqas dirêj bûne, ji şîva re jî nema ha, hê zû ye lê heq… tirşika ji nîvro mayî, sawarek û jixwe dew jî heye, û tirşî, bes e, ji cazûyê re ev jî pir e, jixwe devê cazûyê jî yê dew û sawarê ye, qet nebe carekê min ji dayê re qala kirên cazûyê bikira, wê hay jê habûya, de qenê siberokê ez çûm wê ewqas pê çetin nehata, ma cazûyê hişt, dîsa şeytaniyê dinê kir, hezar derew jî da ser û hemû xist stûyê min neçarê, bêtar bi serê te şeytanê de werin, te dî ez hê bûka çend roja bûm ku, yadêêê mêvan çiqas zehf dihatin, yek radibû, yek rûdinişt, heta nîvê şevê, ka ez serê kîjan şefaqê berî wan ji xew ranebûm, rabûm çi bû, ne ku pê zanîn, ne ku ber tiştekî girt, li ku rûnişt avêt min, li ku her…

Ji bêxewiyê jî êdî serê mi dike ku biteqe, piştî taştê em bi cazûyê ve tenê diman, min digo ez ê nîvsaetekê kurmê xewê li xwe bişkênim, de qenê piçkekî serê mi sivik bibe ku karibim firax û folê xwe û kar û berê malê yê mayî bikim lê te dî dêlika dêlik li min çi dikir, tu şeytaniyê ku nedikir nedima, bes seba ku ez ranekevim, bavooo, bê ka tê çawa bimirî cazûyê, tê çawa bimirî, ji xwe pê derxistibû ku ez ê kirên wê teva ji rehmetiya pîrê re bêjim, pîrê ew ê ji kûçika reziltir bikira, lowma wexta ku ez herim zeyiyê berî me teva hat di pêşiya texsiyê de xwe pehn kir, bi xwedê jinikê jêhatî bû, te dî çawa bi hosteyî rûreşiya xwe veşart û çawa bi dostanî heyfa xwe ji min hilanî, heta dayê jî bawerî pê anîbû, kînor bi wê devê te yî bişanik de were, cazûya cazû, dêlegur, şeytan, pîrebookk, dev, devê bêdiran î dorqerçimî, vedibe û tê girtin, nermik nermik, lêv, du lêv, hêdî hêdî, şanik, mîna nîska, li ser ya jor, galegal, xunava nîsanê ya esirkî, hûrik hûrik, xwêdan, rû, bêhn, ken

Ji xewê ve li bavê çûye, giran? top biteqe nabihîse top, îca çend rojên pêşî xwe hînî xewa biro kiribû, dixwar û li ser radiket, dixwar û li ser radiket, min kir ku çend cara jê re bêjim li ser xwarinê raketin ne baş e jî… wê xwe pê bêşanda, min go de tişt nabe, bila çend deqa rakeve, ez ê paşê banê kim, çi deqe çi saet… te digo qey xewa mirinê ye, keçê rabe, xwehê rabe, belkî mi deh denga banê dikir, qet ne xema wê bû, heta ku mi ji xew radikir bê seriyê reşo te çi didî, roja dî ez çûm ku dîsa raketiye, ez nêzîkî bûm…
Çavên xwe yên beloq mîna diza vedikirin û li ser mêvanên ku hatîbûn xêrhatinê digerand, di ber xwe de jî digo ‘ewr e an sayî ye’ cazûya cazû, yanê bê ka merivine Eşa heştî salî ku xwe bi gotinên wê bêşînin hene an na, tû li teee, te dî çawa ji kêfa çav li serî biriqîn û go ‘sayî ye sayî’ gava ku dît tu kes ji mala Eşa Memê Baholî nehatiye şevbihûrkê.
Ez nêzîkî bûm û mi ji nişka ve go ‘keçê rabe dibên Eş reviye îşev’ wexta ku min go Eş û rev… mi nedî çawa mîna kûçikê ku pê li bizotê dike hilfirikî ser xwe.

 
Şeytaneke wiha bû ev dêlik ha, wiha dizanî heyfa xwe bi dostanî ji meriv hilîne, kûçik bavê te yî kulek î… kûçikbav ne tu bî, dayê, ewqa nas û dost, ji min re dibêje kûçik, dost he ye, dijmin he… dost!.. tu li ku yî dostî li ku ye, neçarê!.. heke dost bûna, heke wisa merivine pak bûna, şûna ku ewqas bikin tîqetîq û bikenin, wê bigotana ‘dêlîka bêxwedî, xwedêgiravî bûka te ye, kûçik çi ye?..’ kenê wan cazû çiqas li gotinê sor dikir, digo ‘îca…’ û disekinî, dengê tîqetîqê xilas bibe wê hê bêtir bida nav lê ken xilas nedibû ku, êdî kenê xwe yî nîvcomayî di devê xwe de, ji gotina bê re digêhand hev, lêvên xwe yên jêrîn hişka gez dikirin ku kenê xwe zeft bikin.
Îca… çend roja min bi vî hawî ji xew rakir xanima xwe, heta serê du-sê roja jî li mala me qantir dizan, an min yek dikûşt an jî çila germa havînê ez diçûm ber pencerê û min digo ‘kevir li me kevin, berf dibare’ axir tiştekî nebûyî, tiştekî nelirê ku pê bûka xwe ya xewar ji xew rakim, heta çend roja jî min bi van derew merewa kêf kir lê ji min re nema kêfa mi, êdî dizanî ku bes ji bo wê ji xew rakim ez wisa dibêjim, lowma hêrs dibû gava min banê dikir, îca min çi kir? ez bi devekî din çûmê, rokê dîsa ro li ber ava ye, lawik dike ji şixûl were, mêvan bi ser me de hatine, xatûna me ji nîvro ve hê di xew de ye, têra xwe destgiran e jî… ez şaş bûm çi bikim û bi ku de herim, min lê nêrî wê ranebe, ez dîsa çûm ser cihî
dengê cazûyê ku ji ber kenê xwe yî nedikarî zeft bike ziravik mîna dêlîka ku kevir li binê guh dikeve derdiket;
Mi go ‘xalo, ho xalo, diya mi go ka nîvkîlo ji bêvila xwe…’
kenê dayê jî hêngî tevlî kenê civatê bû, nizam bawerî pê anî lowma?.. an hema wisa bû kenê dayê?.. zikê hinan dikir ku biqelişe, hêsir ji çavên teva hat, cazû çiqas pê ser xwe ve diçû, “çi bikim ranedibû” na na, ji min re ya bi xêr ew e ku ez dev ji her tiştî berdim û herim, li ber xwe keve nekeve, wekî din rê nîn e, bêçare me, hew karim jê re heft û heştê kevim, dînêêê!.. ez çima diçim?.. dînika gunda!.. zarok zarokê min, mêrik mêrikê min û mal mala min, ew kî ye?.. ew li ber çi ye?.. bila ew here, nemir ku em jê xilas bibin, heta ku miriye jî em ê wiha li ber pozê hev bin, yê xelkê dimirin ev namire jî, namire ku, ez ê destê xwe heta enîşka hine kim lê… cazû dimirin tu caran, mirin, jê filitîn, şîva bêşer, êvara bê xirecir, serşûştina bê teşqele, ewk, di xewê de, kêra kalana, bide ser dil, tê rake, tê de ba de û derxe, tê rake û derxe, dîsa, û xilas, xwîn, eskerî, wekî din, rêyeke din, fetisandin, bi balifê, wê bêjin;
‘xwedê rehma xwe lê ke’ wê bêjin ‘têra xwe kir û têra xwe xwar…’

Nizanin, na na, derman, yê mişka, wê bizanin, ‘bi xwe xwariye’ ez ê bêjim, ‘xwe kûştiye’ wê bêjin, û xilas, xilasî, qerisîn, serê tiliya, ode, sobeya dadayî, germik, cazû, dev jê berde, herim oda din, rûyê wê nebînim çêtir e, bêdengî, tarî, germiya binê betaniyê, oxxx, xilmaşî, xew, raketin, ji bîr kirin, hemû, kerrî, korî, lalî, nebihîstin, nedîtin, filitîn, mirin, mîna ku…
tep, tep, tep, deng, teptepa yekê, belkî jî mêr… ji ku tê?.. li derve?.. cazû, cazû ye lê wê kî be wekî din
– Keçê rabe xwedê zane Hemz…
– Raneketime lêêê… tu jî bes bêje…
Deng, diçe, deriyê derve, yê hewşê jî pey re, çû, bêdengî, tarî, germik, xweş, deng, dîsa, zêdetir, nêziktir dibe, pev diçin?.. şer, kî ne gelo?.. pencere, ber pencera din, derve, şênî, jin in, mêr in, zarok, kal, pîr, darbest, li ser mila, qêrîn, hêrs, sond, girî, tilîlî, resim, hê ciwan e jî, rûesmer, dibişire yê di resim de, na, dikene, hema hema, rûken e, nas e wekî ku, ew… ew e?.. şewat, şewata wê carê, şewata nava çava, cîniglêxistin û ew serêş dîsa, ‘Hemza’ di tehma xewna xeweke şêrîn de…
Deh sal berî niha, pazdeh saliya jineke xwediyê du zika, ro li ber ava, berêvar, wekî niha, berêvar mizgînxêrka te bûn, berêvar e û tu teyî, te tînin, li ser desta, dest, darbest, hatina te bi destê bû hêngî, li berêvara, gava ku ro diçû ava, navê te Hemza bû lowma?…
heta ku ro nediçû ava tu dernediketî, min çay dida ser, bi destên xwe, me mîna navê xwe dizanî ku tu yê werî, qedeh û kevçiyên ji bêtara derve bêhay bi kêfxweşî dikirin cingînî, tim çav li riya te bû mîsînê dilkeçik ê li devê deriyê hewşê, navê te Hemza bû û heta ku çay biximxime tu dihatî, te dest û rûyê xwe yî bitenî bi ava mîsînê fediyok dişûşt, li derîxistina te jî ne wekî edetê bû, teq-teq-teq-teqe-teq-teq… navê te bi te re bû, tu, Hemza…
Siya te li ser tepsika çayê, tepsîka bafûnî ya li erdê, heneka te ya her car ‘Hemzayê bafûnî’ çav, reş, tijî dibûn gava ku tu dikeniyî, hê jî dikenî, a niha jî, pêşiya sobê bes ji te re vedibû heta dawiyê, êzinga revîrevî xwe davêtin hemêza agirê gur, bêyî dudilî, sorbûna berûyên li ser sobeyê rêzkirî, agirê sobeyê şewqa xwe davêt ser eniya te dilkoçerê ji şeva aciz, ji qirêjî û bêdengiyê, qirêjî û bêdengiya ku bêyî destûr hatî û bi dilê xwe di sikakên me de digeriya, ku şîretên rehmetiya pîra rûzilam heta sibê bajotina, te yê heta sibê çavê xwe bera erdê dana tim û tim çaya xwe tev da lê şevê tavilê xwe ji reşikiya çavê te dida alî, navê te Hemza bû…

Me çima tiştek ji xeberdana te fêm nedikir?.. te çiqas xweş xeber dida, te behsa çi dikir ewqas ji me re?.. ma ne Hemza bû navê te?.. ma ne derengmayîn ne edeta te bû?.. ji ber ew berêvara payizî ku tu dereng mayî, ne mîsînê ku teniya destê te tê gerî ma, ne deriyê textîn ê ku te lê dixist, ne jî çaydank… ro bi ro şikestin qedeh û kevçiyên çayê, ew berêvara ku êdî tu hew hatî, bavê min î ku ji hatina te aciz dibûyî jî debar nedikir, ji ber pencerekê diçû ber ya din, şewqa zenûn û lerzok a şevên bêceryan, Hemza… tu…

 

Şêxo Fîlîk 

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply