teredîniya xwe li min girtiye
destarê hestan digerîne
bi destên ji tiliyên ziravik bûyî
mûyên derbekevnare
ji ardê minî lihevketî
bi hurbînî te dineqînîn
çîroka bingeh qedîm
ji tiliyên destargêr
bi awazeke şêrîn
bayekî birûskî dide destpêkirin
rûyê erdzemînê kirasê xwe yê nû
bi awaza dilê evîndariyên birûmet
çîroka ji berê ve ciwaniya xwe diparêze dipejiqîne
bi ser giyana ji pêşiyan mîratmayî de
çîroka ji serpêhatiyan tê rêstin
li jibîrkirina pêhatiyên winda
xwe dirêjî avzêma jiyanê dike
girikên ava qilêrî
bi zelaliya pekandina awirên çavên dilrêjîn
hêmaya çîroka me
ji tîpên alfabeya nûjen
ji demên westiyayî
ber herikîna zelaliya birûmet ve diajo
tiliyên ziravik ên destargêr
ji hêrîna ardê kedxwar diwestin
çîroka dawîdûr bi çirûska xarikên reş ahd dide
01-03 / Adar 2002
Salih Turan
Dayik Bê Roj in
Weşanên Noş
Hezîran 2014