Çîroka Şivan û Sê Keçên Mîr

Di demekê dirokî, li welatê Kurdan de, li Bajarê Wanê Mîrek dijîya. Sê keçên vî mîrê hebûn. Navên van keçan, wiha bûn: Havîn, Rojda û Berjîn…

Ev her sê keçên mîr, sal bi sal mezin dibin û her çi qas mezin dibin ew qas delal dibin.. Her sê jî ji hev delaltir dibin.
Lê belê çend hekîm, aşvan û rênçber hatina wan xwestin. Lê van keçan ji yek jî qayîl nebûne..

Rojekî mîr û malbata xwe derdikevin seyranê diçin kevîya behra Wanê.. Mîr û jina xwe li ber behrê dimînin, keçên wî nav daristanan gerîyan.. Di dema gerê de çavên wan şivanek ketin.. Ew şivan xortekî gelek ciwan û delal bû. Her sê keçik hema di derbekî bûne qelender..

Wexta çavên şivan jî wan ket, dilê wî germ bû. Her sê keçik jî ji hev delaltir bûn. Dilê şivan biryar neda kîjan bêhtir delal e û wê hez bike..

Lê Şivan yekî gelek hişmend bû. Wî fêhmkir ku, her sê keçan jî dil avêtinê..
Ji wan re got:

– Keremkin em hindek ji xwe re bigerin.?

Dema ku digerîyan şivan fikirî. Gelo ez ê çawa ji xwe re hilbijêrim. Gelek fikirî û hestên xwe got:

”Hımmmm.. Ez ê ji van pirsan bikim.. Ya herî zana, kîjan be, ez ê bi wê rê bizewîcim.”

Dema ku digerîyan rastê dara sêvekî hatin. Şivan sêvekî da destê xwe û pirsî.

– Vî darê pîravokek sihirkirîye. Sêv jahrkirîne. Hûn ê bizanibin kîjan sêv bê jehr e?

Berjîn got:

– Sêva mezin.

Rojda got:

– Sêva sor.

Havîn jî got:

– Sêva ku kurm têde ye..

Bersiva vê pirsê Havîn pêkanî..

Demek gerîyan û agir dadan. Li dora agir runiştîyan. Şivan pirsa xwe a duyem wiha kir:

– Tiştekî min heye dixwe dixwe lê têr naxwe?

Berjîn ne sekinî û got:

– Çêlek gîha dixwe dixwe têr naxwe..

Rojda wiha got:

– Masî dixwe dixwe têr naxwe..

Havî hawirdorê xwe mêze kir û got.

– Agir dixwe dixwe têr naxwe..

Dîsa Havîn bersiva vê pirsê pêkanî..

Dilê şivan hêdî hêdî ji Havîn re germ bû û dilê wî dikeve Havîn..

Ji xwe re got ”ez pirseke dawî lê bikim. Ku derxe jixwe ez ê pê re bizewicim..

Şivan Tavê mêze kir û pirsî:

-Gelo Gerdûne mezin e an Tav?

Berjîn got:

– Bi zanebûna min Gerdûne ji Tavê mezintir e.

Rojda jî got:

– Xwîşka min rast dibêje. Li Tavê binêre çi qas biçûk e.

Havîn wiha fikirî û got:

– Ez dibêjim Tav ji Gerdûneyê mezintir e. Em biçin ku derê Tav li wir e..

Wexta Tav ji Gerdûneyê biçûktir bû ya, jixwe dê deverek tenê Tavê bidîta..

Ev bersiva Havîn jî rast bû.

Şivan pirsa dawîya dawî wiha pirsî:

– Tu bi min re nazewicî?

Havîn got belê.

Keçika bi navê Havîn wî ji bavê xwe mîr re behskir. Bavê wê got baş e. Piştê xwestinê heft roj û heft şev daweta wan kirin. Û ew her du bi hev re zewîcîn.

Çîroka me li vir qedîya. Rehmet li dê û bavê xwende û nivîskarê çiroka bin.

Çavkanî= Çîrokên Kurdî/Kürtçe Masallar

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply