Pençşem , Gûlan 24 2018
Malper / Wêje / Çîrok / Çîroka Şêxê Sen’an

Çîroka Şêxê Sen’an

Di hundurê her kesekî de bi hezaran beraz hene. An mirov dê wan berazan bikuje, ji holê rake, an jî mirovê zunnarê ji pişta xwe girê bide, dev ji doza ku pûç û ziwa ye berde. Ger haya te ji wan berazên di hundurê te de ne tunebe tu mafdar î lê dîsa jî tu nabî mirovê ku xwediyê doza xwe.

 

Şêxê Sen’an kî ye?

Şêxê Sen’an pîrê dema xwe bû. Xwediyê payeyeke bilind bû. Bi çarsed derwêşê xwe ve pêncî sal bûn şêxîtî kiribû. Derwêşên wî jî wekî wî bûn. Sibê heya êvarê ‘îbadet dikirin. Her dem di riyazetê de bûn. Şêx hem xwedî ‘emel bû hem jî xwedî ‘ilm bû. Ji razên nepenî haydar bû. Sirrên dilê mirovan dizanî. Nêzî pêncî carî çûbû heccê. Her gav diçû ‘umre dikir. Hed û hesabê rojî û nimêjên wî tunebûn. Qet dest ji sinnetên Resûlê Xwedê bernedida. Ew mirîdên ku dihatin hizûra wî gelek diketin bin bandora wî û bêhiş û bêsewda vedigeriyan. Gelek kerametên wî hebûn. Payeya wî ya welîtiyê pirr bilind bû. Bi hilma xwe nexweş baş dikirin. Bi kurtasî; hem di demên şahiyê de hem jî di demên xemê de rêber û pêşengê gelê xwe bû. Wek alayekê bilind bibû, nav û deng dabû.

 

Xewna Şêx

Şêx çend rojan li ser hev xewnek dît. Di xewnê de, ji herêma xwe koç kiribû, çûbû welatê romiyan, bênavber secdê ji pûtekî re dibir. Dema şêx ev xewn dît, ji xwe re wiha got: “Eywax, a niha mala min xera bû. Yûsif nû kete bîrê. Rêyeke biasteng derkete pêşberî min. Gelo ez ê çawa canê xwe ji vê xetereyê xelas bikim ku bikaribim îmana xwe xelas bikim, ez ê canê xwe biterikînim. Di dinê de xêncî min tu kes tuneye ku riyeke wusa biasteng derkeve pêşberî wî.” Ger ji vê gedukê derbas biba, riya wî dê ronî biba, wê bikariba pêşiya xwe bidîta. Lê belê ku nikariba wê geduka biasteng derbasbiba dê bela bi ser de bibariyana. Riya wî dê dirêjtir bibûya. Piştî van fikirînan, ustadê xwediyê zanebûnê gazî derwêşên xwe kir û ji wan re wiha got:“ Karekî min li welatê Romiyan heye, divê em vê qasê herin da ku şîroveya vê xewnê derkeve meydanê.” Her wisa bi sedan derwêşên wî jî bi wî re ketine rê û çûne nava welatê romiyan. Ji serî heya binî li welatên romiyan geriyan. Rojek ji rojan ber bi qesreke mezin re derbas dibûn, keçikek li ber şibakeya qata duduyan rûniştîbû. Keçikeke file bû.

Bedewiya keçika Romî

Ew roja herî payebilind a di asîmanê bedewiyê de bû. Rojeke dirêj… Rojê di rûyê wê de şewq vedabû û ji ber dexesiyê zer û zepalî bûbû. Ê ku dil bida keziyên wê dîlberê, li ber delaliya wan keziyên reş dê zunnar girêda. Welhasil mirov nikaribû bi hêsanî qala xweşikbûna wê bikira. Di rûyê wê de şewqa rojê hebû. Porê xwe yê reş ji rûyê xwe yî sîqal re kiribû xêlî. Gava ku ji bin xêliyê re rûyê xwe nîşanî Şêx da, Şêx li serî heta pê kete nav agirê evînê, ji işq û bedewiyê sermest bû, hiş û sewdayê wî çû.

 

Evîna Şêx

Evîna Şêx roj bi rojê zêde dibû. Işqa keçika Romî êdî di dilê Şêx de cih nedibû, ewqas mezin bûbû. Heza keçikê dilê Şêx talan kiribû, bi keziyên reş li ser îmana Şêx de tîrên kufrê barandibû. Şêx teqweya xwe firot, rezîlî ji xwe re kirî. Derwêşên wî ji vê rewşa wî fehm kirin ku ew bûye muptelayê keçikê. Dest ji dîn û îmana xwe berdaye. Ser vê yekê xwestin ku şîretan lê bikin lê belê çi feyde… dermanê derdê wî tunebû. Ê aşiq, çawa dibe ku guh bide yekî din, ji xeynî dilê xwe?

Ew derdê ku dermanê xwe jî disoje dê çawa dermanan qebûl bike? Di wê roja dûr û dirêj de Şêx heya serê êvarê bi heyranî li paceyê nêrî. Wê şevê eşqa wî ji yekî gihişte sedî, bi tevahî di nav işqê de xwe wenda kir. Xwe jî ji bîr kir, ‘alem jî. Xwelî li ser serê xwe rokir, bi qêrîn û wizaran kire hawar û gazin. Ne xew kete çavan ne jî agirê dilê wî vemirî. Di nav agirê işqê de dişewitî. Dilê wî bûbû pêtek agir. Ew şev bû sal, sal bû sed sal… Awazên dilê wî wiha bûn : “Gelo şeveqa vê şevê tune ye? An tava rojê qediya? Ez di nav agirê evînê de disojim, dipirpitim. Êdî taqeta min nema ku ez li hember êrîşên evînê bisekinim!” Nizanibû ku ‘emr li ku ye, sebir li ku ye, hiş û aqil li ku ye, dest û pê li ku ne, dîlber li ku ye, roj û şev li ku ne.

Dostekî wî gotê: “ Ey Şêxê payebilind, rabe, xwe ji vê wesweseyê xelas bike, xwe ji van şik û gumanan bişo!” Şêx bersivand: “Min îşev bi hezaran carî di nav xwîna kezebê de xwe şûşt û xwe paqij kir, haya te pê tune ye.” Yekî din gote Şêx: “ Tobe bike!” Şêx gotê: “ Min ji namûsê, ji sikûmê tobe kir. Min ji şêxitiyê tobe kir. Mi ji tiştên nebûyî tobe kir.” Yekî dîtir: “Tizbiya te kanî? Tê bê tizbî çawa bikî?” Şêx wiha bersiv dayê: “ Ji ber ku ez bikaribim zunnarê ji pişta xwe girêbidim min tizbî ji destên xwe avêt.” Ji yê ku nimêj anî bîrê re got: “Ew dîlbera ku rûyê wê mîhrab e, li ku derê ye ? Ger ez rûyê wê nebînim çi xêra nimêja min heye?” Ji yê ku ji wî re got : “Ma tu ne poşman î?” got: “ Ez poşman im ji ber ku berî niha ez neketim nava agirê evînê, ez aşiq nebûm. Ew şeytanê ku me ji rê derdixe karekî çiqas xweşik dike, bêjê bila bêtir bike!” Bersiv da hemû kesên ku şîret lê kirin: “ Min ji zû ve ye dev ji nav û şanê berda, min ji zû ve ye şûşeya namûsê li kêvir da, şikand. Ji xeyrî destûra keçika gawir tu tiştî naxwazim. Ji bilî wê, êşîna tu kesî di heyra min de nîne. Ger Ke’be nebe, dêr amade ye; ez biaqilê Ke’beyê, dînê dêrê me. Ger cehnem bibe rêhevalê min, heft cehnem jî dê bi axîneke min bişewitin, bibin xwelî. Ger dîlbera ku rûyê wê wek bihûştê ye hebe, ez ê çi ji cennetê bikim? Rûyê wê xoşewîstê besî min e.”

Ji yê ku jê re gotin: “ Qet nebe ji Xwedê bitirse?” re got: “Xwedê ez avêtime nava vî agirî, ez dê çawa bikaribim xwe jê xelas bikim?” Derwêşên wî têgihiştin ku nikarin serederiyê pê re bibin. Şêx xwe xewle kir, kete xelwetê, konê xwe li nik mala keçikê danî, bi seyên kuçeyên mala keçika gawir re bû heval.

Qedera mehekê li wan deran sekinî, derezûnka mala dîlberê ji xwe re kir belgih. Keçikê fêm kir ku Şêx aşiqê wê bûye. Şêx bi hawar û gazinan eşqa xwe ji keçika Romî re got. Keçikê gotê: “Here wê de, pîrê xirifî, tu here ji bo mirina xwe kefenê xwe amade bike.” Lê keçikê çi kir û nekir. Xwe ji Şêx xelas nekir. Keçik jî êdî têgihişt ku nikare tu tiştî têxe serê wî, jêre got: “Ger tu pisporê işqê yî ji van çar tiştan yekî bike: an tê ji pûtan re herî secdê, an tê Qur’anê bişewitînî, an tê şerabê vexwî an jî tê dest ji îmanê berdî.” Şêx gotê: “Ez vexwarina şerabê qebûl dikim, ez ê li bedewiya te binêrim û şerabê vexwim.”

 

Şêx şerabê vedixwe

Gava ku şêx vexwarina şerabê qebûl kir, xoşewîsta wî gotê: “Evîna ew kesê ku xwe bi rengê xoşewîsta xwe boyax neke, ji bilî reng û bêhnê nayê tu wateyê, ger tu bi awayekî rasteqîn aşiq bî, divê tu xwe ji misilmanetiyê bişoyî, baweriya xwe biguherînî û bibî file.” Şêx ji destê xoşewîsta xwe piyaleya şerabê girt û vexwar. Dema ku şerap vexwar ew Qur’ana ku ji ber kiribû, ji hişê wî çû, ji bilî çend peyvên ziwa tu tiştek jê nema. Şêx serxweş bû. Gava ku di destê xoşewîsta xwe de şerab dît û mêyzekir ew jî serxweş bûye, xwest ku wê hemêz bike. Keçikê gotê: “Teqwa û eşq ji hev nayên, dawiya eşqê kafirtî ye, vê yekê ji bîr neke. Ger tu wek min bibî kafir wê gavê tu dikarî min hemêz bikî.” Minneta Şêx ji tu kesî tunebû, Şêx xiristiyanî qebûl kir. Şêx birine dêrê û zunner ji pişta wî girêdan. Şêx ji keçikê pirsî:  “Ji bilî vê çi ma?

Keçik: “Ey pîrê dîl, qelenê min giran e, tu yekî feqîr î.” Şêx: “Çûna cehnemê ya bi te re ji çûna cennetê ya bê te xweştir e.” Keçik: “Ey evîndarê ku hêj li gorî dilê min nepijyayî, xav, were em mesela qelen jî sererast bikin. Qelenê min; tam û tekûz salekî şivantiya berazên min e. Dema ku sala şivantiya te qediya ez ê bibim ya te. Şêx nedaber. Şahê Ke’beyê, Şêxê payebilind tam û tekûz salekê şivantiya berazên keçikê kir.

Di hundurê her kesekî de bi hezaran beraz hene. An mirov dê wan berazan bikuje, ji holê rake, an jî mirovê zunnarê ji pişta xwe girê bide, dev ji doza ku pûç û ziwa ye berde. Ger haya te ji wan berazên di hundurê te de ne tunebe tu mafdar î lê dîsa jî tu nabî mirovê ku xwediyê doza xwe. Di newala işqê de berazan bikuje, pûtan bişkêne. Ger tu wan yekan nekî wekî Şêx bikeve nava agirê evînê, bibe riswa!

 

Dawiya çîrokê:

Dema ku dînguherîna Şêx li welatê romiyan hate bihîstin, bû qiyamet. Bû rojeva hemû civatan. Ev bûyer li serê welêt heya binê welêt belav bû. Derwêşên wî li ser vê yekê ew li wir hîştin û vegeriyane Ke’beyê. Li Ke’beyê dostekî Şêx î sexlem hebû. Dema ew kesên ku Şêx hîştin û vegeriyan Ke’beyê dîtin û dêna xwe dayê ku wan hêviya xwe ji Şêx birîne, gote wan: “Ev kirina we rasterast minafiqtî ye. Madem Şêx dînê xwe guherand, zunnar girêda, divê we hemiyan jî wisa bikira. Ê ku dostê dostê xwe ye, ger dostê wî bibe gawir, divê ew jî wisa be. Jixwe işq li ser şan û şohreta xirab ava bûye. Kê li vê rêyê vegere, ev ji ber xavbûnê ye. Hadê hûn ji Şêx jêgeriyan, hûn çawa ji di’a û xwestina Xwedê jêgeriyan?”

Li ser vê yekê hemû derwêşan kirin hawar û awaz, çil roj û çil şevî di’a kirin. Ne tiştek xwarin, ne tiştek vexwarin, ne xew kete çavên wan, ne rawestiyan. Roja çil û yekan Hz. Mihemed ‘eleyhîselam hate xewna wî dostê dilpak.

Pêxemberê Ummetê ‘eleyhîselam di xewnê de : “Ey derwêşê xebat û saya wî bilind, here min Şêxê te ji wî kapî xelas kir, di’a û niyazên te qebûl bûn, Şêxê te hate ‘efû kirin.”  Derwêşên Şêx bi girî çûne cem Şêxê ku şivaniya berazan dikir. Şêx, gava ku ji dûr ve ew dîtin, xwe li gorî wan kêm û bênûr dît. Ji ber şerma xwe kincên xwe qelaşt û xwelî li ser serê xwe de rokir. Tobe kir. Ku Xwedê agirê tobê gur bike, ew agir çi bikeve ber wê bisoje, paqij bike. Şêx cenabetî li ser xwe rakir, hişê wî hate cî, nûr û feyza Qur’anê dîsa kete dilê wî, hemû tiştên ku ji bîr kiribûn dîsa hatine hişê wî. Şêx û derwêşên wî ber bi Hîcazê ketine rê.

Rojekê bi Şêx ve ‘eyan bû ku wê keçikê di xewna xwe de dîtiye ku; roj dikeve pêşa keçikê û tê ziman, ji keçikê re wiha dibêje: “ Zûka bikeve dû Şêx, bikeve dînê wî, ey ew kesa ku Şêx herimand, bireve xwe paqij bike.” Şêx zanibû ku keçik dev ji xirîstiyaniyê berdaye. Şêx û derwêşên xwe çûn û gihîştine keçikê. Dîtin ku keçik ji bo were û bigihêje Şêx ketiye rê, di wan çol û çolistanan de peritiye, rûyê wê zer bûye, nava porê wê tije xwelî bûye, bûye wek miriyekê.

Dema keçik Şêx dibîne dibêje: “Ez ji te şerm dikim. Ez êdî nikarim di pişt perdeyê de bişewitim. Min perde avêt. Riya rast, ya Îslamê nîşanî min bide, da ku bibim misilman û xelas bim.” Şêx rê nîşanî keçikê da, keçik bû misilman. Halê keçikê tunebû, taqeta wê nemabû. Keçikê gote Şêx: “Taqeta min nema, ez ji vê dinya xemxwar koç dikim. Ez aciz im. Min bibore, ji min nexeyîde. Xatirê te!” Ew keçika bedew dest ji canê xwe kişand, jixwe nîvê canê wê mabû, ew jî radestî cananê xwe kir. Şêx keçik hemêz kir. Keçik di milê Şêx de şehadeta xwe anî, li wê derê, li nav hemêza Şêx de rihê xwe teslîm kir, mir. Ew, di zeryaya mecazê de dilopek bû, dîsa vegeriya zeryaya heqîqetê. Di riya eşqê de gelek tiştên wisa diqewimin. Tenê ew kesên aşiq ji vê yekê haydar in.

 

 

Mehmet YILDIRIMÇAKAR

Çavkanî nupelda

Hûn dikarin van nivîsan jî bixwînin.

Dîmenek Ji Zarokatîya Min

Di jîyana min a zaroktîyê de tiştên ewil tên bîra min: Ji melayê gund dersgirtina …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir