Hebû carek ji caran, xer û xweşî bibarin li hazir û guhdaran. Hebû tunebû, careke masîgirek hebû.
Wî rojek zivistan e tawûga xwe tijî masî kiribû. Bi dilek xweş merik bere xwe da bû male. Bi re ve wî ji dilşadiya xwe stranen kef û evîne distirandin.
-De ev çi ye li ser re direj bûye? Roviyek mirî ye!..
-Merik hespe xwe sekinand û çû nik rovî. Wî rovî rakir û danî ser aliye pişte ye bare xwe ye masiyan û bi xwe li peşiye rûnişt. Ca çi kefa merik dihat, wey hawar!
-Kurkê te yê delal, rovîke reben, ez pirr hewce me. Ez e wî bihagiran firoşim, merik ji xwe re digot.Merik hemû deme bi ti tiştî nehesîbû, li ser bare xwe rûniştibû û stran digotin. Dema ew giha ber male, jina wî hat peş ve.
-Le roviye felbaz qet jî nemiribû. Kelîkeke wî xwe li ser bar mit û kirr kiribû. Paşe wî bi cambazî dest pe kir, tevahiya masiyan bi re ve werkirin. Tavile tawûg bervala kir. Taliye rovî xwe je avet û neçîra xwe berhev kir. Bi dilxweşî wî masiyen tamxweş didan ber dev û lixaven xwe. Firavînek waha çejdar ev demek bû bi dest rovî neketibû. Yen ji ber mayî jî wî vare kirin û binberf kirin bo dema pediviye.
-Tu li kû bûyî, meriko, demek waha direj?
-De giliyan neke, jine! Tawûga min miştî masî ye û min roviyek rind jî aniye. Min ew mirî bi re ve dît.
-Jinik ecebgirtî li tawûge nen, le jixwe ew vala bû.
-Ma tu dîn bûyî, meriko! Ka masiyek te de nîne, ca ta rovî te de be!
-Merik pir ket şerme. Wî sere xwe xwirand û got:
-Welle wa ye. Aniha te digihim ka wî hîlebazî çi bela anî sere min!Jerenot:
Çavkanî: ÇÎROKEN KURDÎ
Tawûg: Kaşkaşk, kaşe, parxel, taxok, taxûk, xîzek, xizagê