Çîroka Pîşîk û Mişkî

Vehûner ‘Ubeydê Zakanî

Wergêr ji farsî: Perwîz Cîhanî

«Çîroka pişîkê digel mişkana
Yadigara ‘Ubeydê Zakana
Kire kurmancî Perwîz Cîhanî
Da ji çîrrokê tiştkî bizanî»

‘Ubeydê Zakanî yek ji helbestkar û nivîskarên fars yê bi navûbang e, ku li sedeya heştê mişextîyê heyvî di bajarê Qezvînê da jîyaye. Ew bi çîrokên xwe yên qerfî û rexneyî navidar e. Çîroka mişk û pişîkê yek ji berhemên wî yê here naskirî ye. Zakanî di vê çîroka rexneyî da ji bo rûçikê pêkenînê bide çîrokê bi peyvan leyistîye û gelek caran paşgira «an» bi wate yan bê wate li peyvên serwayê zêde kirîye.
Min jî di wergerrê da ew rêça wî di kêş û serwayê da raçav kir. Hêvîdar im cîhê pêxweşîya xwendevanan be.
Perwîz

1. Ey ‘aqilmendê hişdar û zana
Guh de çîrrokê bi dil û cana
2. Bixûn çîrroka mişk û pişîkî
Bike guharê ewan guçkana
3. Wer guh bidêre evê çîrrokê
Bike guhê xwe durr û mercana
4. Hebû carekê pişîkek xûnxwar
Ejdeha asa li, şarê Kirmana
5. Zik weke duhol, sîng weke siper
Dûlik wek ya şêr li nav milana
6. Çeng wek ya piling pirr tîj û birran
Guhmûç û pirçkej simbêlqeytana
7. Dimirriya mirrîn wek norrîna şêr
Şêr ji dengê wî pirr ditirsyana
8. Wî pê danîba ser kîjan sifrê
Şêr jê dirrevîn ji tirsa cana
9. Rojekê kete nava xûmxanê
Ji bo nêçîr û rava mişkana
10. Li pişt xûmekî xwe ra kemîn girt
Herwek dizekî li bîyabana
11. Nişkava mişkek ji kuna dîwêr
Derket û kete nav wan xûmana
12. Ser kire nav xûm venoşî têr mey
Serxweş bû norriya herwek şêrana
13. Got kanê pişîk ku ez wî bigrim
Bişkênim ji wî pîl û parxana
14. Badim guhê wî pozê wî miz dim
Ji serî vekim post û çermana
15. Postê wî segî dagrim ji kayê
Derînim ji wî herdu çavana
16. Bigrim serê wî ji leş cuda kim
Bi van çengal û evan didana
17. Pişîk li ba min kûçik jî nîne
Qet ji wî segî nakim tirsana
18. Li ku ye ew seg bila were pêş
Gel min dakeve qada meydana
19. Ez jê natirsim li roja şerrî
Ez şêrê şerr im wek pehlevana
20. Pişîkî bihîst ew laf û ew zirt
Teletel hatê li pişt xûmana
21. Kemîn girt, bûsî li ber lemisî
Bû sîrkesîrka dev û didana
22. Wek pilingekî çeng avête mişk
Ew girt û kire nava lekmana
23. Bû çîzeçîza wî mişkê serxweş
Kir ah û zarî kete giriyana
24. Bi zarî digot ax ez benîyê te
Ji min bibore van gunehana
25. Mest bûm eger min gûhek xwaribe
Gû pirr dixwen xwe koma mestana
26. Pişîkî gotê derewan neke
Naxapim ez qet bi van virrana
27. Min baş dibihîst te çi çîrr dikir
Êdî nadim te çi fursetana
28. Hindî wî mişkî ah û zarî kir
Ah û zarîyên wî çûne esmana
29. Guh neda zarîyan wî pişîkê kej
Kuşt û kir nava dev û didana
30. Xwar dev û lêvên xwe pê ra alast
Çû bo mizgeftê wek musulmana
31. Şuştin dest û rû, destnimêjek girt
Dest bi zikran kir herwek melana
32. Serî hevraz kir dest bi du’an kir
Tobe kir li ber dergê Xudana
33. Gazî kir Xuda tobe sed tobe
Êdî nakujim ez çi mişkana
34. Êdî ez naxwem mişkên belengaz
Li min bibore ya reb Yezdana
35. Ez sondê dixom li ber derîyê te
Naxom ez mişkan bi van didana
36. Bo kefareta vê xûna neheq
Dê tesediq dem du men ji nana
37. Bi lavayîyan ewî tobe kir
Bi ah û zarî kete giriyana
38. Li pişt menberê mişkekî bihîst
Ev xeber gîhand koma mişkana
39. Mizgînî mizgîn pişîk bû moimin
Bû ‘abid, zahid wek musulmana
40. Çûye mizgeftê tobe kir sed car
Bi girî û zarî, dused fî’xana
41. Li dergê Xudê tobe kir êdî
Nexwe têjikek ji me mişkana
42. Ev mizgîn dema giheşte mişkan
Hemû keyfxweş bûn girtin dîlana
43. Keyf û şahî ket nava wan mişkan
Ku pişîk bûye xudan îmana
44. Çend mişkên mezin ji cî helhatin
Muxtar û serek, hem ji êlxana
45. Birin bi xweşî ji bo pişîkî
Dîyarî, hedîye tev pêşkêşana
46. Yekî hildigirt şûşeyên meyê
Yê dî sênîya goşt û biryana
47. Yekî sênîyek tijî mewîj kir
Yê dî tebaxa pirr ji xurmana
48. Yekî amanek tijî penîr kir
Yê dî bire mast, rûnê çêlana
49. Yekî jî xwanek pirr ji pelaw kir
Li ser da dana goştê berxana
50. Yekî şerbetek yê dî mey dibir
Avenar, leymûn tijî li fîncana
51. Çûne xizmeta pişîkî ew mişk
Bi silav û rêz gel wan hediyana
52. Ser tewandin wan bejin xwar kirin
Wek xulamokên li ber astana
53. Gotin pişîkê em gişt hatine
Gorî te bikin pêk ruh û cana
54. Hêjayî te û xizmetit qurban
Me amade kir ev pêşkêşana
55. Pişîkî li nêz koma mişkan dît
Dest da du’a û zikrê xudana
56. Di dil da sipas kir ji boy Baxo
Te şandî bo min evan rizqana
57. Îro rizqê min hatî ber derge
Birsî mabûm xwe gelek rojana
58. Pirr sipas bo te rebî xudaya
Bo min te şandî ev gişt mişkana
59. Rojî bûme ez gelek rojên teng
Her ji bo riza rebê rehmana
60. Her kê karê qenc bike bi yeqîn
Bo rê dike reb weha rizqana
61. Gelekî birsî mam ji boy Xwedê
Rizqê min geha ji bal Xudana
62. Paşê ser ji zikr, du’ayan rakir
Xweş kire gazî koma mişkana
63. Bi ezmankî lûs, bi germî, nermî
Got werin rûnên gişt hevalana
64. Hûn bi xêr hatin ser ser û çavan
Bidin destê min hûn ramûsana
65. Koma wan mişkan ber bi wî meşîn
Da ku ramûsin ewan destana
66. Pêkve pêş da çûn giheştin ber wî
Lê dilerizîn hemû ji tirsana
67. Pişîkî ne ji gav xwe avête wan
Wek pilingekî li nav rêlana
68. Pênc pêkve girtin ji ewan mişkan
Koma serek û wan muxtarana
69. Du bi vî çengî du bi çengê dî
Yek jî wî girtî bi wan didana
70. Ew du mişkên dî ku rizgar bibûn
Hewarî birin ji bo mişkana
71. Çi rûniştine hey koma mişkan
Xwalî serê we gelî gencana
72. Kuşt ji me ewî pênc serekeşîr
Gurbiz û êlxan, serpehlevana
73. Em Xapîyane ax bi tobeya wî
Xwelîser kirin wan derewana
74. Toba pişîkê virr û derew bû
Kêşabû nexşe tevî pîlana
75. Girtin wî bi fêl ew ser û serwer
Xapandin wî em bi nivêjana
76. Dema bihîstin mişkan hewarî
Xwelî reşandin li ser serana
77. Reş girêdan û kirin şîn, girî
Ah û zarî ket nav koma wana
78. Li sîngê xwe dan bû çemerrçopî
Wawîlok gotin ji bo êlxana
79. Paşê wan şêvrek bi pêkve danî
Gotin debê em biçin dîwana
80. Biçin payitextê em sikala ken
Gilînameyan biden sultana
81. Dê gilîyan biken bal şahê mişkan
Ji zulm û zora van pişîkana
82. Çend kesek ji wan çûne payîtext
Da ku bibînin şahê mişkana
83. Çûn dîtin ku şah rûniştî ser text
Pala xwe daye wan balîfana
84. Bejin tewandin, ser danivandin
Destûr wan xwastin ji dergevana
85. Şahî destûr da mêvan bêne jor
Maç kirin textê şah wan mêvana
86. Gotin ey sultan ya şahê mişkan
Em hatin bikin gazin gilîyana
87. Kirîye sitem pişîkê li me
Kuştî wî gelek serekêlxana
88. Rojê wî libek digirt ji komê
Dema ku nebû ew musulmana
89. Niha ku bûye moimin û muslim
Vêca dixotin rojê pêncana
90. Derdê xwe gotin wan bo şahê xwe
Şah gote wana ey ezîzana
91. Ez dê vegirim tola we mişkan
Ji wî pişîkê wek seypisana
92. Dersek we bidim ewî zirrmolî
Ku bibe çîrok li her zemana
93. Di heftekê da leşkerek rast kir
Sêsed sî hezar ji wan mişkana
94. Hemû bi şûr û xencer û nêze
Bi rim û tevr û tîr û kewana
95. Deste deste bûn rêz rêz û sef sef
Rêzek ji siwar yek ji peyana
96. Dema berhev bû leşkerê giran
Ji Xurasan û Reşt û Geylana
97. Mişkek wan kirin serokê leşker
Fêlbaz û kone, gelekî zana
98. Got bila mişkek ji me biçîtin
Lali pişîkî li şarê Kirmana
99. Bila yan were payitexta me
Yan amade be ji bo şerrana
100. Şandiyar mişkek hebû ji mêjve
Ew şandin ber bi şarê Kirmana
101. Mişkê şandiyar çû bal pişîkî
Got şandiyar im ji bal sultana
102. Min anî bo te peyama şahî
Peyama şerrê şahê mişkana
103. Yan were herre bo payîtextê
Yan amade be ji bo cengana
104. Pişîkê gotê şahî guh xwarî
Ez nayême der ji nav Kirmana
105. Lê bi dizîva kom kir wî leşker
Leşkerkî giran ji pişîkana
106. Pişîkên kejimej wek şêrên şikar
Ji Espehan û Yezd û Kirmana
107. Leşkerê kitkê bûne amade
Wî daye ferman ji bo meydana
108. Leşkerê kitkan li rêka çîyan
Leşkerê mişkan li bîyabana
109. Li çola Farsê ew herdu leşker
Li hevdu alîyan wek lêmiştana
110. Şerrê ten bi ten kete nava wan
Wekî Rostemî ketine şerrana
111. Ewqas mişk, pişîk hatin kuştinê
Nayên hejmarê ew bi hêsana
112. Weke şêrekî kitkê hêrş kir
Ji hev bela kir koma mişkana
113. Mişkekî da dû hespê pîşîkê
Pişîk jorda hat ji zînexana
114. Ellah ellah ket nav koma mişkan
Lêxin ha lêxin hey pehlevana
115. Bû fîtefît û gazî û şadî
Wan pişîk girtin herdu destana
116. Wan mişkan lêdan duhola mezin
Bo serketina li nav meydana
117. Siwarê fîl bû ew şahê mişkan
Leşkerê mişkan ket kelecana
118. Girêdan ewan destên pişîkî
Bi bend û kelaf, kap û ristana
119. Şahê mişkan got li darê bidin
Vî segê rûreş yê neçîzana
120. Pişîkî çun dît ew şahê mişkan
Wa dike zirt û pirt û forsana
121. Hate xîretê dîza dil kelîya
Norrîya wek şêrek li nav dehlana
122. Ser çokan rûnişt hêzek daye xwe
Verresandin rist tev wan bendana
123. Weke şêrkî kete nav mişkan
Deh be deh digirt bi wan lepana
124. Revek ket nava leşkerê mişkan
Ji hev belabûn ji tirsa cana
125. Ew şahê mişkan xwe kire kunê
Kunemişk jê ra kaxê şahana
126. Ji holê rabû fîl û fîlsewar
Nema tac û text li wan eywana
127. Ev e çîrokek pirr seyr û semerr
Yadigara ‘Ubeydê Zakana
128. Cano pendek e eva çîrroka
Hilde tu pendê ji dasitana
129. Mebest pişîk û ji ewan mişkan
Wateyê hilgir ey kesê zana
130. Wergerrand çîrrok Perwîz Cîhanî
Ji farsî ra bo we kurdana
131. Duhezar hevde, yanzdê meha yek
Li şarê Zûrîch li Swîsrana

11.01.2017 Zürich Swîsra

Çîroka pîşîk û mişkî

Vehûner ‘Ubeydê Zakanî
Wergêr ji farsî: Perwîz Cîhanî

«Çîroka pişîkê digel mişkana
Yadigara ‘Ubeydê Zakana
Kire kurmancî Perwîz Cîhanî
Da ji çîrrokê tiştkî bizanî»

‘Ubeydê Zakanî yek ji helbestkar û nivîskarên fars yê bi navûbang e, ku li sedeya heştê mişextîyê heyvî di bajarê Qezvînê da jîyaye. Ew bi çîrokên xwe yên qerfî û rexneyî navidar e. Çîroka mişk û pişîkê yek ji berhemên wî yê here naskirî ye. Zakanî di vê çîroka rexneyî da ji bo rûçikê pêkenînê bide çîrokê bi peyvan leyistîye û gelek caran paşgira «an» bi wate yan bê wate li peyvên serwayê zêde kirîye.
Min jî di wergerrê da ew rêça wî di kêş û serwayê da raçav kir. Hêvîar im cîhê pêxweşîya xwendevanan be.
Perwîz

1. Ey ‘aqilmendê hişdar û zana
Guh de çîrrokê bi dil û cana
2. Bixûn çîrroka mişk û pişîkî
Bike guharê ewan guçkana
3. Wer guh bidêre evê çîrrokê
Bike guhê xwe durr û mercana
4. Hebû carekê pişîkek xûnxwar
Ejdeha asa li, şarê Kirmana
5. Zik weke duhol, sîng weke siper
Dûlik wek ya şêr li nav milana
6. Çeng wek ya piling pirr tîj û birran
Guhmûç û pirçkej simbêlqeytana
7. Dimirriya mirrîn wek norrîna şêr
Şêr ji dengê wî pirr ditirsyana
8. Wî pê danîba ser kîjan sifrê
Şêr jê dirrevîn ji tirsa cana
9. Rojekê kete nava xûmxanê
Ji bo nêçîr û rava mişkana
10. Li pişt xûmekî xwe ra kemîn girt
Herwek dizekî li bîyabana
11. Nişkava mişkek ji kuna dîwêr
Derket û kete nav wan xûmana
12. Ser kire nav xûm venoşî têr mey
Serxweş bû norriya herwek şêrana
13. Got kanê pişîk ku ez wî bigrim
Bişkênim ji wî pîl û parxana
14. Badim guhê wî pozê wî miz dim
Ji serî vekim post û çermana
15. Postê wî segî dagrim ji kayê
Derînim ji wî herdu çavana
16. Bigrim serê wî ji leş cuda kim
Bi van çengal û evan didana
17. Pişîk li ba min kûçik jî nîne
Qet ji wî segî nakim tirsana
18. Li ku ye ew seg bila were pêş
Gel min dakeve qada meydana
19. Ez jê natirsim li roja şerrî
Ez şêrê şerr im wek pehlevana
20. Pişîkî bihîst ew laf û ew zirt
Teletel hatê li pişt xûmana
21. Kemîn girt, bûsî li ber lemisî
Bû sîrkesîrka dev û didana
22. Wek pilingekî çeng avête mişk
Ew girt û kire nava lekmana
23. Bû çîzeçîza wî mişkê serxweş
Kir ah û zarî kete giriyana
24. Bi zarî digot ax ez benîyê te
Ji min bibore van gunehana
25. Mest bûm eger min gûhek xwaribe
Gû pirr dixwen xwe koma mestana
26. Pişîkî gotê derewan neke
Naxapim ez qet bi van virrana
27. Min baş dibihîst te çi çîrr dikir
Êdî nadim te çi fursetana
28. Hindî wî mişkî ah û zarî kir
Ah û zarîyên wî çûne esmana
29. Guh neda zarîyan wî pişîkê kej
Kuşt û kir nava dev û didana
30. Xwar dev û lêvên xwe pê ra alast
Çû bo mizgeftê wek musulmana
31. Şuştin dest û rû, destnimêjek girt
Dest bi zikran kir herwek melana
32. Serî hevraz kir dest bi du’an kir
Tobe kir li ber dergê Xudana
33. Gazî kir Xuda tobe sed tobe
Êdî nakujim ez çi mişkana
34. Êdî ez naxwem mişkên belengaz
Li min bibore ya reb Yezdana
35. Ez sondê dixom li ber derîyê te
Naxom ez mişkan bi van didana
36. Bo kefareta vê xûna neheq
Dê tesediq dem du men ji nana
37. Bi lavayîyan ewî tobe kir
Bi ah û zarî kete giriyana
38. Li pişt menberê mişkekî bihîst
Ev xeber gîhand koma mişkana
39. Mizgînî mizgîn pişîk bû moimin
Bû ‘abid, zahid wek musulmana
40. Çûye mizgeftê tobe kir sed car
Bi girî û zarî, dused fî’xana
41. Li dergê Xudê tobe kir êdî
Nexwe têjikek ji me mişkana
42. Ev mizgîn dema giheşte mişkan
Hemû keyfxweş bûn girtin dîlana
43. Keyf û şahî ket nava wan mişkan
Ku pişîk bûye xudan îmana
44. Çend mişkên mezin ji cî helhatin
Muxtar û serek, hem ji êlxana
45. Birin bi xweşî ji bo pişîkî
Dîyarî, hedîye tev pêşkêşana
46. Yekî hildigirt şûşeyên meyê
Yê dî sênîya goşt û biryana
47. Yekî sênîyek tijî mewîj kir
Yê dî tebaxa pirr ji xurmana
48. Yekî amanek tijî penîr kir
Yê dî bire mast, rûnê çêlana
49. Yekî jî xwanek pirr ji pelaw kir
Li ser da dana goştê berxana
50. Yekî şerbetek yê dî mey dibir
Avenar, leymûn tijî li fîncana
51. Çûne xizmeta pişîkî ew mişk
Bi silav û rêz gel wan hediyana
52. Ser tewandin wan bejin xwar kirin
Wek xulamokên li ber astana
53. Gotin pişîkê em gişt hatine
Gorî te bikin pêk ruh û cana
54. Hêjayî te û xizmetit qurban
Me amade kir ev pêşkêşana
55. Pişîkî li nêz koma mişkan dît
Dest da du’a û zikrê xudana
56. Di dil da sipas kir ji boy Baxo
Te şandî bo min evan rizqana
57. Îro rizqê min hatî ber derge
Birsî mabûm xwe gelek rojana
58. Pirr sipas bo te rebî xudaya
Bo min te şandî ev gişt mişkana
59. Rojî bûme ez gelek rojên teng
Her ji bo riza rebê rehmana
60. Her kê karê qenc bike bi yeqîn
Bo rê dike reb weha rizqana
61. Gelekî birsî mam ji boy Xwedê
Rizqê min geha ji bal Xudana
62. Paşê ser ji zikr, du’ayan rakir
Xweş kire gazî koma mişkana
63. Bi ezmankî lûs, bi germî, nermî
Got werin rûnên gişt hevalana
64. Hûn bi xêr hatin ser ser û çavan
Bidin destê min hûn ramûsana
65. Koma wan mişkan ber bi wî meşîn
Da ku ramûsin ewan destana
66. Pêkve pêş da çûn giheştin ber wî
Lê dilerizîn hemû ji tirsana
67. Pişîkî ne ji gav xwe avête wan
Wek pilingekî li nav rêlana
68. Pênc pêkve girtin ji ewan mişkan
Koma serek û wan muxtarana
69. Du bi vî çengî du bi çengê dî
Yek jî wî girtî bi wan didana
70. Ew du mişkên dî ku rizgar bibûn
Hewarî birin ji bo mişkana
71. Çi rûniştine hey koma mişkan
Xwalî serê we gelî gencana
72. Kuşt ji me ewî pênc serekeşîr
Gurbiz û êlxan, serpehlevana
73. Em Xapîyane ax bi tobeya wî
Xwelîser kirin wan derewana
74. Toba pişîkê virr û derew bû
Kêşabû nexşe tevî pîlana
75. Girtin wî bi fêl ew ser û serwer
Xapandin wî em bi nivêjana
76. Dema bihîstin mişkan hewarî
Xwelî reşandin li ser serana
77. Reş girêdan û kirin şîn, girî
Ah û zarî ket nav koma wana
78. Li sîngê xwe dan bû çemerrçopî
Wawîlok gotin ji bo êlxana
79. Paşê wan şêvrek bi pêkve danî
Gotin debê em biçin dîwana
80. Biçin payitextê em sikala ken
Gilînameyan biden sultana
81. Dê gilîyan biken bal şahê mişkan
Ji zulm û zora van pişîkana
82. Çend kesek ji wan çûne payîtext
Da ku bibînin şahê mişkana
83. Çûn dîtin ku şah rûniştî ser text
Pala xwe daye wan balîfana
84. Bejin tewandin, ser danivandin
Destûr wan xwastin ji dergevana
85. Şahî destûr da mêvan bêne jor
Maç kirin textê şah wan mêvana
86. Gotin ey sultan ya şahê mişkan
Em hatin bikin gazin gilîyana
87. Kirîye sitem pişîkê li me
Kuştî wî gelek serekêlxana
88. Rojê wî libek digirt ji komê
Dema ku nebû ew musulmana
89. Niha ku bûye moimin û muslim
Vêca dixotin rojê pêncana
90. Derdê xwe gotin wan bo şahê xwe
Şah gote wana ey ezîzana
91. Ez dê vegirim tola we mişkan
Ji wî pişîkê wek seypisana
92. Dersek we bidim ewî zirrmolî
Ku bibe çîrok li her zemana
93. Di heftekê da leşkerek rast kir
Sêsed sî hezar ji wan mişkana
94. Hemû bi şûr û xencer û nêze
Bi rim û tevr û tîr û kewana
95. Deste deste bûn rêz rêz û sef sef
Rêzek ji siwar yek ji peyana
96. Dema berhev bû leşkerê giran
Ji Xurasan û Reşt û Geylana
97. Mişkek wan kirin serokê leşker
Fêlbaz û kone, gelekî zana
98. Got bila mişkek ji me biçîtin
Lali pişîkî li şarê Kirmana
99. Bila yan were payitexta me
Yan amade be ji bo şerrana
100. Şandiyar mişkek hebû ji mêjve
Ew şandin ber bi şarê Kirmana
101. Mişkê şandiyar çû bal pişîkî
Got şandiyar im ji bal sultana
102. Min anî bo te peyama şahî
Peyama şerrê şahê mişkana
103. Yan were herre bo payîtextê
Yan amade be ji bo cengana
104. Pişîkê gotê şahî guh xwarî
Ez nayême der ji nav Kirmana
105. Lê bi dizîva kom kir wî leşker
Leşkerkî giran ji pişîkana
106. Pişîkên kejimej wek şêrên şikar
Ji Espehan û Yezd û Kirmana
107. Leşkerê kitkê bûne amade
Wî daye ferman ji bo meydana
108. Leşkerê kitkan li rêka çîyan
Leşkerê mişkan li bîyabana
109. Li çola Farsê ew herdu leşker
Li hevdu alîyan wek lêmiştana
110. Şerrê ten bi ten kete nava wan
Wekî Rostemî ketine şerrana
111. Ewqas mişk, pişîk hatin kuştinê
Nayên hejmarê ew bi hêsana
112. Weke şêrekî kitkê hêrş kir
Ji hev bela kir koma mişkana
113. Mişkekî da dû hespê pîşîkê
Pişîk jorda hat ji zînexana
114. Ellah ellah ket nav koma mişkan
Lêxin ha lêxin hey pehlevana
115. Bû fîtefît û gazî û şadî
Wan pişîk girtin herdu destana
116. Wan mişkan lêdan duhola mezin
Bo serketina li nav meydana
117. Siwarê fîl bû ew şahê mişkan
Leşkerê mişkan ket kelecana
118. Girêdan ewan destên pişîkî
Bi bend û kelaf, kap û ristana
119. Şahê mişkan got li darê bidin
Vî segê rûreş yê neçîzana
120. Pişîkî çun dît ew şahê mişkan
Wa dike zirt û pirt û forsana
121. Hate xîretê dîza dil kelîya
Norrîya wek şêrek li nav dehlana
122. Ser çokan rûnişt hêzek daye xwe
Verresandin rist tev wan bendana
123. Weke şêrkî kete nav mişkan
Deh be deh digirt bi wan lepana
124. Revek ket nava leşkerê mişkan
Ji hev belabûn ji tirsa cana
125. Ew şahê mişkan xwe kire kunê
Kunemişk jê ra kaxê şahana
126. Ji holê rabû fîl û fîlsewar
Nema tac û text li wan eywana
127. Ev e çîrokek pirr seyr û semerr
Yadigara ‘Ubeydê Zakana
128. Cano pendek e eva çîrroka
Hilde tu pendê ji dasitana
129. Mebest pişîk û ji ewan mişkan
Wateyê hilgir ey kesê zana
130. Wergerrand çîrrok Perwîz Cîhanî
Ji farsî ra bo we kurdana
131. Duhezar hevde, yanzdê meha yek

Li şarê Zûrîch li Swîsrana

11.01.2017 Zürich Swîsra

Derbar Rêvebir

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply