Çiroka Pisik û Kêrguh (2)

Asman hedî hedî reş dibu, rojek din dîsa xilas dibu. Ew roj ê kû zindîyê dide axê, zindîyê dide cihanê, ramusana berdide ruyê zaroka êdî dadigerîya. Stêrk yek biyek, wek kû tarîtîyê qul dike li navîna asman de diçurisîyan…

Kêrguh jî histû xwar û bi rewşekî ramandarî berva mala xwe diçû. her kû nêzîka mala xwe dibu , bîhna qirêjîyê zêde dibu û bîhna axê, keskawîyê kêm dibu. Ji ber kû mîrovên çavbirçî xweza talan kiribun û cîh nehiştî bun kû ajala bijîn. Kêrguh gîhişte bajar û ji bo ku raze kolan bikolan cîhek digeriya. Lewra quncikek dît ,wêsîya û xewda çû…

Ew kêrguh berê gellek bişad bû. Li nav xweza bi sê cêlikê xwe tev dijîya. Lê rojek li rojan, hinek mîrov hatibûn xweza û nêzika mala kêrguh kon vekiribun. Kêrguh jî , ji bo çêlikên xwe xwarin digeriya. Ji hêlina xwe gelek dûr ketibu. Lewra , bê dengîyê xweza bi dengên sê gûle hate birîn. Kêrguh bi nalîn û qirîn berva helîna xwe reviya û laşê celîkên xwe dît. Bi hêrs û bi qehr xwe çekir ser mîrova. Lê êdî dereng mabû. Ji dest te tiştek nedîhat. Celîkê xwe nerîya, du cêlikê xwe mirîbu, yek jî ji lingên xwe de birîndar bibu. Ew mîrovên çavbirçî li ber çavê kêrguh herdu cêlik ji li ser agîr şewitandin û xwarin.

Dema kû vedgerîyan mala xwe cêlike brîndar ji himbez kirin û xwere birin. Kêrguh li şopa wan reviya û reca cêlikê xwe geriya. Ji ber wê ye kû kêrguh çend mehin li nav bajar kolan bi kolan cêlikê xwe digere û dixwaze tola xwe bistîne… Kêrguh dengekî bijan bihîst û bitirs xewda rabu. Ber bi deng çû û pisik dît. Pisik diqêrîya. Kêrguh bi dîtana pisik, gelek keyf xweş bu û rewşa hevdû pirs kirin.

Pisik pir nepeyvîya û pirsgirêkê xwe jî negot. Ji ber kû ne dixwast tû kes bi pirsgirêkê wî aware bibe, yek jî dizanibû ku destê kesî tu tişt nayê. Lewra kêrguh hemû pirsgirêkê xwe pisik re got. Pisik li ser vê mijare gelek şaş mabû. Ji ber kû çend roj berê cêlikek dîtibu. Kêrguh li ser gotînê pisik gelek şad bû û peyman dan hevdû, xwastin kû cêlik bibînin û vegerin xweza. Kêrguh li par pisik ber va cêlîkê xwe diçû…

 

Çiroka Pisik û Kêrguh-1

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply