Şemî , Cotmeh 19 2019
Destpêk / Forum / Nivîsxane / Çîroka Nivîskariya Şahîn Bekir Soreklî Bi Zimanê Kurdî

Çîroka Nivîskariya Şahîn Bekir Soreklî Bi Zimanê Kurdî

Di sala 1974’an de li Tertûsê çav bi xortekî ji Kobanî bi navê Mustafa Henîfê ketim, ew jî wek min di bin barê leşkeriya Sûriyê de bû. Di wê xerîbetiyê de em bûn dost û heval û ta roja îro. Her yekî ji me çîroka xwe ji yê din re digot.. Min jê re digot ez ê herim Almanya xwendinê, wî ji min re digot xalê min Şahîn Bekir ji çend salan ve çûye Almanya xwendinê.. Ji wê hingê ve min navê mamoste Şahîn Bekir Soreklî bihîstiye.

Di serê sala 2008’an de li ser daxwaza Enstîtûya Kurdî û Wezareta Kultûrê ya Flander (Beljîka), çûm Brukselê. Min beşdarî di projeyeke sê rojane de bi navê (Lênerîneke li wêjeya Kurdî li Brukselê: Focus on Kurdish Literature in Brussels) de kir.. Şahîn Bekir Soreklî jî ji Sydney hatibû.. Me çend rojên xweş bi hev re derbas kirin. Berî du rojan min ev herdû beşên çîroka nivîsandina wî bi zimanê Kurdî dîtin û xwendin. Bi min xweş hat û bi min xweş e ku xwendevanên zimanê Kurdî jî çîroka nivîsandina wî bixwînin.. Min jê xwest ku belav bikim.. Camêr derstûra min da.. Fermo çîroka nivîskariya mamoste Şahîn Bekir Soreklî bixwînin:

  Besh 1: Nivîskariya min di salên 1970’an de li Sydney dest pê kir. Yekemîn nivîsar û gotarên min bi zimanê înglizî bûn. Dû re min çend berhemên bi E’rebî û Almanî jî nivîsandin. Dawiya salên 70’an rojname, kovar û pirtûkine bi zimanê kurdî ji Ewropayê gihîştin min. Bi encama xwendina wan û bandora edebiyata Almanî li min, dil xwast bi kurdî binivîsînim, bi taybetî dema min çîrokên ligor asta demê û zimanên din di nav yên Kurmancî de nedîtin, lê kêşeya li pêş ew bû ku me bi zimanê makî perwerde nedîtibû; divabû xwe fêrî rêzimaniya Kurmancî bikim. Min çend berhemên gramera Kurmancî ji dostan bi dest xistin, yak ji wan ji çend jimarên HAWARê pêk dihat, ji hêja Hemreş Reşo li Almanya. Min xwe bi dirêjiya mehan, her ku fersend hebû, da ber xwefêrkirina rêzimaniya Kurmancî û xwendina berhemên di dest de hebûn. Zanibûna bi rêzimaniyên Înglizî, Almanî û E’rebî meraqa li rêzimaniya Kurmancî û rastnivîsê li nik min zêdetir kir.

Berhemên min yên destpêkê helbest, gotar û kurteçîrok bûn. Ji berhemên çîrokî min di nav hefteyên dawîn yên sal 2018 de beşên ji naveroka 39’an danîn ser malpera xwe ya Fêsbûkê û van çîrokan evên li jêr bûn:

Mirina Xezalekê: 1981, Rojek ji Jiyana Mistê kurê Salha Temo: 1982, Kombûna Pêxemberan: 1983, Kujtina Du Mirovên Belengaz: 1983, Azadbûna M. K: 1984, Hindiyên Sor: 1984, Vegera malê: 1986, Namûsa Êmo 1986 – Kurteroman, Hîn Hebû Hêvî: 1987, Henry Armstrong Chû Cengê: 1987, ÇIVÎK JI SER DARAN KETIN, Nedî û Danestan: 1988, Rêwiyê Mirî: 1988, Karl Federmann: 1990, Payîz: 1992, Kujtina Rojê: 1993, Kûto: 1993, John Hyde: 1994, Firrîn: 1996, Pisîk jî Xewnan Dibînin: 1996, Xwekujtina Nameyekê: 1996, Afrîkayê Ma Te Dît: 1997, Rojîn: 1999. Parsger: 1999, Xweziya Ne Mirov bûma: 1999, Şkeft: 2000, Stemkarî û Hestên Tawanê: 2000, Mebesta Çîrokê: 2002, Bi Navê Xwedê: 2006, Profesor û Rîhrengîn: 2007, Hosteyê Koşka Hilweşiyayî: 2008, Telefonkirineke Janafer: 2008, Pîvaz : 2008, Xizanî: 2008, Xewnekê Bifroşe Min: 200?, Zarok û Dar: 2013, Pira Hilweşiyaî: 2015, Ya Şamî û Rojên Demê: 2015, Kobanî û Kalê bi ber Leheya Tofanê Ketî: 2016..

Hinek ji berhemên li jor hatinî binavkirin, heye ku wek kurteroman bihên hesibandin. Ji van berheman pê ve hinekên wek raport yan pexşan hatine nivîsandin hene, wek Nameyek ji Bavê min re, Pêlên bi Girr, Pîr û Kevok, Teyro, Tenêmayîn… Pirraniya berhemên li jor di nav sê pirtûkan de hatine weşandin: Pisîk jî Xewnan Dibînin (Lîs, Diyarbekir: 2004; Çîrokên Hejdeh Salan (Doz, Stenbol: 2005); Nameyek ji Bavê Min Re (Weşanên Do, Stenbol: 2009).

Gellekî xembar im ku Kumancan nerxekî mezin nedan hinekan ji kurteçîrokên li jor. Çiqa bi xwe bibêjim jî, pirraniya berhemên min bi uslûb û zimanê xwe, her weha bi şêweya naveroka xwe, ne wek berhemên nivîskarên din yên Kurmanc in. Hêvîdar im rojekê ji rojan zanîngehên Kurmancan û beşên wêjeyê hebin û nerxekî baştir bidin naveroka wan ya berheman. Wê demê dê piştrast bibe ku hinek ji berhemên min bi nerxê xwe yê wêjeyî û metodên xwe ne kêmî berhemên nivîskarên navdar yên zimanên din in.

  Besh 2: Berê haydariyê bikişînim ser wê yekê ku berhemên lîsteya di Beş 1 de hatin binavkirin tenê kurtechîrok in. Babetên din ji wêjeyê ne di wê lîsteyê de ne, ne jî kurteçîrokên min ji zimanên din wergerandine Kurmancî.

Hinek ji ”kurteçîrokên” min dikaribûn bi hêsanî bû bûna roman, lê meraqa min li nivîsandina romanê nebû, nebû çimkî bi dirêjiya salan dema min gellekî bi sînor bû, ji ber karê min yê bi wezareta perwerdeyê re li Sydney û karên di ber re, êvaran û rojên şemê; ji bilî beşdariya di çalakiyên siyasî yên piştgiriya doza kurdî de, serdariya komeleyekê bi salan, xebatên folklorî, birêvebirina bernameyên radyo … Min li rêya kar yan derengê şevan dinivîsand. Dîsa jî min dikaribû du romanan bi serî bikim: WENDABÛN û VEGER. Rojekê ji rojan, heye ku hinek tê bigihên çawa van her du romanan xwe bi şêweyeke kûr û berfireh e’leqedare civata Kurdan, rewşa wan ya siyasî, civatî  mijarine din dikin.

Van çend rêzên di Beş 1 û Beş 2 de hatin nivîsandin wek pêşgotinekê ne, pêşgotineke ji bo helbestên min di nav nêzikî 40 salên çûnî de nivîsandine. Pirraniya van helbestan xwe bi benê ez bi paşerehên min ve girê dida ve girê didin. Di wan de pêlên jana ji Kurdbûna min, pêlên serbilindiya bi kurdbûnê û kaniya şabûna bi kudayetiyê hene, lê di heman demê de şewata bi encama nerazîbûna ji rewşê heye. Van helbestan girêdana min bi milletê min û bi welatê ez lê ji day bû bûm re radigihînin, lê her weha hestên min derbarê jiyanê, evînê û mirovahiyê de radigihînin. Di heman demê de rûbarên ji peyvên zimanekî ne, zimanekî ku ligel dûrbûna bêtir ji 50 salan ji welêt jî ez ne tenê pê re evîndar û wefadar mam, lê min ew ligor derfet û pêkaniya xwe pêş ve jî bir.

Ji bo domandina xizmeta ji zimanê kurdî re ez ê tevdêreke nû bi rêxim. Ji destpêka sal 2019 û pê ve, ta ji dest hat, ez ê rojê helbestekê pêşkêşe xwendevan û dostên bi meraq bikim. Ez ê ji sal 1979 dest pê bikim û ber bi dema em tê de bihêm. Hêvîdar im ev yeka ji bo kesên bi meraq balkêş û ji bo dîrokê sûdmend be, ne tenê ji aliyê helbestên kesekî ve, lê ji aliyê dîrokî û peoswya nivîsandina bi Kurmancî ve jî. Mixabin hinek ji helbestên min dê di nav salan de wenda bû bin, lê pirraniya wan hîn di dest de ne. Min ew bi pirranî çawa hatibûn nivîsandin hîştine, lê hinek guhertinên zimanî yên bi sînor xistine nav hinekan. Ji xwendevanên hêja tika (rica) dikim ku ligor dema nivîsandina helbestê di naverokê de biponijin. Bi rê ve û di nav 30 salan de hem şêweya zimanê min hat guhertin, hem zihniyeta min û hem baweriyên min. Ev grîng e. Weşandina helbestên di nav nêzikî 40 salan de hatine nivîsandin ê bi xwe re qonaxên ji hev cuda raber bikin, hem ji aliyê dîrokî ve, hem ji aliyê zimên ve û hem ji aliyê guhertina zihniyetê ve.

Her helbestek ligor dema xwe xwedî nerxekî cuda ye û heye ku nivîskarê îroj bi temenê xwe 70 sal derbas kiribin, nema bi naveroka hinekan ji wan bawer be, lê dema nivîsandinê peyvên tê de bêguman ji nav bawerî û wûjdana wî derketibûn. Bedewî û nerxê helbestan jî dê di her helbestê de ne wek hev bin, lê dadmend bêguman xwendevan bi xwe ye. Spas dikim ji bo xwendevanên bi meraq. Her şad û serkevtî bin. Bila Sala Nû ji bo we û yên we bi xweşiyê û şadiyê dagirtî be.

Şahîn Bekir Soreklî

Sydney 26/12/2018

Derbar Konê Reş

Konê Reş

Dikarê vê jî bixwênê

Em dê çawan dîtinên xwe bicerbînin? – Maruf Yilmaz

Ziman wekî sîstemekê ye û ew li ser kesî (indîvîdî)ye. Ziman di ser kesî re …

Bersivekê binivîsin

Your email address will not be published. Required fields are marked *