ÇÎROKA MÎNAK A CIHÛ

Li Rûsyayê ciwanek bi navê Elyezer kurê Yehuda hebû. Kurê Yahuda Elyezer jî weke herkesî ev şerê Rûs û Osmaniyan (1877) ji nêz ve dişopand û didît ku, gelên  bindest weke Sırbistan, Bûlxarîstan û yên din xwe ji deshilatdariya wan dewletan xilas kirin û  digihaştin serxwebûna xwe.

Yahûda li  hemberî   van geşedanan li halê gelê xwe dinêrî û ji bo vê rewşa wan gelekî xemgîn dibû. Didît ku rewşa gelê wî ji hemû miletên din xerabtir e. Cihû tenê ne bêdewletbûn, di heman demê de zimanê wan jî tunebû, bi zimanên miletên din diaxivîn.

Ciwanê cihû biryara xwe da û xwe bi xwe got: “Divê cihû vegerin ser erd û axa kalên xwe , vegerin ser erdê kurê  îsraîliyan. Divê weke miletên din zimanê cihûyan jî hebe û bi vî zimanî biaxivin. Ew ziman jî zimanê kalikên min Îbraniyie.”

Yahûda,  zimanê xwe hinbû û di sala 1878 an de çû Parîsê.

Elyezer kurê Yahûda, bi cihûyên li Parîsê re kete têkiliyê. Ji aliyekî ve xwe hînî îbraniyî dikir ji aliyê din ve jî wan bi fikra neteweyî digihand. Hemnijadên wî li hember wî derdiketin û heta jê re digotin tu dîn î. Lêbelê, Yahûda qet guh nedida wan û ji bo vê daxwaza (armanc) xwe bênavber xebatên xwe didomand. Yahûda xistibû hişê xwe ku, gelê xwe yê bêziman bike gelekî biziman.

Yahûda, zimanê xwe îbraniyi hîn bûbû.Dor dora ewê bû ku zimanê xwe hînî gelê xwe bike. Di sala 1881 ê de Elyezer, bi keça mamosteyê xwe re zewicî û riya Filistînê girt. Bi vî awayî ji bo ku hîmê armanca xwe dayne, firsendek ketibû destê wî. Wê zarokên wî çêbûbûna. Yahûda, di rêwîtiya bi keştiyê de zimanê îbrankî hînî jina xwe kir  û heta ku gihîştin Filistinê hevsera wî hebikî hînî zimên bûbû.

Piştî ku hatin ser axa welatê xwe, yahûda ji xanima xwe re got, ji îro pê ve emê bi zimanê xwe îbraniyi bipeyivin.  Xanima wî hindik bi îbraniyî dizanîbû lê tevî vê ew jî li gorî vê biryarê tevgeriya. Zarokên Yahûda heta ku hatin temenekî(ergenlik) ji bilî îbraniyî bi tu zimanan nizanîbûn. Ji bo vê yekê di nav gel de weke kesên lal dihatin dîtin. Lêbelê, cihûyan bi vê lalbûnê di nav gelên dinê de ji xwe re zimanê xwe ava kirin.

Yahûda û malbata xwe di nav xizaniyêde bûn.Lê belê, ev ne xema wan bû. Ji bo fikrên mezin, fedakariyên mezin hewcebûn.  Çimkî gel zû bi zû fikrên mezin qebûl nakin.

Yahûda nanê tîsî dixwar. Lêbelê dema ku dîdit malbata wî îbranîkî diaxivî pirr kêfxweş dibû.

Herî dawî Yahûda rojnameyek îbranikî derxist û ji aliyê gelek kesan ve ev rojname dihat xwendin. Li hin dibistanên cihûyan,  hêdî hêdî dest bi dersên îbrankî kir.

Ji aliyê din Yahûda bê sekin ji bo gelê xwe ferheng amade dikir û bêjêyên berê didit û bikardianî.

Bi vî awayî îbrankî di nav Cihûyan de belav bû.  Di sala 1922an de bi pêşengiya Yahûda zimanekî ku 30-40 sal berê mirîbû êdî bû zimanê gelekî. Ev ziman îro digel zimanê Erebî û îngilîzî bûye zimanê fermî di heman demê de bûye zimanê dewletekê.

Derbar Rêvebir

Check Also

Şeşderba Îronîyê

Berhema Ahmed Muxtar Caf a navdar Meseleya Wijdanê tevlî kû wek çîrokek dirêj hatîye naskîrîn …

Leave a Reply