În , 27 Sermawêz 2020

‘Çîroka Mala Baz’ li benda we ye

“Mala Baz” navê romeneke nû ye li romanên kurdî zêde bûye. Çîroka Mala Baz jî li ser Bedlîsa ku dema di bin mîrekiya kurdan de bû. 

Em qala romana nivîskar Cîhan Roj dikin. Cihan Roj piştî gelek pirtûkên din din niha yeka din li ser zêde kir. Roj romana xwe ya nû bi navê “Mala Baz” pêşkêşî kurdîhezan kir. Pirtûka ku ji Weşanên J&J’yê derketiye berê xwendevan dide Bedlîsê.

Cîhan Roj ji sala 1993’yan ve bi kurdî dinivÎse, yekem pirtûka wî bi navê “Ratîka” di sala 2002’yan de derketibû.Paşê pirtûkên çîrokan, dûre roman. Ev 5’emîn romana wî ye. “Meşa Moriyan”, “Perde”, “Reş”, “Gîtara Bêtêl” û niha jî “Mala Baz.”

Mala Baz çîroka Evdal Xanê Bedlîsê tîne ziman lê raste rast naçe ser Evdal Xan. Bi ser gelek çîrokan re, bi ser gelek lehengan re, bi honakek cuda xwendevan dibe Bedlîsê, dibe pirtûkxaneya Evdal Xan. Zilamê her şev xewnan dibîne lê şevek tenê nabîne ku ev dibe sedema pirsgirêkan, Keleşê Dîn, Adîsê kujerê rêbiran û gelek leheng û çîrok… Belê romana “Mala Baz” di nav romanên kurdî de cih girt û wisa diyar e dê cihek baş bigire jî.

  • Mala Ba
  • Cîhan Roj
  • Weşanên J&J
  • Roman
  • 149 rûpel
  • 2018

Diyarname

About Rêvebirê Çandnameyê

Rêvebirê Çandnameyê

Check Also

Kovara Dilopê bi Jimara 17an Derket!

Pêwendî: twitter: @kovaradilop instagram: kovaradilop facebook: @kovaradilop web: kovaradilop.net e-mail: dilopdergisi@gmail.com Telefon: +90543 488 6996

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.