Çîroka ker û hevalên wî

Carek ji cara, mamê Xidir li kerê xwe siwar bû çû dara, lê bû wextê êvara. Mamê Xidir bala xwe dayê Gurekî ji wê de hat, çû lêxist Kerê wî xwar! Mamê Xidir je re got; “Ey heywanê hovê har, qe li beriya jêrîn tunebûn berx û kar, tu hat te lexist kerç min evdalî xwar? Gur jê re dirane xwe li hev xist û got; êmame Xidir bes e, bike guregur, vî kera çû, here ji xwe’r yekê din bikir:

Hebû tunebû kerekî bêxwedî li dora gundekî hebû. Lê ker pirr şerpeze û perîşan bû. Ji ber ku heçî

karekî wî hebûya bi wî kerî dikir û heçî ku barekî wî hebûya li wî kerî dikir. Ker êdî ji kar û şixulê xelkê bezar

bibû, lewra ji xwe re bi navsera çiyê ve hilkişiya. Bi rê ve rastî roviyekî hat.

Rovî got:

  • Ho kero, tu yê biçî ku?
  • Kerê got:
  • Quzulqurta bavê kero!
  • Rovî got:
  • Lê bêjim çi?
  • Kerê got:
  • Bêje “kerê bi kurtane zer, sêniyeka ceh li ber.”
  • Rovî got:
  • Kerê bi kurtanê zer, sêniyeka ceh li ber, diçî ku?
  • Kerê got:
  • Ez ji ber gundiyan bêzar bûme, ber bi çiyê ve hildikişim.
  • Rovî got:
  • Ma tu min bi xwe re nabî?Beranê got:
  • Kerê got: “Ma çima nabim? Her du bi hevre çûn, çûn rastî beranekî hatin.
  • Ho kero, tu yê biçî ku?
  • Kerê got:
  • Quzulqurta bavê kero!
  • Beranê got:
  • Lê bêjim çi?
  • Kerê got:
  • Bêje “kerê bi kurtanê zer, sêniyeka ceh li ber.”
  • Beranê got:
  • Kerê bi kurtanê zer, sêniyeka ceh li ber, diçî ku?
  • Kerî got:
  • Ez ji ber gundiyan bêzar bûme, ber bi çiyê ve hildikişim.
  • Beranê got:
  • Ma tu min jî bi xwe re nabî?Dîko got:
  • Kerê got: “Ma çima nabim? Ker, rovî û beran bi hev re çûn, çûn rastî dîkekî hatin.
  • Ho kero, tu yê biçî ku?
  • Kerê got:
  • Quzulqurta bavê kero!
  • Dîko got:
  • Lê bêjim çi?Dîko got:
  • Kerê got: “Bêje -kerê bi kurtanê zer, sêniyeka ceh li ber.-
  • Kerê bi kurtanê zer, sêniyeka ceh li ber, diçî ku?
  • Kerê got:
  • Ez ji ber gundiyan bêzar bûme, ber bi çiyê ve hildikişim.
  • Dîko got:
  • Ma tu min jî bi xwe re nabî?
  • Kerê got:
  • Ma çima nabim? Ker, rovî, beran û dîk bi hevre çûn, çûn rastî kevroşkekî hatin.
  • Kevroşkî got:
  • Ho kero, tu yê biçî ku?
  • Kerê gotê:
  • Quzulqurta bavê kero!
  • Kevroşkî got:
  • Lê bêjim çi?
  • Kerê got:
  • Bêje »kerê bi kurtanê zer, sêniyeka ceh li ber.«
  • Kevroşkî got:
  • Kerê bi kurtanê zer, sêniyeka ceh li ber, diçî ku?
  • Kerê got:
  • Ez ji ber gundiyan bêzar bûme, ber bi çiyê ve hildikişim.
  • Kevroşkî got:
  • Ma tu min jî bi xwe re nabî?
  • Kerê got:
  • Ma çima nabim? Ker, rovî, beran, dîko û kevroşk bi hev re çûn, çûn bi rê de kerî got:
  • Gelî hevalan, zirra min hat, divê ku ez bizirrim. Hevalên wî jê re gotin:
  • Malava, tu yê çawa bizirrî, em di navsera vî çiyayî de ne, wê gur bi me bihesin, wê me hemiyan bixwin!
  • Kerê got:
  • Nabe, axir divê ku îllahî ez bizirrim. Axir, kirin nekirin, ker qayil nebû. Kerê serê xwe bilind kir dest bi zirrînê kir:
  • Ahîîî, ahîîî, ahîîî! Tu nebê li devereka nêzî wan heft gur hebûn. Wan dengê kerî bihîst. Her heftan ji hev re gotin:
  • Gelo ev çi deng e, tê?
  • Yekî ji wan got:
  • Ka ez herim, bê ev çi deng e. Hevalên wî gotin:
  • De here. Gur hat dît ku ker û hevalên xwe di navsera çiyî de di nava mêrgê de ne, bêxwedî ne, hema kêfa wî hat û ew ber bi wan ve çû. Ji pişt ve çû çû xwe avête nava teşkên kerê. Hema kerê her du rahnên xwe li stûyê gurî şidandin û ew zeft kir. Beran ji pişt ve bi posan rabûyê. Dîko çû ser pişta kerê bang da. Rovî erd kola. Kevroşkî da xapa. Bi vî awayî hingiya beranî li gurî da ew bêhiş xist. Paşiyê wan gurî berdan, ew nîvmin çû ba hevalên xwe. Havalan jê pirsî:
  • Birayo, te çi dît? Gurê jihalketî got:
  • Birano, qet deng nekin. Ez çûm min qewmek li wê derê dît, kes nebîne. Wan meraq kirin gotin:
  • Çawa? Wî got:
  • Gava ku ez çûm, hema serê min kirin nava du latan, û bi du mêkuttan li nava pişta min dan. Yekî ji wan yasîn li
  • ser min dixwend, yekî dida xapan li kefene min digeriya. Yekî jî her gorra min dikola. Gava guran ev agahî bihîstin, tirs ket dile wan hemiyan bi hevre ji wir bazdan, gotin:
  • Gidî, şukir ji Xwede re ku em ji lepên wan rizgar bûne.. Çîroka min çû navdara Rehmet li de û bavê guhdara

Gelerî: Ji Arşîva www.serhed.org ‘e ÇAVKANÎ: Rojaciwan

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Şiroveyek

  1. Yûsiv Cewher

    Pirr xwesh bu 🙂

Leave a Reply to Yûsiv CewherCancel reply