În , 7 Tebax 2020

Çîroka ji-nû-ve weşandina Hawarê ya Firat Cewerî

Ez dibêjim heke min li vê dinyayê tiştekî baş kiribe ev e, jinûveweşandina HAWARê ye.” – Firat Cewerî
15ê Gulanê, roja çapkirina kovara Hawarê wek Roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Celadet Alî Bedir-Xan sala 1932yê Hawar çap kiribû, Firat Cewerî jî di 1998 de ew ji nû ve weşandibû. Cewerî çîroka xwe ya rêya li pey çapkirina Hawarê ji me re got.

Çîroka di rêyên Stockholm, Şam, Helebê de û serhatiyên li mala qewîtîya Rewşen Bedirxanê di bersiva Cewerî de ye.

1977ê Haya min ji Hawarê nebû

Min di salên xwe yên naşîtiyê de, di salên 1977-78an de dest bi nivîsandina kurdî kiribû. Min bi kurdî dinivîsand, lê haya min ji kovara HAWARê tunebû. Ez di sala 1980 de ji welêt derketim û li Swêdê bi cih bûm. Di eynî salê de kitêbeke min derket. Hê jî haya min ji HAWARê tunebû. Ez bawer dikim di sala 1982an de ez bi HAWARê hesiyam.

Hemreş Reşo hin hejmarên HAWARê civandibûn û weşandibû. Hejmarên destpêkê tunebûn.

Dû şopa Hawarê

Dema Firad Cewerî li Konsolxaneya Swêdê ya li stenbolê diaxive

Di nîvê salên 1980yî de fikra derxistina kovareke edebî di serê min de bi cih bû. Loma ez bi dû şopa HAWARê ketim.

Min xwest ez hemû hejmarên wê bicivînînim û ji nû ve bi çapeke bedew pêşkêşî kurdan bikim.

Sala 1987an min dev ji her tiştên xwe yên li Swêdê berda û min berê xwe da Sûriyê. Ez pêşî çûm Şamê. Min li wir Osman Sebrî dît.

Şam û Heleb

Celadet Alî Bedirxan

Min ji Şamê berê xwe da Helebê. Ji Helebê ez dageriyam Banyasê û ez li xanima Mîr Celadet Alî Bedir-Xan, Rewşen Xanimê bûm mêvan. Li ba Rewşen Xanimê jî hemû hejmarên Hawarê tunebûn. Piştî mêvandariyeke ji dil û dostane, min ji wir berê xwe da Qamişlo.

Ez li Qamişloyê jî li dû HAWARê geriyam. Min hin nivîskarên wê, ku rojên xwe dihejmartin dîtin, lê HAWAR li ba wan tunebû.

Ez qederê du mehan li Sûriyê mam. Ez bi Rewşen Xanimê re her di têkiliyê de bûm. Destnivîsa Celadet Beg jî tê de, wê tibabek kitêbên HAWARê dan min û ji min rica kir ku ez wan bi awayekî bigihînim kurdan da kurd nebêjin ew bêyî ziman û edebiyat in.

Ez bi barek kovar û kitêb ji Sûriyê vegeriyam Swêdê. Min hingî xwest ez HAWARê derxim, lê imkanê min tunebûn.

Di sala 1990î de derxistina kovara NÛDEMê di serê min de zelal bû. Min hejmara pêşî di bihara 1992an de derxist. Lê armanca min her derxistina HAWARê bû. HAWAR û dema HAWARê bi temamî hatibû ji bîr kirin. Belkî haya yek libinan jê hebû, lê bi gelemperî hatibû jibîrkirin.

Nûdem û Hawar

Kovara Hawarê ya ku Nûdemê çap kiriye

Piştî ku min çend salan NÛDEM derxist û NÛDEMê cihekî xwe di dilên xwendevanên kurdî de çêkir, êdî dema ku ez HAWARê jî bigihînim kurdan hatibû. Hin hejmarên kêm min ji ba Mehmed Uzun û Mahmûd Lewendî peyda kirin û min di sala 1998an de mîna du cildan derxist.

“Heke min li vê dinyayê tiştek baş kiribe…”

Ez pir pê re westiyam, lê gava ez niha vedigerim û lê dinerim, ez dibêjim heke min li vê dinyayê tiştekî baş kiribe ev e, jinûveweşandina HAWARê ye.

HAWAR di 15ê gulana 1932an de derketibû, min jî ew di 15ê gulana 1998an de derxist. Îro HAWAR ji mirinê filitîye û bi her awayî gihiştiye nifşê nû. Îro 15ê gulanê ye, cejna zimanê kurdî ye, ev roj li kurdan pîroz be! Hêvîdar im wê kurd, kurdî tenê di vê rojê de nehêlin, hemû giraniya xwe bidin kurdî û bikin kurdî bibe zimanê perwerdeyê û li bazarê pere bike…

(Murat Bayram/Bianet Kurdî – 15.05.2019)

Murat Bayram

Mayıs 2016’dan beri bianet Kurdî editörü. Kürt medyasında beş yıl Kurd1 TV, Evro Gazetesi, Waar TV ve Kurdistan24 televizyonunda haber editörü, köşe yazarı ve muhabir olarak çalıştı.

Serbest gazeteci olarak; Diyarbakır’da Middle East Eye, Al Jazeera International, Deutsche Welle, RT TV ve the New York Times için çalıştı.

Belkî îşev binive(Belki bu gece uyur, Avesta Yayınları) öykü kitabının yazarı.

Los Angeles, California Üniversitesi(UCLA)-KAES tarafından “en yaratıcı ve orjinal yazan genç yazar” (2012) Güneydoğu Gazeteciler Cemiyeti tarafından Kürtçe haber ve program dalında “yılın gazetecisi”(2014) ödüllerine layık görüldü.

Derbar Ridwan Xelîl

Avatar
Ji nisêbînê ye. Rojnamegerî, Weşangerî, Grafîkerî û televîzyongerî kiriye. Li îzmîr, Stanbol, Mêrdîn û herî dawî li Enqereyê jiyaye.

Dikarê vê jî bixwênê

Jimara 2. ya Kurd’Înalco Derket

Ziman, Wêje û Çand, li Ewropayê jî xwe her zindî dike ! Xwendekarên Kurd ên Parîsê, …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.