Çîroka Heskîfê Berve Tunebûnê ye

Çîroka Heskîfê: Dîroka me çû, mala me çû em li ser axa xwe bûne penaber

Înşaeta Heskîfê dewam dike, ji bo ku xelk ji navçeyê derkeve ji qeymeqamiyê re nivîs hate şandin. Xelk ji aliyekî ve ji bo binavbûna dîrokeke bi hezaran salan li ber dikevin ji aliyê din ve jî ji bo xwe li ber dikevin. Lewra xelk dibêje bihayê îstîmlaqê jî pir kêm e. Em ê mexdûr bibin.

Xaltîka Husna tam li yamancê Kelha Heskîfê dijî. Maleke piçûk e mala wê. Ji ser şkeftan de seyra Dicleyê dike. Heman weke Mamê Hesen. Êdî di vê emrê xwe de lazim e axa bav û kalên xwe berdin û herin diyarekî din. Dizanin êdî wext pir nemaye. Mehmet Çigcî derdê xwe wiha êkat dike, “Ez li ser axa xwe bûme penaber. Ez nikarim zeviya xwe biçînim, nikarim li rezê xwe binêrim. Dîroka me, mala me çû. Niha dixwazin me bikin deyndarê TOKÎyê jî.”

Hüsna Öztürk jî heman tiştan difikire, “Heta niha cihek nîşanî me nedane. Gelo em ê bi ku de herin. Gerçî ev ne girîng in lê gelo gorên ev qas insanan dê çi bibin? Hemî jî dê di bin avê de bimînin.”

Êdî qanûn li Meclîsê hate qebûlkirin. Vegera wê êdî zehmet e. Di demeke nêz de 250 kepel, ji 5 hezarî zêdetir şkeft, mizgeftên dîrokî, bermayiyên dêran, pirên dîrokî dê di bin avê de bimînin.

Li navçeyê hê jî problemên mezin he ne. Li Heskîfa nû avahiyên ji bo nişteciyê Hekîfê nehatine çêkirin. Nirxê îstîmlaqê hê tam ne diyar e. Ji aliyekî ve bi bihayekî erzan hukimet îstîmlaqê dike ji aliyê din ve bi bihayekî zêde dê malên TOKIyê bifroşe xelkê.

12 hezar sal in li Heskîfê jiyan he ye

12 hezar sal in Heskîf ciyê jiyanê ye. Yekparetiya xwe ya eydê Çaxa Navîn hê jî diparêze. Di vê qadê de bajarekî din tine ye li Anatolyayê. Şopên ji dewletên Asur, Urartû, Bizans û Romayê û hê gelek medeniyetên din he ne.

Jêder: zamankurdi.com

Derbar Çand Name

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply