Çîroka Hechecik

Dibê di dewra Hz. Sulêman de, teyra hechecok li ser rê ji xwe re dilîze. Hew dibîne kû zilamek ji wê de hat ji tirsan ve xwest ji wir durbikeve, lê dema kû zilam nêzîk bû hechecokê dêhna xwe da yê, zilamek serî bi şaşik rû bi rîh û mil bi xişt e. Xwe bi xwe wiha got: ”Ev zilam weke mu’mînan e, ez dibêjim ev bawermend e, tu zirarek nade min” û lîstika xwe berdewam dike û xwe nade alîkî.
Wexta ku zilam nêzî hehecokê dibe, ji erdê kevirek digre û davêje lingê hechecokê dişkîne. Hechecok fir dide, diçe ba Hz. Sulêman û wiha gilî dike:
-Ya nebî, li filan derê zilamek wiha ez bi şiklê xwe xapandim lingê min şikand. Ez da’wdar im.
Hz. Sulêman ferman dide wî zilamî dide anîn. Wî didarizîne û wiha emir dide:
-Lingê vî zilamî bişkînin
Hechecok ji Hz.Sulêman dexale dike;
-Ya nebî, tu lingê wî bişkîne, lingê min sax nabe û êşa wê naçe.
Daxwaza min, tu şaşika wî ji serî dayne, xiştê wî jê bigre û rîha wî kurr bike bila hechecokeke din pê nexape.

Derbar Rêvebir

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply