Çîroka Gakûvî û Rezê Tirî

Nêçîrvan ketibûn pê gakûviyê. Gakûvî revî û çû xwe di nav rezê tirîyan de veşart. Nêçîrvan jî têdiketin nava rezê, lê nedîtin. Gakûvî ku zanî hinek xetere derbas bûye, destpê temaşeyê derdora xwe kir ku dibîne belgên tiriyan ter û teze ne xwe ranagire û xwe rahişte xwarina wan. Ancax ku dengê xwarina wê çû guhên nêçîrvanan. Wan jî: Bi qêr gotin: “Qey dibe ku di bin rezê henê de ajalek xwe vedişêre!”

Tîr avêtin li wî aliyê ve û gakûvî lêxistin. Gakûvî birîndar bû ku fam kir dê bimire, got: “Ax min çi kir! Ev rez, min veşart; min qenciya wî nezanî û min destpê xwarina belgê wî kir. A niha jî ez cezaya xwe dikêşim.

“Li hemberê qenciyê, xirabî kirin, xirabiya herî mezin e.”

Necmettîn KEVE

Wergerên Çîrokên Ezopê

kurtdiliedbiyati.com

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply