Çîroka Elmeşko

Çi hebû çi tunebû…

Rojekê li derekê bavek û sê lawen xwe hebun e.

Bav, ji bo ku zarokên xwe xwarinê bibîne çûye nêçîr.

Çûye, lê bi xwe bûye nêçîrê dêw.

Her sê lawên wî pir xemgîn bûne.

Dikin ku heyfa bavê xwe hilinîn.

Pêşiyê  birayê mezin derdikeve berê xwe dide mala dêw.

Li ser rê li şivanekî rast tê.

Şivan dibêje;

-Rêwîyo, tu diçî kû?

Birayê mezin dibeje;

– Ez diçim mala dêw, ji bo heyfa bavê xwe hilinîm.

Şivên teyştek firdê mêst hazir kiribû, ji bo taştê… Ji Birayê mezin re got;

– Pismam, were vi firdî bixwe, ku tu biqedinî ti dêw dikarî bikujî…

Birayê mezin xwar, xwar, xwar. Lê ji teyştê tiştek kêm nebû. Şivên got;

-Mere cem dêw, an ewê te bixwe. Vegere here mala xwe.

Birayê mezin, hêrs bû û şivên re got;

-Pêwistîya min bi aqlê te tune. Here karê xwe binêre, min bi karê vala mijûl neke.

Wiha got û kete rê. Pir çû, hindik çû. Îcar li kilekê rê, li nav baxçekîde kalekî rast tê. Kal ji bireyê mezin  dipirse;

-Lawiko, tu kude diçî?

Birayê mezin,  ji serîde hatta dawîyê meselê ji re dibêje…

Kalê jê re got;

-Xwedê alîkarê te be, lêbêlê ji  vê dara gûzê kanibî gûzêkê jêkî, tê serbikevî.

Birayê mezin, çokek rakiri û li darê xist. Lêxist , lêxist, lêxist… Lê nikaribu gûzek bixistiya.

Kalê jê re got;

-Vegere here mala xwe, dev jî berde heyfa bavê xwe, bila canê te û zarokên te saxbin…

Birayê mezin guh neda kalê, rabu kete rê. Pir çû, hindik çû. Îcar jî pîreke por  spi rast tê. Pîrê got ku;

-Lawê min, ti kude têyî, kude diçî? Çima hewqas bilezî.

Birayê mezin bersiv da pîrê;

– Ez diçim mala dêw, ji bo heyfa bavê xwe hilinîm. Ji ber vê yekê bilezim.

Kin gotin direj gotin, wexta rêketinê hat. Pîrê got ku;

-Lawê min, were binêre, ku tu kanibî têlek por ji porê min jêkî ti dêw dikarî bikujî.

Birayê mezin; çawa kir, nikaribu têlek por ji porê pîrê jêkira. Her têlek por bûbû wek polat…

Pîrê kir nekir, nikaribu vegeranda. Rabû beri da mala dêw. Herku rê nêzik dima hêrsa wî zêde dibû.

Ku gîhîşte mala dêw, bang lê kir, got;

-Derkeve meydanê, ezê te bikûjim,…

Dêw tew xwe neêşand, serê xwe teqê re derxist, Birayê Mezin daqurtand.

Xeber çu gihîşte birayen wî. Pir xemgin bûn û pir kevicin. Îcar jî Birayê Navîn dikeve rê, lê qedera wî jî wek bav û birayê xwe dibe…

İcar Elmeşko hînek hêk, gêrmi tev kiriye û ketiye rê.

Li ser rê  ew jî wek birayên xwe li şivên rast tê.

Şivan dibêje;

-Rêwîyo, tu diçî kû?

Elmeşko dibeje;

– Ez diçim mala dêw, ji bo heyfa bavê xwe hilinîm.

Şivên dîsa teyştek firdê mêst hazir kiribû, ji bo navro… Ji Elmeşko re got;

– Pismam, were vi firdî bixwe, ku tu biqedinî ti dêw dikarî bikujî…

Elmeşko kevçi kire dest xwe, tiştek nehîşt ji şivên re. Şivên got;

-Lawo te çikir? Ew xwarina min a heftekî bû. Lê tiştek nabe. Tê li hember dêw serbikevî,  de here oxir be.

Elmeşko, kete rê. Pir çû, hindik çû. Îcar li kilekê rê, li nav baxçekîde kalekî rast tê. Kal ji Elmeşko dipirse;

-Lawikê xweşik, tu kude diçî?

Elmeşko,  ji serîde hatta dawîyê meselê ji re dibêje…

Kalê jê re got;

-Hêvî dikim ku qedera te wek bav û herd birayê te nebe, lêbêlê ji  vê dara gûzê kanibî gûzêkê jêkî, tê li hember dêw serbikevî.

Elmeşko, çok li darê xist, li ser serê kalê de gûz bariya û ser darê gûz nehişt.

Kalê jê re got;

– Xwedê alîkarê te be, dixwazim ji Xwedê, tu heyfa bav û birayê xwe hilinî …

Elmeşko eware nebû , rabû kete rê. Pir çû, hindik çû. Îcar jî pîreke por  spi rast tê. Pîrê got ku;

-Lawê min, ti kude têyî, kude diçî? Çima hewqas bilezî.

Elmeşko bersiv da pîrê;

– Ez diçim mala dêw, ji bo heyfa bav û birayên xwe hilinîm. Ji ber vê yekê zû dimeşim.

Kin gotin direj gotin, wexta rêketinê hat. Pîrê got ku;

-Lawê min, were binêre, ku tu kanibî têlek por ji porê min jêkî ti dêw dikarî bikujî.

Elmeşko, ku destê xwe avêt porê pîrê, têlek por nehîşt ser serî  de…

Pîrê  jire got;

-Porê min bide min, qenê ezê ji xwe re bikim gore,pêşiya me zivistan e.

Porê pîrê da pîrê, paşê rabû kete rê. Pir çû, hindik çû. Gîhîşte mala dêw.

Elmeşko Ku gîhîşte mala dêw, bang lê kir, got;

-Dewê hêja, derkeve were em pêşbazî bikin,

Ku dêw va peyva bihîst, keniya hate cem Elmeşko.

Elmeşko dibêje;’’ ez kanim ji kêvir avê derxim.’’ Û ji berîka xwe hêkê derdixe û digovişe, ji hêkê av dirje…

Dew jî, kevirekî radike û digovişe, bitenê cilkek av derdixe.

Elmeşko dibêje;’’Were îcar jî em gêrmiyê bixwun, paşê jî ji zikî xwe derxin.’’ Û kêvçê bin gêrmiyê dixe. Lêbelê gêrmiyê tale bin sixmeyê(gomlek) xwe dike. Paşê jî bi kêrê sixmeyê xwe diçirîne. Dew hêrs dibe. Gêrmiyê dide ber xwe, duxwe û duxwe. Paşê jî bi kêrê dide ser zikê xwe diçirîne. Lê bi vî awayî dikeve feqa Elmeşko.

Elmeşko, ji zikî dêw bav û birayên xwe derdixe û diçin mala xwe.

Tev bi hev re bextewar û dilşad dijîn…

Derbar Rêvebir

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply