Du boxeyê li hev ketibûn,
Sedema hevketinê jî çêlekekê dewlemend bû
Beqek jî diperpitî, hevalê wî lê pirsî: -“ Ma teşqele ji bo çi ye? Hûn çima bi xem bûn?”
Beqa din bersiva pirsê da û got:
-“ Ma hûn nabînin? Dema ku ev şer dawî be, yek ji bi ser keve, yek ji wan jî bi bin keve, yê ku bi bin ket stûyê xwe xwar ke û wê li van deran biterikîne, heke ji xwe re cîhekî nû nebîne wê bê ber gola me. Wê me talan ke wê me yek bi yek biperçiqîne, cezaya şerê çêlekê em ê bikşînin.”
Beq ji ber teşqeleya xwe mafdar bû;
Vî hereşeyê ji berî ve hesiyabû.
Û boxe hate li ser golê;
Wî rojane heştî beq diperçiqand û dikuşt.
Ömer ÖZCAN
www.candname.com