Cinsê Hewywanên Kedî

Cinsê rêzimanî yê peyvên ”beran, nêrî, ga” nêr e: em dibêjin ”beranê malê, nêriyê malê, gayê
malê” wek çawa ku em dibêjin ”mêrê malê” yan ”kurê malê”. Anku cinsê rêzimanî yê van
heywanan li gor cinsê wan yê siriştî ye: Em nabêjin ”*berana malê” ji ber ku beran ne mê ne lê nêr
in.
Cinsê rêzimanî yê peyvên ”bizin, mih/mî, çêlek/çêl” mê ye: em dibêjin ”bizina malê, miha malê,
çêleka malê” wek çawa ku em dibêjin ”jina malê” yan ”keça malê”. Anku cinsê rêzimanî yê van
heywanan li gor cinsê wan yê siriştî ye: Em nabêjin ”*çêlekê malê” ji ber ku çêlek ne nêrin lê mê
ne.
DU CINS Û DU NAV
Piraniya heywanên guhandar (memkidar, şîrdar, bi inglîzî ”mammals”) yên kedî yên gihiştî du
navên cuda bo cinsên nêr û mê hene: bizin/nêrî, mih/beran, çêlek/ga, hesp/mahîn, ker/maker,
se/dêl”. Heta hin heywanên çengdar/baskdar yên kedî yan xwedîkirî jî navên cuda bo her cinsekî
heye: ”mirîşk/dîk(il), kew/mêkew”.

Piraniya zimanên din jî du navên cuda bo gelek heywanên kedî hene. Bo nimûne, em ê navê ”mirîşk” û ”dîk(il)”î bi çend zimanan bidin:
kurdî dîk, dîkil mirîşk

erebî dîk دیك 1 decace دجاجة
farisî xorûs خروس 2 morğ مرغ
tirkî horoz tavuk
inglîzî rooster, cock hen, chicken
frensî coq poule, poulet
spanî gallo gallina

Bi heman awayî di piraniya zimanan de navên cuda bo ”bizin û nêrî”, ”mih û beran”, ”ga û çêlek” û hwd. hene. Bala xwe bidinê ku di nav van zimanan de hin yên wisa jî hene ku cinsê rêzimanî tê de nîne: ji zimanên li jor di kurdî, erebî, frensî û spanî de cinsên rêzimanî hene lê di farisî, tirkî û inglîzî de cinsên rêzimanî nînin. Lê dîsa jî tirkî, inglîzî û farisî jî li gor cinsên siriştî yên hin heywanên kedî û
bernas navên cuda li wan dikin.

Husein Muhammed

Derbar ziman

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply