Nexweş ketim canê, tu li ku yî?
Berî ez bimrim, min nexe tirbê!
Roja tengasiyê, tu ne li vir î
Ez dimrim canê, çima tu nayê?
Şevên cemidî, dikevim tayê
Bê te serê min, dikeve belayê
Delal zû wer e, qet bê te nabe
Ez dihelim canê, çima tu nayê?
Were delalê, were hevalê
Bê te çi dikim, sebra min nayê
Ez û tu gul bûn, li bexçê gul an
Tim bi hev re bûn, wek cotê qûmriyan
Ronî Aram