Çima Lambeyên Trafîkê Kesk, Sor û Zer In?

Sedem ev e ku: ev sepan ji rêhesinan hatiye stendin. Sepana roniyên trafîkê, beriya tirimbêlan ji bo kontrola trenên rêhesinî dihat bikaranîn. Rêveberiya Rêhesinê rengê sor wek sînyala, “sekinandinê” hilbijartibû. Ji ber ku ev reng, rengê xwînê ye û bi sed salan e nîşaneya zirar, talûke û mirinê ye.

Lê di sala 1830’an de dema ku rêhesinan dest bi falîyetê kir, rengê kesk “talûkeyê” rengê spî jî wek, “derbasbûne” hat sepandin. Piştî demekê rengê sînyala spî bû pirsgirêk. Sinyala spî ya ku wateya wê “derbasbûn” bû, bi roniyên kolanan ve tevlihevî çê dikir.

Ya herî xirabtir, sînyala stopê ya sor dema ku ji cihê xwe derdiket, rengê wê dibû spî û ev yek jî dibû sedema qezayan. Di dawiyê de sor ji bo “sekînandinê”, ya kesk ji bo “ derbasbûnê”, ya zer jî ji bo “baldariyê”  hat bikaranîn. Wekî ku tê zanîn, rengê zer di nav rengan de, rengê herî balkêş e. Bi ve yekê, ger makînîst bi rengê zer sînyalekê bibîne, fêm dike ku pirsgirêkek li wir heye û divê tevdîrên xwe bigire.

Dema di riyan de hesp û parxêl hebûn jî li bajarên mezin ên dinyayê pirgsirêka trafîkê hebû. Lambeyên trafîkê bi gazê ve dihatin bikaranîn û li dora eşkêlekê dizivirîn. Piştî salekê ew lambe ji holê hatin rakirin. Ji ber ku polîsên ku ew dizivirandin, birîndar dikirin. Bi derketina tirimbêlan û di nav bajêr de çûnûhatina wan rewş xerabtir bû. Li bajarên cuda, sepanên cur bi cur hatin kirin. Sepana di rêhesinê de bû mînak. Lê li wir du xetên paralelî hevdu hebûn. Ev pergal, di xaçerêyan de bi kêr nedihat ku rastî hev dihatin.

TrafficLights

Di dawiyê de lambeyên trafîkê yên otomatîk ên bi ceyran, cara ewil li Clevelanda Emerîkayê ji aliyê reşpêstê bi navê Garrett Morgan ve hatin çêkirin ku ew xwediyê tirimbêla ewil bû. Morgan, di sala 1914’an de dest bi ceribandinên xwe yên ewil kir û di sala 1923’an de patenta xwe hilda. Morgan, di sala 1963’an de beriya mirina xwe, patenta xwe bi 40 hezar dolarî firot şîrketa General Electricê.

Lambeyên Morgan, wek rêhesinê bûn. Li ser wan tîpa “T” yê hebû û yek ji wan sor a din jî kesk bû. Di demeke kurt de ji bo hişyarkirinê lambeya zer jî bi wan ve hat pêvekirin û sepan belavî hemû dinyayê bû. Rengê zer her çiqas bi eslê xwe bê wateya “hişyarbûnê” jî, îro ajokar wêya wek “derbasbûn”ê fêm dikin.

– Menazîr Aslan-Parzemin

Derbar ziman

Check Also

Çend Lêkolînên Ser Zanistê

Bi zimanê Kurdî pirtûkekê kurt û bisûd em didine pêşberî we. Hevalê ezîz kanin daxînin …

Leave a Reply