Çima Kurd Zimanê Xwe Xwedî Dernakevin?

Dibêje Kurdî pirr dewlemend e erê lê ka piştrasta te?

Di van rojên dawî de bi rastî ziman di xetereya wendabûnê diçe yanî mera dikare bibêje dewletên ku Kurdistan dagirkirine hêdî hêdî Kurdan dixin bin bandora xwe û wan ji çand, huner û zimanê wan dûr dixe lê ya herî girîng jî ziman e ji ber ku neteweyek navê xwe ji navê zimanê xwe distîne û ew wekî tê pejirandin îro gava tu bala xwe didê Kurdek xebatkarê gelemperiya dewletê be jî xwe dinase û gelek jê diçin qûrsa ziman û Kurdiya xwe paqij dikin lê sed mixabin bi zarokên xwe re peyvek Kurdî jî bikarnînin sedem?

Welle ma law/keç’ a min mezin bibe wê xwe bixê nava rêxistinan na hûn çewt difikirin ji xwe ew bi Kurdî nizanibe jî ku bizanibe Kurd e gava zaningehê bixwîne wê xwe bikaribe xwe bixe nava rêxistinan û mafdar haa ev jî heye dibe ku bibêje ma ez hê bi Kurdî nizanim ez Kurdê çi me? Ji xwe ya herî mirov ditirsîne jî ev e îro bi rastî jî ji bo kesek Kurdî ya xwe pêşve bixe û paqij bike delîv gelek e. Lê mixabin pirr kêm kes ev tiştî dikin îro gava mirov li tevna civakî binere jî gelek rûpel û kom ji bo Kurdî xebatan dikin gelek mirov dixwazin li zimanê xwe xwedî derkevin di tevna civakî de parve kirinên xwe bi Kurdî dikin gelek jê jî bala xwe nadin ev tiştî bi rastî yên ku ji bo ziman xizmetekê dikin ne bi navê xwe yên nasnameya dewletê tevna civakî bikartînin ev jî çêtir e ku digel nikaribe tişkî bike û eger mirov bala xwe bidê gava keçikên Kurd ên lîse an jî zaningehê dixwînin ji wan heye gava bi Tirkî diaxivin pirr nazik xuya dibin jî hene lê gava ew nikaribin bi zimanê dijmin du peyvan bi ser hev bînin û wekî wan biaxivin jî dikevin rewşeke kenewer ha xort ji keçan ji axaftinê de çêtirin lê ew jî wekî keçan di peyam şanîna û hwd. xwe xistine bin bandora zimanê dijmin belê îja tu Kurdistanek e serbixwe dixwazî lê tu nizanî bi Kurdî binivîse ma ev ne şerm e?

Tu doza çi dikî? Tu dibêje ez em Kurdin lê tu navdarekî Kurd nas nakî ma ev ne şerm e? Haa gotinek dibêje mirov nizanibe ne şerm e mirov xwe fêr neke şerm e îja de divê tu çi tatêl bikî vekole vekole û dîsa vekole bi Kurdî binivîse bi Kurdî bixwîne û bi Kurdî bifikirî ya herî girîng bi Kurdkî bijî…

Nurullah Güngör

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply