Çima Hangouts ji Whatsapp û Signalê Çêtir e?

Ez bi xwe dema rûdinim ber komputerê (laptop, PC) divê maila xwe, sohbeta xwe, nivîsên xwe, hevdîtinên xwe hemûyan vekim.

Min heta demek berê jî WhatsApp bi kar dianî, ji ber ku gelek kes ne bi WhatAppê be nizanin li mirov bigerin.

Lê piştî demekê min nihêrî di telefona min de Hangouts heye. Piştî ez hîn bûm ew jî parçeyekî Google’ê ye kêfa min jê re hat. Ji ber ku Google hemû karên xwe pir baş dike û senkronîze dike, yanî hemû bi hev re kar dikin.

Piştî min dest bi Hangoutsê kir, êdî dema ez li ber komputera xwe rûdinim tenê Gmaila xwe vedikim. Dema min Gmail vekir êdî hem mailên xwe dibînim, hem kesên Hangoutsê dibînim, hem jî di Google Doc de nivîsên xwe yên kar û dersên xwe dibînim, hem di Google Drive de pirtûkan.

Piştî ev mîrata Covid-19 derket, Google’ê gavek çêtir avêt û Google Meeting çêkir. Bi kinasî jê re Meet tê gotin û “mît” tê xwendin. Bi saya vê bernameyê jî mirov dikare heta 100 kesî jî bi hev re civîvên zindî bi cih bine. Belaş e, lezgîn e, ewle ye.

Êdî dema Gmaila xwe vedikim ji xwe Meet jî li ber destê min e. Hemû bi hev re senkronîze (lihevkir) ne.

Google li cîhanê şîrketek wisa ye ku tu carî dane (agahî) yên bikarhênerên xwe nade tu kesî. Pêdiviya wê pê tune.

Ez belkî baş nizanim bînim ziman, lê bi giştî fêdeya Hangoutsê ew e ku her tiştê WhatsAppê bi cî tîne û hem jî mirov pê ewle ye. Telefona min ji min bi dûr biketa min nikaribû WhatsApp li ser PC’ê vekirî bihişta, diviya telefon nêzîk bûya. Tiştekî wisa yê Hangoutsê tune.

Û…Ne li ser PC û Laptopê, di telefonê de fêdeya Hangoutsê ji WhatsAppê pir tune. Her du jî bi kêrî danîna têkiliyê tên. Her du jî tu bixwazî arşîva te tomar dikin, tu nexwazî nakin. Lê peyva rast, ez bi peymana Google’ê bawer im, dikarim bibim kefîlê we, lê ji bo tu şîrketên din nabim kefîlê xwe û tu tiştî. Google’ê di tevahiya jiyana xwe ya vî karî de nîşan daye ku ew bi ehlaqekî pak kar dike. Êdî keyfa we ye.

Nivîs a Şahsiwar e

Li ser twîtirê: @sahsiwar

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply