Çima Em Roja Dayîkan Pîroz Dikin?

Li gelek welatên cîhanê , her sal hefteya duyem roja yekşemê ya meha gulanê wek roja dayikan tê pîrozkirin ; di wê rojê de li ser girîngiya dayikan a di nav civak û jiyana mirovahiyê de tê sekinandin . Bi vî awayî di malbata mirovahiyê de cejneke hevpar a dayikan derketiye holê.

Avakara ewil a vê kevneşopiyê/ tradîsyonê li gorî daneyên googleyê, keçeke ciwan û dilzîz a bi navê Jarvîs e. Jarvîs , li bajarê Philadelphiaya Emerîkayê dijiya û ew keçik ne ji malbateke zengînê wisa bû .Dema di sala 1906an de dayika wê dimire , dinya wê xirab dibe . Ew dibêje qey piştî mirina dayika xwe , pergela cîhanê dê tevde serûbinê hev bibe. Keça ciwan, nikare xwe ji wan ramanên nezelal û xumam rizgar bike. Salek, bi temamî jiyana wê bi xemgînî derbas dibe . Dayika wê Roja 6ê Gulana sala 1906an miribû . Jarvîs di 6ê Meha Gulanê sala 1907an de hemû hevalên xwe yên nêz/pêş li hev dicivîne û dayika xwe bi bîr tîne , ji hevalên xwe re pêşniyar dike ku bila her sal 6ê gulanê wek roja pîrozkirina dayika wê be . Hevalên wê, vê pêşniyarê qebûl dikin . Hewildana israrkar a Jarvîsê di wê mintiqeyê de encam dide û her sal meha gulanê roja yekşema hefteya duduyan wek roja dayikan tê pejirandin/qebûlkirin. Ev tradîsyon di nav demeke kurt de digihîje alîgirekî berfireh / girseyeke mezin.

Parêzgerê/waliyê Teksasê di sala 1912an de rengekî fermî dide vê kevneşopiyê . Ev kevneşopî di demeke kurt de , pêşî li hemû eyaletên Emerîkayê piştre li hemû Ewropayê û Rojhilata Dûr/Asyaya Dûr belav dibe. Bi vî awayî bi hewildana keçeke dilzîz piştî 20 salî li gelek welatên cîhanê ev dibe wek kevneşopiyeke cîhanî.
Piştî ewqas agahiyan ka em binihêrin û fêm bikin bê ka dayik çi kes û çi tişt û li kuderê ye? Dayik : Hevjîn û heskir, dê û xwişk , jinap û jinxal , xaltik û metik …û bi kurtasî jêdera mirovahiyê ye. Ango mirov bibêje dayik gerdûn e û gerdûn dayik e û her du bi hev re dibin jiyan rastir e . Ji ber ku yek bê yekê nabe.

Grace Steton Thompson gotiye : ” Diya min li her derê ye , di rûpelên pirtûkekê de ye, di nav xwarina ku em dixwine de ye, di nav bahoza çolîstanê de ye, di cewhera ku roj diçe ava de ye, di ronahiya krîstala heyva çardeşevî de, di tavzerîqa rojavêtinê de ye . ” Ev jî dide nîşandan ku ew li her derê ye. Ji ber ku ew evîn e, hewcedarî ye. Peyxemberê me Hz Muhammed ( s.x.l ) gotiye: ” Ji dê û bavên xwe re başiyê û qenciyê bikin ku zarokên we jî, ji we re sernerm û hûrmetkar bin.” û di yeke din de gotiye : ” Bihûşt di bin piyên dayikan de ye.

Îcar ku em jiyaneke bextewar li vê dinyayê û li wê dinyayê bixwazin : Divê mirov ji dê û bavên xwe re hûrmetkar be. Li wan xwedî derkeve. Ne tenê di roja dayikan de mirov ji dayika xwe re baş be. Divê di xweşiyê û nexweşiyê de mirov her tim piştevanê wan be û qîmetê bide wan . Nexwe tenê rojekê be , qîmêta wê rojê jî tune ye . Divê ciyên dayikan di nav dilên zarokên wan de be.
Bi vê hincetê roja dayikan di serî de li dayikên me yên gelek êş û azar kişandine û li hemû dayikên cîhanê pîroz dikim!

Mamoste Dilovan

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply