Çima Dê û Bav, Dê û Zarok Bi Hev Re Pirtûk Bixwînin

SOHBETÊK LI SER PEDAGOJÎYÊ

Îro hevalekî hat serdana min. Em di sinifa min de rûniştin.Piştî ku şagirtên min yên pêşdibistanê yên 6 salî çûn em ketin nava sohbetek kûr, germ û xweş. Pedagojî bandorê li ser jîyana me ya rojane jî kirîye. Bo wî disa mijara me pedagojî û perwerde kirina zarokan bû.
Mijar gelek germ û xweş bû.
“Çima divê bav, dê û zarok bi hev re pirtûk bixwînin”.
Destpêka bi hev re pirtûk xwendinê kengê be baş e?
Li ser hin niqteyan me li hev kir. Du kurd û li hev kirin ha!!! Na, em dikarin ji gelek mirovên din zêdetirîn li hev bikin. Pêwîstiya gelê me ji yên din zêdetir bi metoda li hev kirinê heye. Ji nava sohbeta me ev niqte derketin pêş.
1. Divê dema pêşdibistanê, kreşê de (1 salî) malbat,( dê û bav) bi zarokên xwe re destpê bikin û pirtûk bixwînin.
2. Ji bo zarokan û malbatê ev dema bi hev re xwendinê dibe dema herî xweş.
3. Ev bi hev re xwendin dibe sebebê ku zarok dikarin pirsan bikin.
4. Bi vê riyê ji xwe baweriya wî/wê bi pêş ve diçe.
5. Di navbera bav û dê û zarokan de têkiliyan germtir dike.
6. Bi vî riyê zarok bo xwendinê amade dibe.
7. Kîlera gotinên wî/wê dewlemend dibe.
8. Bi vî riyê çîrok û hîkaye bala wî/wê dikşîne.
9. Têgîna wan ya serxwebûnê bi pêş ve diçe.
10. Têgîna wan ya şîrovekirinê baştir û mezin dibe.
11. Zanyarîya wî/wê dewlemend dibe.
12. Têgînên bi mirovên, zarokên din re têkilî dayînê gewretir dibe.
13. Têgîna wî/wê ya xwendin û guhdarî kirinê digîhîhe.
14. Bi vî riyê têkilîyên navbera sewt/deng û tîpa/herfan dibîne.
15. Girîngîya xwendinê fêr dibe.
Ji nava sohbeta me ev niqte derketin holê. Nizanim dibe ku kêm be lê xwendin bi dê û bav re jiyana zarokan xweştir dike, di hêla baştir de bi pêş dixe. Hestên germên zarokatiyê tên bîra temenî mezinan. Pêşeroj, zarok bi van riyan dibin pêşerojên baştir, zana, mirov.

Hakki Balta

Derbar Rêvebir

Check Also

7 Celeb Malbat

Gotara jêrîn, 7 celeb celebên malbatê vedibêje. Pêşî gotarê bixwînin û fêr bibin ka hûn …

Leave a Reply