Çima 21ê Sibatê Roja Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî ye?

Roja Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî her sal 21ê reşmehê (sibatê) tê pîrozkirin. Ev roj, di 17.11.1999 de ji aliyê UNESCOyê hat pejirandin û bi seremonîyekî hat ragihandin. Ev roj her sal li seranserê cîhanê bi çalakiyên pirrengî tê pîrozkirin. Armancên vê rojê ev in:

  • Balkişandina ser mafê perwerdeya zimanê zikmakî.
  • Bilindkirina têgihiştinan ji bo civakeke pirçandî.
  • Bilindkirina toleransan li hember mirovên cihêreng.

Çima 21ê Sıbatê?

Dema ku UNESCO li ser pirsa dîyarkirina rojê di nav lêgerînê de bû, Bangladeşiyan 21ê sibatê pêşnîyar kir.

Di 21ê reşmeha (sibata)1952ê de, di xwepêşandaneka ji bo fermîbûna zimanê zikmakî de polîs 11 kes kuştin. Loma Bengladeşî 21ê reşmehê (sibatê)wek roja şehîdên zimanê xwe bibîrtînin.

Bengladeş heta sala 1971ê mêtingeha Pakîstanê bû. Hema hema hemî bengladeşî bi bengalî dipeyivîn, lê dîsa jî zimanê wan yê fermî zimanê Pakîstanê, urdû, bû. Bengladeşî ji vê yekê ne razî bûn. Nerazîbûna xwe bi çalakiyên têvel diyar dikirin.

Di 21ê sibata 1952ê de, ji bo ku zimanê bengalî jî li gel zimanê pakîstanê yê fermî,urdu, bibe zimanê fermî, xwendekaran xwepêşandaneka girseyî li dar xist. Polîs êrîş bir ser xwepêşandaran û 11 kes kuştin. Lê bengladeşiyan têkoşîna xwe ya ji bo fermîbûna zimanê xwe yê zikmakî domandin.

Hukumeta Pakistanê neçar ma ku di 1956ê de urdu û bengalî bi hev re li Pakîstanê bike zimanên fermî. 21ê reşmehê (sibatê), di têkoşîna ji bo bikaranîna mafê zimanê zikmakî qonaxeka girîng e. Lewma UNESCoyê ev roj pejirand.

Di van salên dawî de kurd jî hêdî hêdî vê rojê pîroz dikin û balê dikşînin ser mafê kurdan yê perwerdeya zimanê zikmakî û perwerdeya bi zimanê zikmakî. TZPê (Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî) bi daxuyaniyekê agahdarkir ku ewê bi awayekî berfireh vê rojê pîroz bikin.

Çavkanî: ku.wikipedia.org

Derbar Çand Name

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Leave a Reply