Çil Hedîs

Pêxember (s.X.l) di Hedîsek xwe de wuha gotî ye: “Ji ummeta min kî Çil Hedîsî  jiber bike; Xwedê wî di nav ‘alim û faqihan de bivejîne.” Me jî Çil Hedîsên Şerîf danhev û em pêşkêşî we dikin.”

 

1- Kî bi Xweda û roja axretê bawerî tîne, bila ezîyetê li cîranê xwe neke. Kî bawerî bi Xweda û roja axretê tîne, bila ji mêvanê xwe re îkramê bike. Kî bawerî bi Xweda û roja axretê tîne, yan bila xêrê bibêje yan jî bila hiş bike. (Bûxarî, Kîtabu’l-Edeb, 10/373)

2- Xwedê, ji bo ku, tobe bikin, destê ên bi roj gunehan bike, bi şev vedike û ji bo ku tobe bikin, destê ên bi şev gunehan dikin bi roj vedike. Ev (rewş) heta ku roj ji rojava hil bê dewam dike. (Muslîm, Kîtabu’t –Tewbe, 2760)

3- Minaka min û we, wek mînaka wî mirovê agir pêxistî ye ku hema perwane û perperok dikevin nava wî agirî û ew wan diqewurîne. Ez jî ji bo ku we ji agir biparêzim bi dawa we digrim. Lê hûn ji destê min direvin. (Bûxarî, Rîqaq, 26)

4- Karê mu’mînan çi ecêb e! Her karê wî bi xêr e. Ev jî ji mûmînan pêve ji kesî re nabe nisîb. Eger nîmetek bigîhîje wî şikir dike û ev ji bo wî dibe xêr. Eger tengîyek were serê wî sebir dike ev jî ji bo wî dibe xer. (Muslîm, Kitabu’z-Zuhd, 2999)

5- Misilmanek ji tiştekî bibetile, ber tiştekî bikeve, xem û keder pê bigre û heta dirikek bi cîyekî wî re here jî miheqeq Xwedê Teala ji ber wî ve gunehekî wî efu dike. (Bûxarî, el-Marda, 10/91)

6- Ji we tu kes, ji ber tengîyek hate serê wî bila mirinê nexwaze. Eger miheqeq ku wê mirinê bixwaze; bila wuha bixwaze: “Xwedayê min! Eger jîyan ji bo min bi xêr e min bide jîyandin. Eger mirin ji bo min bixêr e canê min bistîne.” (Bûxarî, Marda,10/107; Muslîm, Zikir,2680)

7- Di pêy min de heta em li ser hewza Kewserê bi hev re dicivin wê îltîmas hebe; sebir bikin.  (Bûxarî, Fîten, 7/89)

8- Mirovê biaqil ew kese ku, hesab ji nefsa xwe dipirse û ji bo piştî mirinê emel dike. Mirovê bêkêr jî dibe peyrewê daxwaza nefsa xwe û temenîyên ku nayê hesab ji Xweda dixwaze.  (Tirmizî, Sifatu’l-Qiyamet, 2461)

9- Cehennem bi şehwetan, cennet jî  bi tiştên ku xweşa mirovan naçe hewîrdor hatiye zeftkirin. (Bûxarî, Rîqaq, 11/274)

10- Her evd li ser halê ku mirî ye zînde dibe. (Muslîm, Cennet, 2878)

11- Bi rûyekî biken be jî, tu qencîyê ji birayê xwe yê dîn re kêm nebîne. (Muslîm, 2626)

12- Misilman birayê misilman e. Xiyanetê li wî nake. Derewan nake û alîkarîyê naterikîne. Ji her misilmanî re erz, xwîn û malê misilmanê din heram e. Teqwa li vir e. Ji bo keseki  xerabî, birayê xwe yê misilman kêm û nizim bibîne bes e.” (Tirmizî, Birr 18)

13- Mu’min  ji bo hev di hezkirinê, dilovanî û şefqetê de wek laşekî ne. Uzuvekî wî biêşe, hemu laşê wî jî bi bêxewî û agir hevaltîya wî dikin. (Bûxarî, Edeb, 10/367)

14- Kî delaletî  xêrekê bike, bi qasî yê kirîye xêrekê qezenc dike. ( Muslîm, İmare, 1893)

15- Her qencî sedeqe ye. ( Bûxarî, Edeb, 10/374)

16- Xwedê ji evdê xwe yê ku xwarinê bixwe û paşê jê re hemd bike, avê vexwe û paşê jê re hemd bike razî dibe.  ( Muslîm, Zikr, 2734)

17- Cihada herî bi fezîlet li hemberî hukumdarê zalim gotina rast gotin e. ( Tirmizî, Fiten, 2175)

18- Elametê munafiqan sisê ne: Gava diaxive derew diaxive, gava soz dide di sozê xwe de nasekin e û tişekî emanetê wî bikî lê xiyanetê dike. (Bûxarî, Îman, 1.83, 84)

19- “Mu’mînê bikeve nava mirovan û ji ezîyetê wan re sebir bike; ji mû’mînê nakeve nava mirovan û ji ezîyetê wan re sebir nake bi xêrtir e.” (Buxarî, Edebu’l Mufred 388)

20- Kesê ku (di nava mirovan de) gotinê dibe û tîne, (fesadîyê dike) nakeve cennetê. (Bûxarî, Edeb, 10/394; Muslîm, Kitabu’l Îman, 105)

21- Kî bi neheqî û bi bawerkirin heqê Mislimanekî bixwe, Xwedê cehennemê jê re wacib dike û cennetê jî heram dike . (Muslîm, Îman, 137)

22- Dewlemendî bi piranîya mal nîne, bi têrbuna dil e.  (Bûxarî, Kitabu’r-Rîqaq, 11/231, 232)

23- Destê bide ji destê digre bixêrtir e. Berê ji malbata xwe destpêbike. Sedeqeya bixêr ji tiştê ne hewceye dayîn e.  Kêsê ku bi îfetî tiştekî ji kesê nexwaze Xwedê îfetê dide wî. Kesê dewlemendîyê bike Xwedê dewlemend dike.  (Bûxarî, Zekât, 3/234, 235)

24- Li ser Xwedê heq e ku tiştekî  xwe mezin dibîne rezî û riswa bike. (Bûxarî, Rîqaq, 6/55)

25- Xwedê jî çavnebar e. Çavnebarîya Xwedê cutina heraman e.  (Bûxarî, Nikah, 9/281)

26- Roja qiyametê di mêzîna evdê mu’mîn de wê ji exlaqê rind girantir tiştek tune be. Û Xwedê ji  kesên gotinên fahîş û xerab dibêje jî hez nake. (Tirmizî, el-Bîrru ve’s-Sila, 2003)

27- Nermbun di çi tiştî de peydah buye ew xemilandî ye; ji çi tiştî jî derketî ye, ew halel kirî ye. (Muslîm, Kitabu’l-Bîrru ve’s-Sila, 2594)

28- Kesê bi edalet li cem Xwedê li ser mînberên ji nûrê ne. Evanan ew kesin ku edaletê li malbata xwe û kesên di bin îdara wan de ye dikin. ( Muslîm, İmare, 1827)

29- Ji we yekê li pêşîya mirovan nimêj kir bila kin (sivik)nimêj bike.  Lewra di nav wan de ên zeîf û pîr hene. Gava bi serê xwe tenê kir çawa dixwaze bila wusa dirêj bike. ( Bûxarî, Salatu’l –Cemaah, 2/168)

30- Roja qiyametê heta evdek muxatabê van pirsan nebe ji cîyê xwe nalive. “Umrê xwe li ku derê û çawa derbas kir? Bi zanîna ku hînbuyî çikir? Malê xwe ji ku qezenc kir û çawa xerc kir? Laşê xwe li ku rizand?” ( Tirmizî, Sıfatu’l-Qıyame, 1)

31- Kî hêza wî bigîhîjê û ji bo Xwedê tewazu nîşan bide û kincên bi xemil biterikîne, Xwedê roja Qiyametê ber çavê xelkê gazî wî dike û ji hulleyên îmanê kijanê bixwaze lixwekirinê de serbest dihêle. ( Tirmizî, Sıfatu’l –Qıyame)

32- Ji we yekê gava xewnek ku bi xweşa wî diçe dît, bila bizanibe ku ew ji Xwedê ye. Bila ji ber vêya ve ji Xwedê re hemd bike û qala wê xewnê bike. Xewnek din bibîne bila bi zanibe ku ew ji şeytan e; bila ji şerrê wî Xwe bavêje Xwedê û ji wê xewnê qe qal neke.  (Bûxarî, Ta’bîr, 12/327)

33- Kesê li jinebîyan û xizanan binêre; wek wan kesên di rêya Xwedê de cîhad kirine ne. (Bûxarî, Nefeqat, 10/366)

34- Gunehê mezin evanan in: “ Ji Xwedê re şirîkatî kirin, ji dê û bavê re asîbun, kuştina canekî û bi derewan sondxwarin ku mirovan heta qirikê dixîne gunehan. (Bûxarî, Eyman ve’n-Nuzur, 11/483)

35- Gava hûn li cem nexweşekî yan jî mîrîyekî bin, gotina bixêr bibêjin. Lewra melaîket ji gotinên we re dibêjin amîn ( Muslîm, Cenaîz, 919)

36- Gava însan bimre emelê wî tê birrîn. Lê sê tişt nê tê de: “Sedeqeya dewamî, îlmê ku bikêr tê Yan jî ewladê ku jê re dûa dike.” (Muslîm, Kîtabu’l-Vasîyye, 1631)

37- “Buxzê li hevûdin nekin, hesûdîyê li hevudin nekin, pişta xwe nedin hevudin geli evdên Xwedê bibin bira. Mislimanek ji sê rojan zêdetir ji birayê xwe bixeyîde ne helal e.   Bûxarî, Edeb, 57, 58.)

38- Ji hesûdîyê dûr bisekinin. Lewra agir çawa êzingan dişewutîne diqedîne hesed jî wusa qencîyan dişewutîne, diqedîne (Ebu Dâwud,Edeb, 4903)

39- Sê dûa hene ku bêguman evanan qebul dibin: dûaya mezluman, dûaya rêwîyan û dûaya bav ji ewladê xwe re dike (Îbn Mâce, Dûa,11)

40- Ez ji we re kî Cehennemîne bibêjim? Kesên dilpêt, çikûs, qure, û ên bi kibir ku serê xwe li hewa digerîne û dimeşe ne. (Muslîm, Cennet 47)

FİKRÎ AMEDÎ
http://fikriamedi.blogspot.de/
Dema weşandinê ya di Çandnameyê de: 12.12.2015

Derbar Rêvebir

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply