Çil Hedîs

Ji bo ku rehet bê jiber bibe û bên kirin sala 2011an min hin hedîsên pêxemberê me berhevkirin û wergerandin zimanê kurdî. Ji bo ku ‘erebiya min tûneye mixabin min ji zimanê tirkî wergerandine. Hevalê min Abdulhekîm Baş jî bi xêra xwe ev hedîs dawiya sala 2015an ji redekteyê derbas kirin û niha jî bi we re pardikim. Bi heviya ku hûn jê sudê wergirin. – Ridwan Xelîl

Li ser jiyana dînî ya ummeta min kesê ku çil hedîsî hîn bibe û hîn bike Xwedê te’ala  wê wî di nav ‘alim û feqiyan de ji nû ve vejîne. (Hedîsa pîroz: Beyhakî; İbn Mâlik)

  1. Belaya zanînê, jibîrkirine..
  2. Rûkenî sedeqe ye.
  3. Paqijî nivê îmanê ye.
  4. Hêştirê girê bide dû re jî tewekkulê bike.
  5. Rojiyê bigirin bitenduristî bijîn.
  6. Limêj stuna dîn e.
  7. Beza li pêy helaliyê cîhad e.
  8. Yê ku bibe sedema xêrekê, wek ku ew xêr wî kiribe.
  9. Peyvên xweş sedeqe ne.
  10. Bihuşt dibin siya şûra de ye.
  11. Axaftinên di nava civatê de emanet in.
  12. Rojî nîvê sebrê ye.
  13. Sebir nîvê îmanê ye.
  14. Sebir di dema hêrs bûnê de diyar dibe.
  15. Sebir mifta rizgariyê ye.
  16. îbadeta herî baş, îbadeta domdar e.
  17. Qur’an tenê şîfa ye.
  18. Ê ku zimanê xwe bigire rizgar dibe.
  19. Serê hikmetê tirsa ji Xwedê ye.
  20. Soza ku hat dayîn dibê were cîhkirin.
  21. Di’a çeka mumînaye.
  22. Bihuşt welatê camêraye.
  23. Xweşbîne da ku te jî xweş bibînîn.
  24. Limêj roniya misilmana ye.
  25. Poşmanî tobe ye.
  26. Mizgeft cihê xwedî teqwaya ye.
  27. Dîn bixwe şîret e.
  28. Di’a îbadet e.
  29. În, heca xizana ye.
  30. Pirsa baş, nîvê zanînê ye.
  31. Pêşî silavê bide dû re biaxive.
  32. Dema ku tu qeherî bêdeng bimîne.
  33. Kenê zêde dil dikuje.
  34. Rojî mertal e.
  35. Xewa sibê li dijî rizq e.
  36. Vexwarina araqê diya nebaşiyê ye.
  37. Zînaya çavan nêrîn e.
  38. Qene’ad gencîneyeke bêdawî ye.
  39. Şerm ji îmanê ye.
  40. Kes, li ser dînê hevalê xwe ye.

Derbar Rêvebir

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply