Çi kim îro di destê wan
Hovên xedar de ye ev text
Bi zanayî dek û dafan
Digerînin ew ên bêbext
Rê û rêbaz xelet nîşan
Didin li me hemî Kurdan
Bi peyva azadî wêran
Dibin mal û malbat ev wext
Em tiyê wan xweşpeyvan e
Roka cejna me bi wan e
Ji ber carna em xapane
Hişyar bin ji wan nexwun zext
Yek dibê ez nîvxweda me
Yên din qûnek her li gan e
Çend gotinan bes dizane
Karkerê têr li xwe kir rext
Warê bavan her bêwelat
Dê û bavan, zar bêmalbat
Bi vê dikin ceng û xebat
Û dibin Kurd dê biv serwext
Welleh nabe bi van hawan
Qahp û qûndan pîncê kuçan
Dê çi bikin bo Kurdistan
Dê çawa be Kurdo serwext
Ger li sîngê negir îman
Çend û wêje dide nîşan
Tev îman e di her dîwan
Li cengê bi wan bigir rext
Mustafa Rêzan