Çewtiya Rêzimaniyê

Nivîseke xweş li ser Rojnamegeriya Kurdî ya li Azebêcanê ku hatiye weşandin, bê ku navê xwedî bidim, dê li ser hin çewtiyên rêzimaniya wê rawestim. Nivîs weha ye:

1) “Di Azarbeycanê de dîroka rojnamegeriya kurdî di sala 1931an destpê dike.”

“Di Azarbeycanê de”:
Carekê daçeka DI û DEyî ji bo cih, nayê bikaranîn. Çênabe bê gotin “Di Azarbeycanê de”, lê daçeka LIyê tê bikaranîn, mînak: LI AZERBÊCANÊ.

“rojnamegeriya kurdî”:
Divê bi tîpên gir were destpêkirin, mînak: Rojnamegeriya Kurdî…

“di sala 1931an”:
Eger daçeka DIyê li pêşî hebe, divê ya DEyê jî li paşiyê hebe, lê nehatiye nivîsandin. Zayenda jimara “1”ê ji ber ku mê ye, divê forma piranetiyê ku “an” e neyê nivîsandin. Rastî weha ye: di sala 1931ê de…

“destpê dike”:
Lêkera “dike”yê forma tirkî ye û dema niha niçan dike, lê lêkera wê KIRIYE an KIRIBÛ ye. Divê weha be: dest pê kiriye/kiribû.

2) “Piştî vê yekê di sala 1992an de “Dengê Kurd” di sala 2003an de
“Dîplomat” dest bi weşanê dike.”
Şaşiya vê jî ku lêkera dawîn “dike” ye, wek şaşiya jimara 1ê çêbûye.

3) “Her çend dozek hebe ku dibêje rojnameyeke bi soranî piştî hilweşîna Komara Mahabbadê ji hêla ew kesên ku li wir hatine hatiye weşandin hebe jî di derheqê vê yekê de agahî nehatine dest xistin.”

“Her çend dozek hebe ku dibêje…”
Gotina “dibêje”yê, herwekî yek li ba meriv e û dipeyive, lê ew gotin dema bihurî hatiye gotin, divê weha be: gotiye…

“ji hêla ew kesên ku li wir hatine hatiye weşandin…”
Ev hevoka “ji hêla ew kesên…” divê weha be: Ji hêla wan kesên…

“nehatine dest xistin.”
Daçe BIyê kêm e û lêker ji hev cuda hatiye nivîsandin, divê weha be: nehatine bidestxistin.

4) “Di sala 1947-1950an de qala derketina vê rojnameyê tê kirin.”
Ev hevoka “Di sala 1947-1950an de” formeke sosret e, lê ji ber ku jimara 50yê movik e, divê weha be: Di sala 1947-1950yî de…

Bi hêviya lêkolîneke berfireh, rast û rewa li ser Rêzimaniya Kurdî, her şad bin…

Zeynelabidin Zinar

Derbar Çand Name

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Leave a Reply