Cewşena Kurdî – Parçeyên1-10

Bi navê Ellahê Rehman û Rehîm

Ya Rebbi, ez bi van navên Te, ji Te dixwazim,
1. Ey Ellah (ê xwedîyê her tiştî)
2. Ey Rehman (ê ku rizqên hemû mexlûqan dişîne)
3. Ey Rehîm (ê ku li axretê rehmê tenê li dostên xwe dike)
4. Ey ‘Elîm (ê ku her tiştî dizane)
5. Ey Helîm (ê ku ji evdên xwe re gelek dilnerm e)
6. Ey ‘Ezîm (ê xwedî mezinahî û bilindi)
7. Ey Hekim (ê ku di cih de çêdike her tiştî)
8. Ey Qedim (ê ku tuneye destpêka hebûna Wi)
9. Ey Muqîm (ê ku li pîya dihêle her tiştî)
10. Ey Kerîm (ê ku zêde ye qencî û ikrama Wi)
1. Tu ji hemû qusûr û wesfên kêm dûr î! Ji xeynî Te îlah tuneye ku were hewar û gazîya me. Emanê bide me û me ji agirê Cehennemê biparêze!

1. Ey Mezinê mezinan
2 Ey yê ku bersiv dide du’ayan
3. Ey xwedîyê qenc û başîyan
4. Ey yê ku bilind dike dereceyan
5. Ey yê ku pirr dişine bereketan
6. Ey yê ku ‘efû dike xeletîyan
7. Ey yê ku radike qeza û belayan
8. Ey yê ku dibihîze dengan
9. Ey yê ku tîne cîh daxwazan
10 Ey yê ku dizane sir û veşartiyan
2. Tu ji hemû qusûr û wesfên kêm dar xeyni Te ilah tuneye ku were hewar û gazlya me. Emane bide me û me ji agire Cehenneme xelas bike

1. Ey qenctirînê ‘efûkaran
2. Ey qenctirînê alîkaran
3. Ey qenctirînê hukimdaran
4. Ey qenctirînê fetihkaran
5. Ey qenctirînê zikirkaran
6. Ey qenctirînê warisan
7. Ey qenctirînê pesindaran
8. Ey qenctirînê riziqdaran
9. Ey qenctirînê di çareserkirinê de hêzdaran
10. Ey qenctirînê ihsandaran
3. Tu ji hemû qusûr û wesfên kêm dûr i! Ji xeyni Te îlah tuneye ku were hewar û gaziya me. Emanê bide me û me ji agirê Cehennemê xelas bike!

1. Ey yê ku ‘izzet û rindî tenê ya Wi ye
2. Ey yê ku celal û seltenet tenê ya Wi ye
3. Ey yê ku qudret û kemal tenê ya Wi ye
4. Ey yê ku mezin û berze
5. Ey yê ku ezabê Wi dijwar e
6. Ey yê ku ‘iqaba Wi dijwar e
7. Ey yê ku hesabê pir zû dibine
8. Ey yê ku li cem Wi xelata rind heye
9. Ey yê ku li ba Wi Ummu’l-Kitab heye
10. Ey yê ku ewrên bibar ji nebûnê çêdike
4. Tu ji hemû qusûr û wesfên kêm dûr i! Ji xeyni Te ilah tuneye ku were hewar û gaziya me. Emane bide me û me ji agirê Cehennemê xelas bike!

Ya Rebbi, ez bi van navên Te ji Te dixwazim,
1. Ey Hennan (ê xwediyê rehma bêdawi)
2. Ey Mennan (ê xwediyê qencî û ihsaní)
3. Ey Deyyan (ê ku berdêla emelên evdên xwe dide wan)
4. Ey Xufran (ê ku ‘efûkirina Wi zêde ye)
5. Ey Burhan (ê ku rêya rast dide ber evdê xwe)
6. Ey Sultan (ê xwedîyê seltenetê)
7. Ey Subhan (ê ku ji hemû qusûr û wesfên kêm munezzeh e)
8. Ey Mustean (ê ku alîkarî jê tê xwestin)
9. Ey Xwediyê ni’met û beyan
10. Ey Xwedîyê emn û eman
5. Tu ji hemû qusûr û wesfên kêm dûr i! Ji xeynî Te ilah tuneye ku were hewar û gazîya me. Emanê bide me û me ji agirê Cehennemê xelas bike!

1. Ey yê ku ji ‘ezemeta Wi re her tişt bûye stûxwar
2. Ey yê ku ji qudreta Wî re her tişt bûye teslîm
3. Ey yê ku li hember ‘izzeta Wi her tişt bûye zelil
4. Ey yê ku ji heybeta Wî her tişt bûye itaetkar
5. Ey yê ku ji selteneta xwe re her tişt kirîye înqîyad
6. Ey yê ku ji ber tirsa Wî her tişt bûye stuxwar
7. Ey yê ku ji ber xeşyeta Wî çîya dibe perçe perçe
8. Ey yê ku bi fermana Wi li pîya dimîne ezman
9. Ey yê ku bi izna Wi erd dimîne di cihê xwe de
10. Ey yê ku zulmê nake li ehlê welatê xwe
6. Tu ji hemû qusûr û wesfên kêm dûr i! Ji xeyni Te îlah tuneye ku were hewar û gazîya me. Emanê bide me û me ji agirê Cehennemê xelas bike!

1. Ey yê ku mexfiretê dike li çewtan
2. Ey yê ku radike belayan
3. Ey yê ku digihîje Wi hemû hêviyan
4. Ey yê ku dide zêde ihsan
5. Ey yê ku xelatên Wi fireh
6. Ey yê ku dide rizqê mexlûqan
7. Ey yê ku dide biryara mirinan
8. Ey yê ku dibihîze gilî û gazinan
9. Ey yê ku dişîne leşkeran
10. Ey yê ku berdide hêsîran
7. Tu ji hemû qusûr û wesfên kêm dûr i! Ji xeynî Te ilah tuneye ku were hewar û gazîya me. Emanê bide me û me ji agirê Cehennemê xelas bike!

1. Ey xwedî pesn û sena
2. Ey xwedî rûmet û bilindî
3. Ey xwedî fexr û beha
4. Ey xwedî peyman û wefa
5. Ey xwedî ‘efw û riza
6. Ey xwedî qencî û mexfireta
7. Ey xwedî soz û hukmê qet’î
8. Ey xwedi ‘izzet û bêdawî
9. Ey xwedî comerdî û nîmeta
10. Ey xwedî qencî û nîmetên bê berdêl
8. Tu ji hemû qusûr û wesfên kêm dûr î! Ji xeynî Te îlah tuneye ku were hewar û gazîya me. Emanê bide me û me ji agirê Cehennemê xelas bike!

Ya Rebbî, ez bi van navên Te ji Te dixwazim,
1. Ey Mani’ (ê ji tiştê ku naxwaze re dibe asteng)
2. Ey Dafi (ê ku tiştên bi zirar radike ji holê)
3. Ey Nafi’ (ê ku tiştên bi feyde çêdike)
4. Ey Samî'( ê ku hemû dengan dibihîze)
5. Ey Rafi’ (ê ku merteba kê bixwaze bilind dike)
6. Ey Sani’ (ê ku her tiştî li gor hunerekê çêdike)
7. Ey Şafi’ (ê ku şefaetê li evdên xwe dike)
8. Ey Camî’ (ê ku li gor daxwaza xwe dicivîne)
9. Ey Wasî (ê ku ‘ilm û îhsana Wî li dor her tiştî girtîye)
10. Ey Mûsî’ (ê tiştê ku dixwaze li gor daxwaza xwe zêde û fireh dike)
9. Tu ji hemû qusûr û wesfên kêm dûr î! Ji xeyni Te îlah tuneye ku were hewar û gazîya me. Emanê bide me û me ji agirê Cehennemê xelas bike!

1. Ey hunermendê hemû huneran
2. Ey xaliqê hemû mexlûqan
3. Ey raziqê hemû merzûqan
4. Ey xwedîyê hemû xudanan
5. Ey ferahkarê hemû tengîyan
6. Ey şahîvanê hemû xemgînan
7. Ey merhemetkarê hemû merhûman
8. Ey alîkarê bê alîkaran
9. Ey yê ku dinixûmîne eybên eybkaran
10.Ey sitara hemû mezlûman
10. Tu ji hemû qusûr û wesfên kêm dûr i! Ji xeynî Te ilah tuneye ku were hewar û gaziya me. Emanê bide me û me ji agirê Cehennemê xelas bike!

Wergêr: Fexrî Aslanhan

Derbar Rêvebir

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply