Çêrmûg

Çêrmûg (bi tirkî: Çermik) yek ji navçeyên Amedê ye. Rûber 1.032 km², bilindahî ji rûyê avê 700 m ye. 90 km li bakur-rojavayê Amedê dikeve. Gorî hejmartinên sala 2000’î hejmara navendê 16.056 û bi giştî jî 45.570 e.

 

Çêrmûg, Çêrmik, Çermik û Aberne navên di qeydên dîrokî de ne. Dîroka herêmê heya dema hûrî – mîttanî tê zanîn (b.z. 3500 – 1260). Çêrmûg navê xwe ji Çêrmûgên li herêmê digire. Dîroka navçeyê ji ya Kurdistanê ne cudatir e. Aboriya herêmê bi giranî li ser turîzma Çêrmugan e. Salê li dora 350.000 hezar kes çêrmûgen xwezayî yên herêmê ziyaret dike. Herwekî xwedîkirina ajalan û çandinî jî heye. 76 gund û 41 mezre girêdayi Çêrmûgê ne. Nifus bi tevayî ji kurdan pêk tê. Kurdên herêmê bi zaraveyê kurmancî û dimilî diaxivin.

 

Wargehên turîstîk yên navçeyê

Şelaleya Şêxanê Dedan (bi tirkî: Şeyhandede)

Pireya Xabûrmanê

Mizgefta Kabûnî (bi tirkî: Ulu Cami)

Çêrmûga Belqisê (Çermik Kaplicasi)

Kela Çêrmûgê (ji dema Medan)

Kaniya Xanimê (ji dema Medan, paşê gelek caran hatiye nûkirin)

Kaniya Bandîzade

Kaniya Şîr

Kaniya Kalo (bi tirkî: Ali Dede)

Kaniyên dîrokî yên (Pîro, Kayme, Avdest, Çirik, Aşûr, Xorafind, Mîrza, Babko û hwd)

Medreseya Evdila Paşa – Şêrko)

Qesra Began

Tekkeya Sêkinan

Sînegoga Cihûyan

Dêra Aşûriyan

 

Ev nivîs ji wikipedia kurdî hatiye wergirtin

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply