Cenga Tebûkê Ku Cenga Zor û Zehmetiyê Ye (Li gor Hedîsan)

Ji Ebû Mûsa (Xuda jê razî be) hatiye ku: Hevalên min, min şandin cem Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be)  ku ji wan re hin deveyên bar jê bixwazim; ew jî di nav leşkerê zor û zehmetiyên de pê re bûn diçûn cenga Tebûkê, vêca min got:

Ey Pêxemberê Xudê! Hevalên min, min şandin cem te ku tu wan siwar bikî, got: Bi Xudê, ez we li tu tiştî siwar nakim; vêca min tê dernexist ku ji ber çi hêrs bûye, ez ji ber nedana Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be)  xemgîn vegeriyam û ez tirsiyam ku Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be)  di eleyhiya min de tiştekî di dilê xwe de çekiribe; veca ez zivirîm nik hevalên xwe û min tişta Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be)  gotibû ji wan re qal kir, ez kêliyek mam, ha min bihîst ku Bîlal gazî dike:

Ey Ebdullah kurê Qeys, vêca min cewaba wî da, got: Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  gazî te dike here balê, vêca çi gava ez hatim balê, got: Ha van du cot deveyan û van du cot deveyan bigire –şeş deveyan wê gavê ji Sad kurê Ubade kirrîbû- da min û got bive ji hevalên xwe re û bêje wan: Bêguman Xuda (yan jî got) bêguman Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  we li van deveyên han siwar dike, vêca min wan anî ji wan re û min got: Bêguman Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be)  we li van deveyên han siwar dike lê bi Xudê, ez we wiha nehêlim, heya hin ji we bi min re tên cem kesên ku gotina Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  bihîstine, hûn guman nekin ku ez tiştekî ji we re dibêjim ku Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  negotibe; vêca ji min re gotin: Bêguman tu li cem me rastgo yî û tişta tu hiz bikî emê wî bikin, vêca Ebû Mûsa tevî birrek ji wan çûn heya gihîştin nik wan kesên ku gotina Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  bihîstibûn ku pêşî nedabû paşê dabû, vêca wan jî bi awê ku Ebû Mûsa ji wan re gotibû qisse kirin.

 – Ji Sad kurê Ebû Weqqas (Xuda jê razî be) hatiye ku Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  bi alî Tebûkê ve derket û Elî li şûna xwe hişt, Elî got:Ma tu min di nava zarûk û pîrekan de dihêlî? Got: Ma te navê ku tu ji min wekî şûna Harûn ji Mûsa bî, lê piştî min pêxember nîne.

 Bûyera Kab kurê Malîk (Xuda jê razî be) û gotina Xuda Ezze we Celle: “.. û li ser wan sê kesên ku ji para mabûn…”

– Ji Kab Kurê Malik (Xuda jê razî be) hatiye ku: Ji cenga Tebûkê pêve ez ji tu cenga ku Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be)  beşdar bûbû nemabûm, cenga Bedrê jî ez ji para mabûm lê kes ji ber ku ji para mabû nehat îtabkirin; lewra Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  derketibû mebesta wî karwanê Qureyş bû heya ku bê qewl û qerar Xuda wan û dijminê wan gihande hev; ez şeva Eqebeyê hazir bûm û me li ser Îslamê ehd û peyman dabû Resulê Xudê (Silava Xudê lê be) , her çiqas di nav xelqê de zêde behsa Bedrê tê kirin lê ez bêtir dilxweş im ku wê şevê li wir hazir bûm û wê bi cenga Bedrê nadim, xebrojka ji paramayîna min ev e; Dema ez ji vê cenga han ji para mam; berî wê tu car ez ewqas xurt û halxweş nebûm, bi Xudê, berî wê tu car du siwariyên min bi hev re neciviyabûn, heya ku min du siwariyan di wê cengê de civand; Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  dema qesda cengekê bikira, a dilê xwe vedişart mebesteka din nîşan dida, heya ku ew cenga Tebûkê çêbû, Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  di germeka zor dijwar de derket wê cengê, sefereke dûr, çoleke bê serûber, dijminekî zehf da pêşiya xwe; vêca ji musilmanan re zoriya karê wan aşkere got da ku ew baş haziriya cenga xwe bikin, vêca aliyê ku wê herê wan bi meqseda xwe agahdar kir, musilmanên digel Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  ewqas pir bûn ku dîwan yanî defterê sicîlê wan di xwe de nediguncand; Kab got: Kesê bixwesta xwe veşêre, eger wehiya Xudê di heqê wî de nehata, ewî guman dikir ku wê veşarî bimîne, Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  di wextekî de derket wê cengê ku fêkî û siya daran xweş bûbûn, Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  haziriya xwe kir û musilman jî pê re bûn, min jî dest pê kir serê sibê digel wan xwe amade dikir, lê ez vedigeriyam min tiştek nekiriye, min di dilê xwe de digot: Ez dikarim herim, ev yeka han hey wiha dom kir heya ku herkesî xwe bi temamî hazir kir, Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  û musilmanên pê re serê sibê ketin rê, lê min tiştek haziriya xwe hê nekiribû, min xwe bi xwe digot: Ezê bi rojek-du rojan xwe hazir bikim û paşê bigihîjim wan, vêca piştî ew veqetiyan çûn ez sibê hatim ku xwe hazir bikim, ez dîsan dageriyam û min tiştek nekir, roja din dîsan wisan, roja din dîsan wisan, ev yek hey wilo dom kir heya wextê cengê temam bû çû, min dil kir ez derkevim rê û bigihîjim wan- xwezî min kiribûna- lê ji min re pêk ne hat, vêca gava ez derdiketim nava însanan, piştî ku Resûlê Xudê derketibû û ez li nava wan digeriyam, min xemgîn dikir ku min ji zilamek lekedarê bi munafiqiyê yan zilamek zeîf ku Xuda uzrê wî qebûl kiriye didît; Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  min bi bîr neanî heya ku gihîşt Tebûkê; li Tebûkê di nava leşker de rûnişt û pirsî: Kab çi kir? Zilamek ji Benû Selîme got: Ey Resûlê Xudê! Bejn û bala wî, navran û dawa wî nehişt ku bê. Muaz kurê Cebel got: Tişta te got çi nexweş bû! Bi Xudê, ey Resûlê  Xudê, em ji başiyê pêve tiştek jê nizanin; êdî Resûlê Xudê deng nekir.

Kab kurê Malik got:

 

Çi gava gihîşte min ku wî berê xwe dayê Medînê û tê, hem û xemê min, min girt; ez li virekê digeriyam û min digot: Ezê sibê çewa ji binê xeşma wî derkevim, min ji ehlê xwe herkesê xwedî ray û dîtinê alîkarî dixwest; vêca çi gava gotin: Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  hatiye, hemû vir û derewên min ji xwe re çêkiribûn pûç bûn û min zanî ku tu car bi tiştê vir tê de heye ez xelas nabim, êdî min xwe da hev ku ez rastiyê bêjim; Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  serê sibê hat, qaîdê wî ev bû ku gava ji seferê dihat, pêşî diçû mizgeftê, du rik’et nimêj dikir, dûvre ji bo însanan rûdinişt; vêca çi gava vî karî kir, ewên ji para mabûn hatin û uzrê xwe beyan kirin û jê re sond dixwarin, tevîhev heştê û kusûr zilam bûn, vêca Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  zahirê wan ji wan qebûl dikir, bey’et dida wan û ji wan re bexşînê dixwest û veşariyên wan disiparte Xuda Teala; vêca ez hatim balê, çi gava min silav kir, min dît tebessum kir wek tebessuma hêrsbûyî, paşê got: Were; vêca ez çûm heya li berê rûniştim, ji min re got: Çima tu ji para mayî, ma te ji xwe re siwariyekê nekirrîbû? Min got: Belê çewa, ey Resûlê Xudê, qesem bi Xudê, eger ez ji xeynî te li nik ehlê dunyayê rûnêm, ezê uzrek ji xwe re bibînim û ji binê bar derêm, ew fesahet û xweş bi hev xistina min heye, lêbelê bi Xudê, ez dizanim eger ji te re îro virekê bikim, te pê qayil bikim, dibe Xuda hêrsa te ji min rake, lê ez ku a rast ji te re bêjim, dibe tu li min hêrs bibî, lê hêvî heye ku Xuda Teala min efû bike, na bi Xudê, tu uzrek min nebû, bi Xudê ez tu car wekî wê gavê xurt û halxweş nebûm, bê tu uzrekî ez ji para mam, vêca Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  got: Evê han rast got, de rabe heya ku Xuda Teala hukmê xwe di heqê te de dide”; vêca ez rabûm hin kes ji Benû Selîme dane dû min, bi ser min de hatin û ji min re gotin: Bi Xudê, berî vî em nizanin te gunehekî din kiriye, te jî nikaribû wek wanên din ku nehatibûn cengê ji xwe re uzrek derxistin te jî li cem Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  uzrek bihev bixista, ji bo gunehê te besî te bû ku Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  ji te re bexşînê bixwesta; bi Xudê ew wisan bi ser min de hatin heya ku di dilê min de çêbû ez bizivirim û xwe virek derxînim, paşê min ji wan re got: Gelo kesek din jî bi min re di vê rewşê de hebû? Gotin: Belê, du kesên din jî wek te gotin, ji wan re jî tiştê ji te re hate gotin got. Min got: Ew kî ne? Gotin:

Murare kurê Rebî’ê Emrî û Hîlal kurê Umeyye yê Waqifî; vêca ji min re du merivên qenc gotin ku her du jî beşdarî cenga Bedrê bûbûn, di wan de nimûneyên xweş hebûn; vêca gava behsa wan ji min re kirin (ez ji fikra xwe poşman bûm) min wan hişt û çûm. Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  musilmanan ji xeberdana bi me hersiyên ku neçûbûn cengê nehî kir, vêca însanan xwe ji me dûr kir û tewrê wan li hember me guherî, heya wisan bi min bû erda ku lê dijîm guherî bi min bû erdeke nenas, em wiha pencî şevî man, vêca heçî herdu hevalên min, xwe danîn û li mala xwe rûniştin digiriyan, lê ez, ji wan xorttir û ji wan xurttir bûm, ez derdiketim diçûm bi musilmanan re min nimêj dikir, li kuçe û sûkan digeriyam, lê tu kesî bi min re mijûl nebû, ez dihatim cem Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  ew piştî nimêjê li ciyê xwe rûniştî bû vêca min lê silav dikir, min di dilê xwe de digot: Gelo lêva xwe leqand, bersiva silava min da yan na? Paşê min nêzî wî nimêj dikir û di binê çavan re lê dinêrî, vêca gava min berê xwe dida nimêja xwe, ewî berê xwe dida min li min dinihart, lê gava ez li alê wî difetilîm ewî rûyê xwe ji min li ba dixist; ev sirtî û hişkiya însanan li hember min domand heya ez meşiyam çûm hilkişiyam ser dîwarê baxçeyê Ebû Qetade ku kurapê min bû ji herkesî bêtir min ji wî hiz dikir, min lê silav kir, bi Xudê silava min hilneda, min got: Ebû Qetade, tu bi qedrê Xudê kî, tu dizanî ku ez ji Xuda û Resûlê wî hiz dikim? Dengê xwe nekir, min dîsa dubare kir û wî li ber xêza Xudê asê kir, dîsa deng nekir, min dîsa dubare kir û wî li ber xêza Xudê asê kir, got: Xuda û Resûlê wî çêtir dizanin, çavên min tijî girî bûm û ez di ser dîwar re daketim.

Carekê ez li kuçe û kolanên Medînê dimeşiyam, ha min dît cotarek ji cotkarên ehlê Şamê ku hatibû Medînê team difirot, digot: Wê kî Kab kurê Malîk bi min nîşan bide? Vêca xelqê min nîşanî wî da, heya hat cem min, nameyek ji serokê Xessanê anîbû da min tê de nivîsandîbû: Bêguman gihîşte min ku hevalê te li te eziyet û cefayê dike, Xuda te li deverek ku tu heqaret û heqhindayiyê bibînî çê nekiriye, tu were cem me, em wan kêmasiyan bicebirinin”, dema min nameyê xwend, min got: Ev jî belayeke din e hate serê min; vêca min qesda tennûrekê kir û wê nameyê tê de şewitand heya gava ji pêncî çil şev derbas bûn, ha min dît qasidê Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  hate bal min û got: Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  emrê te dike ku tu ji pîreka xwe dûr bimînî. Min got: Ez wê berdim an çi bikim? Got:

Na, tenê jê dûr bimîne û nêzî wê nebe û bi vî rengî şandibû cem du hevalên min ên din jî; vêca min gote pîreka xwe: Here mala bavê xwe, tê li wir bî, heya ku Xuda Teala derheqê vî karê han de hukim dike. Kab got: Vêca pîreka Hîlal kure Umeyye hate cem Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  got: Ey Resûlê Xudê! Hîlal kurê Umeyye salmendek bêkêr e, xulamê wî jî nîne xizmeta wî bike, ez xizmeta wî bikim gelo bi te nexweş e? Got: Na, lê bira nêzî te nebe. Jinikê got: Bi Xudê, ew nikare xwe ji cîh bilivîne, bi Xudê ji roja ku ev kar qewimiye heya îro ew hey digirî..”  Hin ji ehlê min gotine min: Te jî derheqê pîreka xwe de destûr ji Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  xwestibûna çewa ku destûr da pîreka Hîlal kurê Umeyye ku xizmeta wî bike? Min got: Na bi Xudê,  ez derheq wê de destûr ji Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  naxwazim; ez hê xort im, gava ez destûr jê bixwazim, çi zanim wê Resûlê Xudê ji min re bêje çi? Ez piştî vî deh şevan mam, ji çaxa ku Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  xeberdana bi me re qedexe kir pêncî şevê me temam bû. Vêca çi gava ku min nimêja sibê kir, serê sibeha şeva pêncî ez li ser banê xaniyek ji xaniyên me, rûniştî bûm, di halekî ku Xuda behs kiriye bîna me teng bû, dunya bi firehiya xwe li min hatibû hev bîn li min çikandibû, carek min dengê qêrîna yekî seh kir, derketibû ser çiyayê Sel’ê heya jê dihat bi dengê êlî gazî dikir: Hey Kabê kurê Malik mizgîn, gava min bihîst, ez çûme secdê û min zanî ku fereca xêrê hatiye. Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  gava nimêja sibê dike, îlan dike ku Xuda tobeya me qebûl kiriye; vêca însan hatin mizgînê dane me, hin kes jî çûn mizgînê bidin du hevalên min; yekî bi alî min ve hespê bezandibû, yek ji qebîleya Eslem jî bi alî çiya ve lezandibû, deng ji hespê bezatir bû; vêca çi gava ewê ku min dengê wî seh kir hate cem min, min cilê xwe derxist û mizgîna wî dayê, bi Xudê ew roj ji wan pêve tiştek min nebû; min du kincan emanet girt û li xwe kir û ez hatim cem Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be) , vêca însanan pêl bi pêl hatin leqayî min û bi sedem qebûliya tobeya min min tebrîk dikirin, digotin: Tobeya ku Xuda qebûl kiriye li te helal be. Kab got: Heya ku ez ketim mizgeftê, ha min dît Resûlê Xudê  (Silava Xudê lê be)  rûniştî ye û meriv li dorê ne, vêca Telhe kurê Ubeydullah rabû bazda hat min hemêz kir û tebrîk got, bi Xudê ji Muhaciran ji wî pêve kes ranebû û ez wê qenciya Telhe ji bîr nakim. Kab got: Dem min li Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  silav kir, rûyê wî ji kêfa dibiriqî got:

Mizgîn li te, ji roja ku diya te te welidandiye rojek wiha bixêr di ser te re derbas nebûye. Min got: Ey Resûlê Xudê, ev tobeya han ji cem te ye yan ji cem Xudê ye? Got: Na, ji cem Xudê ye. Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  gava kêfxweş bibûna rûyê wî wek parçeyek hîvê ronî dibû, me vê yekê jê dizanibû; vêca gava ez li pêşber wî rûniştim, min got: Ey Resûlê Xudê, ji ber ku tobeya min qebûl bûye, min divê ez malê xwe tev di rêya Xudê û Resûlê Xudê de sedeqe bidim. Rêsûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  got: Hinek malê xwe ji xwe re bihêle ji bo te baştir e. Min got: Nexwe min para xwe ya li Xeyberê hişt û min got: Ey Resûlê Xudê, bêguman Xuda Teala bi saya rastiyê min xelas kir, ji ber tobeya xwe heya ku ez hebim ezê her rast tev bigerim û rast mijûl bibim; vêca bi Xudê, ji çaxa min vê gotinê ji Resûlê Xudê re (Silava Xudê lê be)  gotiye, ez nizanim ku Xuda di rast gotinê de yekî ji musilmanan ji min rindtir sihetî kiribe, ji çaxa min vê gotinê ji Resûlê Xudê re (Silava Xudê lê be)  gotiye heya îro min bi qesdî virek tenê jî nekiye û ez ji Xuda Teala hêvîdar im ku min di umrê min ê mayî de jî biparêze û Xuda vê ayetê daxist ser Resûlê xwe (Silava Xudê lê be) : Sond be Xuda tobeya Pêxember, a Muhaciran û a Ensaran qebûl kir… (heya gotina wî:) bibin digel rastgoyan”; vêc bi Xudê, piştî ku min hîdayetî Îslamê kir, li bal dilê min Xuda tu qenciyek mezintir ji rastiya min bi min nekir ku min ji Resûlê Xudê re (Silava Xudê lê be)  rast got, viran nekir ku ez jî tevî virekan helak bibûma; lewra Xuda- dema wehyê nazil dikir- gotina herî xerab ji virekan re gotiye, vêca Xuda Tebareke we Teala gotiye:

“Gava hûn vegerin ewê bi Xuda sond bixwin- heya gotina wî- vêca bêguman Xuda ji qewmê ji rêderketî qayil nabe”. Kab got: Rewşa me hersiyan ji a wanên ku hatin cem Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  uzir beyan kirin û jê re sond xwarin, ewî jî ji wan qebûl kir û bey’et da wan û ji wan re bexşînê xwest, cihe ye û Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  karê me ji para da heya ku Xuda hukmê xwe beyan kir; vêca Xuda got:  “… û li ser her siyên ku ji para hatibûn hiştin..” Ew ji para bûna me ku Xuda di ayetê de dibêje, ne ji parabûna me ya ji cengê ye, na ew ji para bûna wî ye û paşda dayîna me ye ku hukmê me ji ê wanên sond xwarin û uzir xwestin û ji wan hat qebûl kirin.

 – Ji Ebû Bekre (Xuda jê razî be) hatiye ku: Wan rojên herba Cemelê peyvek ku min ji Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  bihîstibû bi kêrî min hat ku hin mabû ez jî tevlî eshabê Cemelê bibim û digel wan (bi Hz. Elî re) şer bikim, ew peyv jî ev bû ku gava xeber gihîşte Resûlê Xudê (Silava Xudê lê be)  ku ehlê Faris keça Kisra kirine serkarê xwe got: Qewmekî ku pîrekê bike serkarê xwe ew îflih nabe.

Ji Pirtûka Tecrîda Sahihkirî

 

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply