Çend Xwarinên Mûşê Yên Navdar

Destpêk

Di çanda kurdan de wek gelek nirx û dewlemendiyên kurdan, xwarin û vexwarinên kurdan jî cihekî taybet digirin. Gelek xwarinên kurdan ên xweş û bitehm hene. Xwarinên cûr bi cûr û tehmxweş di mutbexên kurdan de tên çêkirin. Çanda xwarinê li gor herêm , bajar û gundan diguhere ango mirov nikare bêje ku li hemû deran xwarinên eynî hev tên çêkirin.  Hinek xwarin hene ku li gor nav an jî kereseyên xwe diguherin. Ango hin xwarin hene malzemeyên ku dikevin nav wan û tehma wan  eynî hev in lê navên wan ji hev cûda ne. Carna jî navên hin xwarinan eynî hevên lê tehm û malzemeyên  wan  ji hev cûda ne. Ev jî li gor herêman diguhere. Ev cûdahiyên ku dertêne holê  jî dewlemendiya çandê û ziman dide nîşan. Ev xwarinên ewqas xweş û şîrîn ji sedî not bi destên jinan tên çêkirin. Ango meriv dikare bêje ku aşpêjên kurdan bigelemperî jin in. Xwarin û vexwarin ji bo hemû giyandaran pêwîst e. Ji bo ku jiyan bidome hewceye ku mirov bixwe û vexwe.  Xwarinpêjî kareke pirr kevnar e. Karê xwarin û vexwarinê ji mirovên yekem dest pê kiriye û heya niha dom kiriye û yê heya dawiyê jî bidome.

Hin kes ji bo kurdan  dibêjin; xwarina wan ê  sereke goşt e. Birastî jî goşt ji bo kurdan xwarineke jêneger û xwediyê cihekî girîng e. Jixwe gelek xwarinên kurdan ji goşt tên çêkirin. Ji ber ko gelê kurd, gellekî çiyayî, ango qewmê çiyê ne, xwarinên wan jî li gor vê pêk hatine. Ew kesên ku li çiyê dijîn, debara xwe bi nêçîrê ve dikin. Jixwe gelê kurd jî berê çiyayan de dijiyan  lewma xwarina wan ê sereke bûye goşt. Lê di çanda xwarina kurdan de ne tenê goşt heye, gelek xwarinên bi zerzewat û hêşînayiyan ve tên pijandin jî hene. Niha jî em ê ji wan xwarinan çend mînakan bidin. Ev xwarinên ku niha qala wan bikim jî li bajarê min, li Milazgira Mûşa Serhedê tên çêkirin.

Xwarinên Herêma Mûşê

1) Keledoş

Keledoş xwarineke gelek xweş û navdar e, li gelek herêman tê zanîn û çêkirin. Lê piranî li bajarên Serhedê yên mîna Mûş û Wanê tê çêkirin. Taybetmendiya herî mezin a Keledoşê jî herhal malzemeya wî ya herî girîng spîtang[1] e. Malzemeyeke wê ya sereke jî keşk in[2]. Dema wextê şînbûna spîtangê tê jin û qîzên gund diçin spîtangê diçinin û tînin. Dûre ew spîtanga ku tînin, bi rêk û pêk dihûnin. Piştî hûnandinê jî radixin di bin tavê û hişk dikin. Herî dawî wê spîtanga ku hişk bûyî hûr dikin û dikin tûran. Êdî ji bo bikaranînê ew spîtang amade dibe.

Keledoş bigiştî di qûşxaneya bipîpik de tê pijandin.

Pêdiviyên Keledoşê:

  • 1.Spîtang
  • 2.Keşk
  • 3.Goşt
  • 4. Nîsk an jî nok
  • 5.Pîvaz
  • 6.Rûn û xwê

Amadekirina  Keledoşê

 Cara serî spîtang tê şûştin. Dûre jî spîtang, goşt, nîsk, nok, pîvaz, rûn xwê tev bi hev re dixin qûşxaneya bipîpik û devê qûşxanê tê girtin. Di vî navberê de keşk jî di nav ava kel de tên bişaftin. Dûre ew keşkên ku hatine bişaftin tev li keledoşê dikin û bi kevçiyê dar ve li hev dixin. Piştî dido an jî sê saetan  xwarina keledoşê amade dibe. Dawiyê de jî çend pîvaz di nav rûn de tên qelandin û li ser keledoşê tê reşandin.

2) Helîse

Helîse jî wek keledoşê xwarineke pirr xweş û bi nav û dang e. Xwarina Helîsê jî xwarineke pirr kevnar e, li Mûşê gelek tê zanîn û çêkirin. Her çiqas wekî berê nebe jî hîn li Mûşê tê çêkirin. Lê mixabin niha pirr kêm tê çêkirin jixwe ciwanên niha xwarinên wiha kevnar pirr naxwin û bi rastî jî pirr jê hez nakin. Bi vê awayî here çend sal çûn de xwarina Helîsê yê were ji bîr kirin. Jixwe ku ji bo êxtiyaran jî nebe, Helîse belkî qet neyê çêkirin. Lê înşallah ev xwarina xweş neyê ji bîr kirin.

Helîse bi gelemperî di dîzikan de û di nav agirê tenûrê de tê çêkirin. Lewra xwarineke hinek dereng dipije.

Pêdiviyên Helîsê

  • 1.Dan[3]
  • 2.Goştê sor
  • 3.Xwê, rûnê mala û hiçhar (filfil).

Amadekirina Helîsê

 Dan dixin dîzikê û av tevlê dikin. Piştî ku av hinek keliya rûn, xwê û goştê sor jî tevlê dikin û li hev dixin. Heta ku baş bipije bîst an jî nîv saetan carekî li hev dixin. Ji bo ku hemû bi hev re baş bipije lihevxistina wê hewce ye. Piştî çar-pênc saetan Helîse êdî dipije. Dema ku Helîse amade bû gerek mirov nehêle ku sar bibe, lewra Helîse kel be xweştir dibe. Dema ku ji bo xwarinê amade bû, meriv dîsa hinek rûnê mala tevî hinek hiçhar dihelîne û li ser Helîse dike. Ew çax helîse ji bo xwarinê amade dibe.

 

3.Keşke

Ji wan xwarinên ku li herêma Serhedê, li Mûşê tên çêkirin, yek jî Keşke ye. Keşke jî wek Helîse û Keledoşê xwarineke xweş, kevnar û navdar e. Bi rastî Keşke jî tehmeke xweş û cûda ye. Keşke li gorî malzemeyên xwe dişibe Helîsê. Lê cûdahiya Keşkê jî ew e ku di Keşkê de fasûlî jî tên bikaranîn. Jê pê ve tehm û mudeta pijandina wan jî ji hev cûda ne.

Keşke jî bi giştî di dîzikan de tê pijandin lê hin caran jî di qûşxaneyên bipîpik de jî tê çêkirin.

Pêdiviyên Keşkê

  • 1.Dan
  • 2.Nok
  • 3.Goşt
  • 4.Fasûlî
  • 5.Rûn û xwê

Amadekirina Keşkê

Cara pêşî dan, nok, fasûlî, xwê û rûn berdidin dîzikê û hinek av lê zêde dikin, dûre jî bi kevçiyeke dar ve Keşkê li hev dixin. Piştî bîst deqeyan goşt jî îlawe dikin û dîsa hemûyan li hev dixin. Piştî dido û nîv saetan Keşke ji bo xwarinê amade dibe. Herî dawî rûn li ser Keşkê tê reşandin û bi xweşî tê xwarin.

4.Dolmê Keleman

 Dolme jî xwarineke gelek navdar û xweş e. Mirov dikare bêje ku dolme li hemû herêm û bajaran ango li hemû derên cihanê tê çêkirin. Xwarineke gelek bi tehm û bi nav û deng  e. Gelek cûreyên dolman hene wek mînak: Dolmê belgên tiriyan, dolmê kundiran, dolmê balîcanan, dolmê firîngiyan û hwd. Ji wan cûreyan yek jî dolmê keleman e. Dolmê keleman dibe ku li gelek cihan nayê zanîn an jî bi naveke din tê zanîn. Lê li Mûşa me xwarineke gelekî navdar e. Dolmê keleman bi giştî  zivistan û biharan tê çêkirin. Lewra malzemeya wê ya sereke belgê keleman di hemû deman de nayê peyda kirin. Kelem sebzeyeke demsalî ye. Serê havînan tê çikandin û di dawiya havînê de jî tê çinîn. Payîzan jî gundî û bajarî, lê pirranî gundî, keleman distînin û wan di beroşên mezin de dikelînin û dixin kûpan. Piştî dido an jî sê mehan ew kelem zer dibin û ji bo ku bibin dolme, amade dibin. Li Mûşê ji vê karî re dibêjin zerkirina keleman. Dema ev kelem zer dibin jixwe wext jî dibe payiza dereng ango dibe zivistan. Ji bo vê sedemê ye ku dolme pirranî zivistan û biharan tê çêkirin.

Pêdiviyên Dolmê Keleman

  • 1.Belgên keleman ên zerkirî
  • 2.Dan, rûn, xwê, pîvaz, çênc (avbacan)
  • 3.Keşk

Nîşe: Dolmê keleman carinan  di dewsa dan da, bi birinc ve jî tê çêkirin û carinan jî ji bo ku tehma wê xweştir  be, goştê sor dixin nava danê keleman.

Amadekirina Dolmê Keleman

Pêşiya pêçandina keleman, cara ewilî danê wê tê amade kirin. Dan, rûn, xwê, pîvaz, çênc hemûyan tevlihev dikin û hinek av jî lê zêde dikin. Piştî ku ew danê wê keliya, êdî wan  belgên keleman tînin, nava wan tijî dan dikin û dipêçin. Ew belgên ku dipêçin, yeko yeko dixin qûşxanê. Piştî sê-çar saetan, dolme ji bo xwarinê amade dibin. Dawiyê de jî keşk tên bişaftin û bi rûn ve li ser dolmeyan tên reşandin.

 

5. Girar

Girar jî xwarineke kurdewarî û pirr xweş e. Wekî gelek xwarinên din, Girar jî di gelek deran de tê zanîn û çêkirin. Girar tehma xwe ya xweş ji malzemeya xwe ya sereke pûngê[4] digire.

Pêdiviyên Girarê

  • 1.Pûng
  • 2.Dan
  • 3.Dew û xwê

Amadekirina Girarê

 Dan, xwê û pûng bi hev re nêzikî 2-3 saetan dikelînin û dûre jî dew lê zêde dikin. Piştî hinek kelandinê êdî Girar amade dibe.

Nîşe: Li Mûşê di demên berê de jinan pirranî  xwarina Girarê serê sibehê ango şeveqê de çêdikirin û jê re digotin Girarsibe. Hin jî carinan jê re dibêjin Girarsibe.

 

6.Xaşîla Dew

Xwarineke kurdan  yeke bi naveke ecêb jî Xaşîla Dew e. Jixwe ji navê wê jî tê fam kirin ku xwarineke bi dew tê çêkirin û ji xaşîlê jî tê fam kirin ku xwarineke pirr zêde tê pijandin. Li Mûşê tiştên ku pirr bipijin an jî bikelin, ji wan re dibêjin xaşîlandin. Xaşîla Dew  ji ber ku bi keşkan tê çêkirin jê re dibêjin Xaşîla Dew ango dew navê xwe ji keşkan digire.

Pêdiviyên Xaşîla Dew

  • 1.Spîtang
  • 2.Savar
  • 3.Keşk
  • 4.Rûn û xwê

Amadekirina Xaşîla Dew

Xaşîl pirranî di dîzikan de tê çêkirin. Cara yekem spîtang, savar, rûn û xwê dixin dîzikê û têra wê av lê zêde dikin. Piştî ku êpê keliya, keşkan jî berdidin nava wê û dîsa hinek dikelînin. Piştî ku baş keliya êdî ji bo xwarinê amade ye.

 

7.Savarê Pincarê

Jixwe savar ji bo kurdan xwarineke jêneger e. Savar li hemû deran tê zanîn û çêkirin. Gelek cûreyên savar jî hene. Yek ji wan jî Savarê  Pincarê ye. Pincar jî spîtang e, savar bixwe ji spîtangê çêdibe, lê jê re dibêjin Savarê Pincarê. Cûreyeke din jî Savarê Hêlizê[5] ye. Li Milazgirê  dema dibe bihar em diçin li ser çiyayê Qertewînê û hêlizê diçinin. Ji hêlizê gelek xwarinên xweş û cûda tên çêkirin.

Pêdiviyên Savarê Hêlizê

  • 1.Spîtang an jî hêliz
  • 2 Savar
  • 3.Rûn xwê

Amadekirina Xwarinê

Serî de savar, rûn û xwê di nava hev de sor dikin, dûre jî spîtang an jî hêlizê lê zêde dikin. Di navbera saet û nîvek- du saetan de savar êdî ji bo xwarinê amade dibe. Savarê Pincarê pirranî bi pîvazên şîn re tê xwarinê.

 

8.Masiyên Tenûrê an jî Masiyên Şoravê

  Masî jî her çiqas di nav kurdan de pirr neyê çêkirin jî, dîsa xwarineke xweş û nasdar e. Gelek cûreyên xwarinên masiyan  hene. Ji wan yek jî masiyên tenûrê ne. Masiyê tenûrê jixwe ji navê wê jî tê fam kirin ku di tenûran de tê çêkirin. Ev masiyan di serî de tên xwêykirin û di kûpan de tên veşartin. Piştî mehekî êdî ew mesiyan ji bo pijandinê amade dibin.

Pêdiviyên Masiyên Tenûrê

  • Masiyên şor

Amadekirina Masiyên Tenûrê

Dema ku nan li tenûrê dixin û agirê wî hinek ditemire. Ew masiyên ku şor kirine wekî nan li dîwarên tenûre dixin û nêzî bîst deqeyan di tenûrê de dimînin. Dûre jî ji bo xwarinê amade dibe.

Di çanda me kurdan de wek her dewlemendiyên me, mutbexa me jî xwedî dewlemendiyeke mezin e.  Xwarinên me yên cûr bi cûr, xweş û tehmxweş hene tenê bila em qîmeta wan bizanibin. Hûn jî kerem bikin para xwe ji vî dewlemendiya xwarinan bigirin.

Haydê ji we re noşîcan be xwarinhezno…

  • Nivîskar:  Ozan Aktekîn
  • Çavkanî: Helîme Aktekîn û Cahir Atli
  • Herêm: Milazgir / Mûş- ÇANDNAME
[1] Spîtang: Navê giyayekî ye û di demê biharê de, li ser çiyayan û di nav zeviyan de şîn dibe. Di gelek xwarinên xweş te tê bikaranîn
[2] Keşk jî wek cûreyeke sos e. Ji bo gellek xwarinan wek sosek e. Keşk ji toraqê çêdibe. Toraq jî ji dewê kilandî ve çêdibe. Keşk wek kuftikan gilover tên çêkirin û di bin tavê de tên ziwa kirin.
[3] Dan wek cûreyeke savar e, lê mîna savar nayê hêradin. Dan di gelek xwarinan de tê bikaranîn.
[4] Pûng giyayeke xwezayî ye. Di demên biharê de û li cihên avî de şîn dibe.
[5] Hêliz jî wek pûngê giyayeke xwezayî ye û dema biharê, li ser çiyayan de şîn dibe.

Derbar ziman

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply