Çend Têgihên Dînî – M.Emin Can

FERZ: Ellah û Teala bi emrê fermanekî bi birhanê vebirî, ji mirovan xwestiye ku mirov wî fermanî bîne cîh. Kî ferza bîne cîh xêrê qezenc dike. Kî nîne cîh gunehkar dibe. Înkara ferzê kufr e. Ferz du cûdanın.

Ferzê Eyn: Her stunbarê misilman, tavilê wê erkê binîn cîh. Mînak; Nimêj, rojî, zekât û hec.

Ferzê Kîfaye: Ku hin misilman wê erkê bînin cîh, ser misilimanên din ew erka radibe. Mînak; Şehadetî, hînbûna hin ilma, hînbûna hin zeneata, nimêja meytê hwd…

WACIB: Di mezhebê Şafiî da ferz û wacib wek hev in. Ji hevdu cûdatir nînin. Di Şafiî’yan de wacib;
di Hec de tenê heye, lê belê mezhebê Henîfiyan de wacib ji ferzê cûdatir e. Mezhebê Henefîyê de wataye wacib ew ku bi delîl ne sabite bi delîlê zaniî ye. Kî emeleyekî wacib bîne cîh xêrê qezenc dike. Kî emelekî wacib neyine cîh gunehkar dibe, lê belê înkara wacib kufr nîne.

SINNET: Tiştek ne ferz in, Qasidê Xweda Pexember (e.s) gotinên wî, kirinên wî an jî tiştek deng nekirinê ew in. Jiyana Pêxember(e.s) e. Sinneta Pêxember du cuda ne;

Sinnete muekked: Qasidê Xweda (e.s) ev sinnetana her daîm kiriye. Minak; sinnete nimêjê ferzera giredayî. Sinnetê nimêja sibe, nimêja nîvro, nimêja esre, nimêja êvarê, nimêja îşa’yê, nimêje îdê, serî jêkirna qurbanê.

Sinnete xeyrî muekked: Pêxembere Xweda (e.s) ev sinneta car bi car kirine, carna jî nekirne.

MIBAH: Tiştekî kirin û nekirna wî şer’en caîz e. Tiştekî mibah bikî an jî nekî ne xerê qezenc dikî, ne jî guneh qezenc dikî. Minak; Xwarin û vexwarinî, razan, gerîn, cek xwekirin, hwd.

HELAL: Tiştek Şerî’etê destur daye caîz ditiye. Mirov tiştekî helal bike, pêşberî wî ceza an jî ezabê nabîne. Lê belê ji bo kirina emelê helal xerê qezenc dike. Înkara helalê kufr e. Kî helalê heram bi hesibîne dikeve kufrê.

HERAM: Tiştek Şerî’etê destur ne daye û caîz neditîye. Mirov tiştekî emelekî heram bike pêşberî wî ezabê dibîne û gunehkar dibe. Înkara heramê kufre. Kî kirine kî heram helal bihesibîne dikeve kufrê. Mînak; Dizîyê, derewa, ne kirna nimêjê helal bihesibîne.

MEKRUH: Tiştek dînê me xweş neditîye ango heram birhane vebirî qedexe nîne. Kî tiştê mekruh xwe biparezê gorî dînê me kiryarekî baş tê hesêb. Kî jî bi emelekî mekruh bike gorî dînê me tiştekî ne xweş kiriye tê hesêb. Misilman gerek tiştê mekruh jê bireve. Mînak; Nimêjê derengîyê bixe, bı deste cep xwarin û vexwarin bike hwd.

 

M.Emin Can 

www.candname.com

Derbar M.Emin Can

Check Also

Rojîname – 28

Ayeta Rojê بِسْمِ اللَّهِ الرَّحْمَٰنِ الرَّحِيمِ اِذَا زُلْزِلَتِ الْاَرْضُ زِلْزَالَهَاۙ 1. وَاَخْرَجَتِ الْاَرْضُ اَثْقَالَهَاۙ 2. …

Leave a Reply