Çend Têgehên Zanista Psîkolojiyê

DEPRESIYON: Navê sendromeke bo rewşa derûnî ye, ku nexweş bi xemgîniyek kûr û carine pê re tengezarî hest dike. Herwiha qelsbûna fikirîn, hereket û axaftinê û di erkên fîziyolojîk de hêdîbûn û rawestandin çêdibe. Û nexweş xwe wek bênirix û bêqîmet, bêxwestek, bêhêz û biçûk dibîne.

MANÎ: Sendromek berovajî depresiyonê ye. Tê de nexweş pir bikêf û carine bihêrs xwe hîs dike. Di nav de zû diaxive, zû herket dike û zû difikire. Ezotiya (ego) nexweşî dinepixe û xwe pir bihêz û mezin hîs dike.

ÎNSOMNÎA (insomnia): Bi kurtasî; nexweş zehmetiyê di despêkirina xewê/razanê de û berdewmkirina wê de dibîne. Yanî nikare razê û dema radizê xew qeto qeto ye pir çaran hişyar dibe.

HÎPERSOMNÎA: Di rewşa normal de piştî xewa şevê bi roj bêyî hemd razan û nikaribe li ser xwe bisekine. Bi şêwyek din; xewa bi rojê ya zêde.

PARASMNÎA: axaftin, hereket û tevgerên bêyî îradeya mirovî di xewê de. Wek meş û afaftina di xewê de û dîtina kabûsan, lê tiştek nayê bîra nexweş.

TIRS: hestê ku i hemberî metirsî û tehlûkeyek rasteqîn û biwate tê hîskirin.

FOBÎ (fobia): Tirsa ku rastî tişt û mercên jê ditirse were; tirsa ji tirsê.

LABÎL (labil): Çûn û hatina di navbera hestê hêrsbûnê, coş/kêf û xemgînbûnê de ye.

ANOREKSÎYA NEVROZA: Xwestina zêde ku zeyîf bibe heta ku fonksiyon û erkên laşî xirab dikin. Nexweş piştî xwarinê xwe bi xwe vedirşîne yan spor/werzîşek zêde dike. Herwiha pir caran giraniya xwe kontol dike tev ku pir zeyîf e lê ew xwe qelew hîs dike.

Mihemed Xêr Şêxo 

Çavkanî: felsefevan.org

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo kêfxweşîyê van tiştan nefikirin

Bextewarî carinan dibe ku ji kêfa wê gavê be û hişê me ji ramanên neyînî …

Leave a Reply