Gelî xwendevanên hêja, min xwest ku ez li ser van têgehên jêrîn nivîsekê binivîsim. Piştî lêkolîneke duvûdirêj û bi alîkariya hinek mirovên zana, min vê nivîsa xwe sererast kir. Nivîsên li ser çand û hunerê, ked û emek ji wan re divê.
Gayê cot, nîr, Teşiya Mûşî û Kulavê Xuristanî ji kilaman re bûne mijar:
“Derwêşo Lawo were mala bavê min bi mêvanî.
Ez ê ji te re raxim kulavê sor ê Xoristanî.
Ez ê ji te re serjê bikim miha sora serberanî…
Misto bûye gayê axê xwe, lê lê lê Misto,
Nîr xistiye sitûyê xwe, lê lê lê Misto…”
Li ser van amraz/amûr û têgehên din jî kilam hatine gotin.
Zilamên ku di karê cot û paleyîyê de pispor bûn, herweha pîrekên ku di karê tevn û teşiyê de jî pispor bûn, rûmeta xwe di nava civakê de didîtin.
Gava keçek dihate xwestin, pêşî pisporiya wê ya di tevn û teşiyê de dihate pirsîn.
Zilaman bi erebeyên ga karê bênder û malê dikirin, bi ga cot dikirin, pîrek jî karê tevn û teşiyê dikirin.
Pisporên van karan, çi zilam û çi jî pîrekan, gelekî rûmet di nav civakê de didîtin. Civakê bi ji bo pisporiyên wan, li her deverê pesnê wan hunermendan didan.
Amraz û têgehên me ev in;
HÊMANÊN EREBEYA GA
NÎR: Ew darê ku dikeve ser stûyên herdu gayên cot e.
KULABE: Ew darê ku ji herdu aliya ve dikeve stûyên gayan.
BESAMTÊL: Ew benikên ku herdu kulabeyan bi hevdu ve girêdide.
QAWÎŞ: Serê erebê û nîr bi hevdu ve dide girêdanê.
MALOQ: Ew darê ku dikeve helboqa qawîşê.
MILÊ EREBÊ: Ew darên ku xwe digêhînên sirnîyê û jê derbas dibin.
DAYAX: Ew darê dikeve binê serê erebê ku ji bo ku nekeve erde û bi hêsanî ga werin girêdan (Minaye kirîko).
PALIK: Ji vê re pîge jî tê gotin. Ji bona ku stûyên ga nebin birîn û bo ku ga hêza xwe tev bidin kişandina erebê, mîn kevanî (cergewî) dihate çêkirin.
SURNÎ: Ji vê re mezî jî tê gotin. Ew darê dirêj ê ku dikeve nava herdu tekeran.
DERZÎ: Ew darê mîna çengel ku serê werîs davêjinê.
BELÎF: Ew darê ku di navbera sirnî û qolê de ye.
QAZIX: Ji bo ku tişt li ser erebê bisekinin, darên ku bi dora erebê ve dibestin.
KOP: Ew darên ku li pêşî û li paşiya erebê ne.(Qasa)
YAN: Ew herdu darên ku li kêleka erebê dikevin û herdu kopan bi hevdu ve dide girêdan.
TOQ: Hesinê li ser tekerên erebê hatine cihdan.
AŞMAX: Ew darê ku ji bo textê erebê hevûdu bigrin û li herdu aliyên erebê tên bestekirin.
BÛLÎ: Ew darê ku li serê surnî dikeve da maran (teker) dernekevin (Pîm).
DIRAN: Surnî û erebê ku bi hevûdu ve girêdide.
MARAN: Ji tekerên erebê re tê gotin.
CUREYÊN EREBEYAN
1- KAŞKE: Ew erebeyên du teker û ku tekerê wan hesin in. Ew jî di nava xwe de dibin du beş: a) Erebeya Suxrê. b) Erebeya Sap
2- VIRXÛN: Ew erebeyên çar teker in û tekerên wan hesin in.
COT
NÎR: Ew darê ku dikeve ser stûyên herdu gayan e.
QAWÎŞ: Gewrîcot û nîr bi hevûdu ve girê dide.
MALOQ: Ew darê ku dikeve helboqa qawîşê.
GEWRÎCOT: Ew darê ku ji nîr hetanî diçe dawiyê.
GÎSN: Ew hesinê ku di serê şûr de ye û erdê diqelişe.
ARDAM: Ew darê ku şûr bi gewrîcotê ve dide girêdanê.
ŞÛR: Ew darê ku gîsn û gewrîcotê bi hevûdu dide girêdanê (divî ew ji dara temê be yan ji dara sêvê).
MAÇ: Destika çotkar, ewa ku pê dengeya cot çêdibû.
MAÇKAR: Yê ku bi maçê digire û cot dike.
HORÎK: Di dema kar de ku li du hev gayan lê zêde bike. Ji vê zêdekirinê re horîk tê gotin. Gava ku horîkek tenê lê zêde be, çargayî û du horîk lê zêdebe, şeşgayî tê gotin. Di dema ajotina cot de, li erdê kort/beyar heşt ga bi kotan ve têne girêdan.
KOTAN: Ev sê texlît in; Yemen, Kotanê Reş û Cilxe. Bi kotanê erd digate cot kirin.
GÊLE/GÊRE
GÊLE: Sewalên mîna ga, conega, mozîk û nogin di stuyên xwe de bi hevdu ve têne girêdan û li ser sap digerin, heta ku sap li erdê dibe ka.
KAM: Jê re moşene jî tê gotin. Ji du texteyên qalind ku bi binê wan ve cure û cure kevirên sertûj an hesinên sertûj hene. Du ga, yan conega wê li pey xwe dikişînin û yek jî li serê şipya ye û li ser qewş gêle dike heta ku dibe ka..
MELÊV: Jê re melhêb jî tê gotin. Qewşê ku bûye ka, pê didên bayê, heta ku ka û genim ji hev cuda dibin.
SERAD: Elanga ku genim pê tê werbêjkirin û paqij dibe.
KARMAX: Jê re serad jî tê gotin. Elanga ku duyemîn car genim pê tê paqijkirin.
BÊJÎNG: Elenga herî hur e, ji bo ku zîwan û kizmûk ji nava genim bêtin derxistin.
MOXIL: Elanga arvan e.
Maşallah Milazgirtî
(Ev nivîs ji di Kovara Nûbiharê di hejmara 124an de hatiye weşandin)