Çend Rêkar Ji Bo Jarkirina Bedenê – Menuçêhr Tarverdi

Jiyana îro bi hemî xweşî û îmkanên xwe, hin pirsgirkên micid/cîddî jî ji bo însanan pêk anîne. Yek ji wan kokbûn yan  qelewbûn e. Rêçar  û rêkarên pirrcur û nevek hev ji bo pêşîgirtna li ber qelewbûnê û jî jarkirina laşê meriv tên raber kirin. Li vê nivîsarê em jî çend rêkaran ji we re raber bikin.

Bona ku meriv bikare dohnê zêde yê laşê xwe ji beynê bibe û wezna bedena xwe kêm bike, du riyên wî /ê hene:

Riya ewil ev e ku însan risq û xwareka kêm bixwe û qaloriyên zêde bişevtîne. Lê însanê îro ku nav îmkanên zehf de dijî, yan jê re xweş nayê ku kesek bêje wî/ê kêm bixwe yan jî pirr caran nikare pêşiya xwe û zikê xwe bigire. Lê  qet miraqa nekin ji ber ku rêkarên curbecur bona kêmkirina wezna bedenê meriv hene ku em dikarin pê bikaranîna wan hem rê li ber qelewbûnê bigirin hem jî ji jiyanê lezetê bibin.

Lêkolîner dibêjin xwarina goştê ku  ser agir hatiye patîn yan kibabkirin, xwarinek baş bona şevitandina dohnê zêde yê bedena meriv e. Li goştê ku ser êgêr hatiye kibabkirin madeyek heye ku pê re dibêjin “CLA”.

Lêkolîner dibêjin; ev madeya ku  li goştê kibabbûyî yê ga û pez de heye dibe bayîs dohnê zêde yê li bedena meriv bişevte û ji beynê here.

Lêkolîneran nîşa dane kesên ku şeş mehan li nav rîsq û xwarineka wan de madeya “CLA”  hebûye bi qasê sedî çarê dohnê zêde yê laşê wan mehiyaye. Bes bê nîgeranî goştê kibabbûyî bixwin.

Nava nok û noka ferengî de gelek fîbr hene û ev fîbrane bi rihetî li sîstema hezmê de tên mehandin û madeyên li nava wan de bi hêsanî tevlê xwînê dibe û dibe bayîs însan seha têrbûnê bike û gava însan nok yan noka ferengî dixwe zûbizû birçî jî nabe.

Lêkolîna lu lêkolînerên Spaniyayî ser 300 merivên ku kok bûn bi cih anîne, nîşa da ku ewan merivan paş çar mehan ku nav xwarekên xwe de curên nokan xwaribûn û bi vî awayî fîbr geheştibû bedena wan, bi qasê pênc kîloyî wezna bedena wan kêm bû.

Lêkolînên ku li Danîmarkê bi cih hatine nîşa didin ku xwarina bîber ya îsotê jî dibe bayîs însan zû seha têrbûna ji xwarekê bike û eva jî riyek baş bona pêşîgiritna ji qelewbûnê ye.

Nava îsotan de madeyek heye ku pê re dibêjin `Kapsaîsîn`. Ev madeya dibe bayîs însan pirr ber bi xwarina xwarekan ve neçe û elaqeya wî bi xwarinê kêm bibe.

Menuçêhr Tarverdi

Derbar Rêvebir

Check Also

Dil û Dîrok Dişewite

Halê kurdan û kurdistanê xerabmalî ye. Ji lew dil û dîrok dîsa dişewite. Kezeba mirovahiyê …

Leave a Reply