Çend mînakên ji Weşanên Do

Weşanên Do ku ev deh sal zêdetir e weşana xwe didomîne bi ser 200’î re pirtûk derxistine. Par jî, îsal jî gelek pirtûk gihandine ber destên xwendevanan. Emê ji van hinan bibîra xwendevanan bixin:

Çerxa Felekê / Dînçer Çankaya / Çîrok / 62 rûpel / 2015

Çerxa Felekê wekî pirtûkek çîrokan ji aliyê Dînçer Çankaya ve hatiye nivîsandin. «ankaya di sala 1978’an de li Agirî hatiye dinê, Zanîngeha Ataturk xilas kiriye, di sala 2000’î de pirtûka wî ya yekemîn bi tirkî hatiye weşandin, dûre berê xwe daye kurdî. Yek taybetiyên wî jî ew e ku ew boksorekî ye û di boksoriyê de li Tirkiye û Ewropayê bûye şampiyon,niha li Agiriyê mamostetî dike. Di pirtûkê de 8 çîrokên cuda hene.

Risteya Janê / Berham Mîrzo /Helbest /128 rûpel / 2015

Risteya Janê pirtûka helbestan a Berham Mîrzo ye. Di pirtûkê de bi ser 50’î re helbest hene. Nivîskar Fêrgîn Melîk Aykoç ji bo pirtûkê wisa gotiye, “Helbestên Berham Mîrzo giyana min li hespê Gola Sîtilan siwar kir, ez birim geliyê evîna yêzdanî ya Siyabend û Xecê, bi razên ejderhayê Gola Wanê re ez gihandim Tujpaya Xaldiyan. Li kêleka Tujpayê ez danîm ser baskên bazên dîroka veşartî, birim, êşa Şengalê re ronrim darivand dilê min. Bi lehengiya şêrên Kobanî re anor û serbilindiya gelê me bi min da çêştandin. Bi xweşikiya kevokên aştiyê re ez li enda helbestên nû hiştim.”

Fabl bi kurdî xweş in / Mehmet Akar / Folklor / 2015

Pirtûka “Fabl bi kurdî xweş in, çi hebû çi tune bû” pirtûka Mehmet Akar e. Fablên La Fontaine ji tirkî ji bo kurdî hatine wergerandin û hin fablên ku li nav kurdan têne gotin jî ew jî lê zêde kirine û pirtûk bi vî awayî ji bo weşandinê amade kiriye Mehmet Akar. Ev fablên ku berhev kirine ji aliyê derdora Semsûrê berhev kiriye.

Kendal / Mehmet Akar / Roman / 80 rûpel / 2015

Pirtûka din a Mehmet Akar “Kendal” e. Her çiqas navê roman li pirtûkê hatiye kirin jî “Kendal” çîrokek dirêj e û li ser tehcîra ermenan e. Di çîrokê de, qala koçberiya malbatek Ermen tê kirin ku koçberî Binxetê dibin. Xanima malê Anî û cîrana malbatê Xanim du hevalên ku wekî du xwişkan in. Lê belê ji hev tên veqetandin. Çîrok ji aliyekî de qala koçberiya malbata Ermen û ji aliyê din jî qala hezkirin û hesreta du mirovan dike.

Çavakanî: DiyarName

Derbar Rêvebir

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply