Çend Gotin Li Ser Rojhilat û Rojavayê “Esmerbûna” wan

Di destpêka xwendina min a di zanîngehê de (Zanîngeha Yagîellonskî ya Krakovê) dîroknasê Amerîkî Norman Davies dersa xwe pêşkêş kir. Norman Davies ji bo xelkê polonî navekî taybet e.

Heyama rejîma komunîst, -dema ku welatê me ji welatên din ên ewropî bi “perdeya hesinî” qutkirî bû û dîroka me tijî derewên ideolojîk bû- wî kesî di rojavayê de behsa tarîxa Polonyayê dikir û lêkolîn li serê dikirin. Nikarim bibêjim ku hemû dîtinên wî niha tên pejirandin; lê Davies wek şexsiyetekî taybet di qada dîroknasiya polonî de cih digire..

Davies di dersa xwe de -ya ku bi taybetî ji bo xwendekarên zimanên rojhilatî bû- behsa “orient”ê yanî “rojhilat”ê dikir. Li gorî raya dîroknasî, di tarîxê de wate û sînorên “orient”ê gelek caran guherîne.

Edward W. Said jî dibêje ku rojhilat ji bo mirovên rojavayî bihaneyeke nasandin û pesnê xwe bû. Rojhilat paşdemayî, rojava pêşketî ye – fikreke wisa bi salan baweriyên gelek mirovan şekiland, hem li rojava hem jî li rojhilatê. Ji bilî vê peyva „”ojhilat“ê wek sembola dinyayeke din, nerasyonel, veşartî û efsûnkar, carinan jî metirsîdar bû.

Ji ber vê yekê “hatina ji rojhilatê” ne tişteke erênî bû, tu kesî nedixwest wek yekî rojhîlatî (û paşdemayî) xwe bide nasandin. Ev di Ewropayê de diyar bû; lê li Rûsya, Tirkiye û Polonyayê jî her wisa. Rûxandina rejîmê riyên demokrasîyê ji me re vekirin; lê di destpêka vê prosesê, yanê di salên 90î de, li rojavayê Ewropayê, li welatên wek Polonya û bineliyên wan ji bo gelek kesan ev yek remakî û metirsîdar bûn. 

Ǚ niha jî seba gelek polonîyan mirovên remakî ev in yên ji me re rojhilattir dijîn. Di nav welatê me de jî di navbera rojava û rojhilatê de cudatî diyar in. Rojava nêzîkî Almanyayê ye û zehf pêşketî û nûjen tê dîtin; rojhilat nêzîkî Rûsyaya Spî û Ukraynayê ye û paşdemayî û kevneşopî tê dîtin. Lêbelê balkêş e ku gava welat dixwaze xwe ji paşdemayînê xilas bike û ber bi pêşketinê ve biçe gelek caran em dibînin ku mirovên tê de dijîn„rojavaya“ welatê xwe hemberî “rojhilata” wê dikin.

Wateya vê hemberkirinê dirokî, cografyayî û aborî ye, lê piraniya caran naveroka wê bi rastî berawirdkirina hêjayiyan e: baş-xerab, ciwan-kirêt, pêşketî û paşdemayî, nûjen-kevn.

Cografya û taybetmendiyên Tirkiyeyê hûn baş pê dizanin. Li vir redkirina rojhilatê û mirovên wê ya bi salan sembola problema kurdî bû. Gava ku ez cara yekem di sala 2000an de hatime Stenbolê gelek tirkan ji min re digotin ku li rojhilata Tirkiyeyê tu tişt tuneye, ji bilî mirovên esmer û cahil.

Ev “esmerbûn“ û “esmerkirina“ mirovan tişteke pir balkeş e û nîşana nefret û tirsê derdixe pêş çavan. Li Rûsyayê jî, bi taybeti li Moskovayê, ji bo penaberên Kafkasê “rûyên neteweya Kafkas“ digotin û maneya wê bi rastî “esmerbûna“ wan bû ji ber ku polîs li ser kolanan her carê ji mirovên esmer pasaport dipirsin.

Lê gava ku tirk tên Ewropayê ji wan re “esmer“ dibêjin û wekî“penaberên qirêj” ji wan nefret dikin û ditirsin. Yanî diyar e ku“esmerbûn“ û “ji rohilatê hatin“ nexweşîna têger e û ne tenê problema welatekî ye.

Davies ji me re digot ku -wekî dîroknasekî Amerîkî- ji bo wî Polonya jî orient e. Paşe wî behsa gera xwe ya li dora dinyayê dikir û ev ger bi riya rojhilatê ve bû. Davies Polonya nas û hez kir. Rojhilat jê re bû cihekî nas û nêzik. Dibe ku loma jî di dema gera xwe de dîtiye ku rojhilat dûr û dûr didomîne û di dawiyê de dibe…. rojava. Di destpekê de ev rastî zehf ketûber xuya ye, ji ber ku giloverbûna dinyayê tîne zimên ku niha di sedsala 21an de em hemû pê dizanin. Lê em gelek caran rastîyên wisa feramoş û ji bîr dikin. Dibe ku carinan bibiranîna wan ne xerab be.

Nizanim ma dermanê li dijî “esmerbûnê“ heye an na … Lê dikarim bibêjim ku rojêkê min li Tirkiyeyê kovara Esmerê peyda kiriye. Navê wêEsmer, Popüler kültür bû û gelekî bala min dikişand.

Armanca vê kovarê û navê wê ev e ku peyvokên li Tirkiyeyê bi bîrxistinên neyînî (esmer, Kürt) bike erênî. Bi vî awayî “esmer“ bû sembola guhartina nirxan. NavêKürt bi ya kültür dilîst û tuwanca (îma) çanda kurdî dikir. Wateya wê ya herî giring ev bû ku di nav dîmeneke tarî û neyînî de tiştekî ciwan û pir binirx bibîne û nişanî mirovan bike. Yanî -bi gotineke din- baweriyên mirov piçekî biguhere ta ku mirov li ser peyvên wekî tirk û kurd, ciwanî û kirêtî, qencî û xerabî ji nû ve bifikirin.

Di dema nûjên de ev armanc bû babeteke gelek nimûneyên huner û edebiyatê. Di qada edebiyata kurdî de ez ê navê Hesenê Metê an jî Firat Cewerî bi bîr bînim. Qehremanê Metê yê Labirenta Cinan – Kevanot hêdî hêdî dikeve dinyayeke ji tariyê tarîtir. Lê armanca pirtûkê ne ev e ku pesna tevgerên wî an jî rexneya wan tevgeran bike, lê da ku baweriyên me yên li ser qencî û xerabiyê berfireh bike.

 

Ma daxwazên mamostayê Kevanot yên pêşketina gund û gundiyan tenê baş û xweş in? Ma daxwaza guhartina mirovî bi xwe jî ne îşê xwexwaz û diktatoriyê ye? Firat Cewerî jî di “Ez ê yekî bikujim” de mêrkujekî bi me dide nasîn û dipirse gelo ji ber rewşa wî ya tarî tenê ev mirov berpirs e? Qehremanê wî ne tenê bi armanca xwe ya herî xerab li ber me dikeve hem jî wekî diltenik û hesasekî. Qehremanekî wisa jî di filmê Filmeke kurt li ser kuştin de yê derhênerê wî yê polonî Krzysztof Kieślowski de heye ku berî çend salan bala temaşevanên ewropayî dikişand.

Guhartina fikir û baweriya ku huner û edebiyateke biqiymet didin me bêgûman ne îşê îdeolojî û dîktatoriyê ye. Ji ber ku tu car tu çareseriyên xurt û yekalî pêşkêşî me nakin. Loma carinan ji aliyê dîktator û siyasetvanan ve tên rexnekirin.

Lê pirs û gumanên edebiyatê riya fikrê ji me re vedikin; loma di babetê hevnasîna rojhilat û rojavayê de baweriya min jî bi huner û çandê heye. Nizanim ma em ê ji “esmerbûn“û “esmerkirinê“ yekcar xilas bibin; lê heke me ev “esmerbûn“ wek peyv û wêneyeke binirx bidîta, wê hingê kar û jîyara me dê baştir biba.

Dr. Joanna BOCHENSKA-Beroj

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply