Çend gotin li ser dîroka sînemayê

(Besê, Sano û Sînemê)

Sînemayê, yekemîn gava xwe di 28 ê Kanûnê, sala 1895 an de li Parisê davêje. Heger mirov bi du birrên gelekî mezin û serekî sînemê binav bike, du qonaxên bêdeng û bideng naskirine û îro gihistiye asteke ewçendî bi bandor ku bi serê xwe bûye hêzek ji çend hêzên cihanê birêve dibin.
Ji destpêka xwe ber bi roja me de sînemê, gelek aktor û sînemavanên jîr û navdar anîn pê. Ev qonax mohrên komedyenên mîna Charlie Chaplin, Herry Longdan, sarezayên wek Griffs, derhêner û rejîsorên mîna Sergey Ainstein, Fasbinder, Andrei Vaydan, Andrei Tarkovski, Milosh Forman, Ingmar Bergman, Francis Ford Kapola, kapasîteyên mîna Elia Kazan, Yilmaz Guney û gelek û bi sedan kesên senarîst, lîstikvan, kamerevan û Hwd. Hildigre.
Sîneme qonax bi qonax kete ser riya îro û hê di dehsalên xwe yên ewil, yên salên 1900 î de, bala milyonan diksîne ser xwe û dibe rê û wasiteyeke wensê, wextbuhurandin û bêhnderxistinê. Û girêdayê vê jî dibe navgîneke bazirganî û teknîkê.
Mirov kare ji bo salên di nav sala 1850 û 1910 an bêje salên ceribandin û baskirina teknîka sînemayê. Ji bo salên ji sala 1910 an heta bi sala 1927 an re jî bêje salên sînemaya bêdeng.
Di nav salan de, hêdî hêdî di tenista fîlmên kin û yek-kamerayî de fîlmên dirêj û çendkamerayî çêdibin.
Herwuha di van salan de hem reqabeta di nav welatan de û hem jî ya di nav sîrket û malbatên fîlmçêkeran de sor û gurr dibe.
Salên berî Serê Cîhanê yê Yekemîn, sînemayên Frensî û Italî li pês in. Bi taybetî sînema Firansa di salên ser de, di eniya komediyê de çend fîlmên hêja û xwedîsop çêdike.
Salên pistî serê Cîhanî yê Yekemîn û nemaze pistî 1920 an sînema Elman xwurt dibe, dibe navendeke baldariyê. Sînemaya Elman, hosteyên navneteweyî mîna Fritz Lang û F. W. Mumaw derdixe.
Di van salan de Sovyeta Lenin û Troçkî û pistre Stalîn jî dest davêje sînemayê û bi mebestên ajîtasyon û propegendeyî ji bo hisyarkirin û rohnîdarkirinê, ji bo mobilîzekirin û organîzekirinê bikar tîne.
Sovyet gaveke din jî davêje ku çu welatekî din neavêtiye. Cara ewil Instîtuyeke dewletî ya sînemayê dadimezrîne.
Ev sîneme bi xwe re kesên mîna Lev vladimirov, Sergey Ainststein û Vsehevolod Larinovich Pudovkin dixuliqîne.
Pêsketina sînemayê û zêdebûna salonên sînemayî li her aliyê cîhanê, bandêra xwe li temasevanan dike û bi tenê li Emerîka sala 1920 an li dora 40 milyon kes di nav salekê de diçe sînemayê.
Zêdebûna temasevanan, sînemakar, teknîka fîlmkisandin û filmpêsandayînê, bazirgan û fîrmayên fîlman jî han dan û êdî sînemaya bideng dest pê kir.
Di nav 15 mehan de, di salên 1927 an û 1929 an de gis sînemayên li Emerîka xwe guhertin û xwe li gora sertên nû, sertên sînemaya bideng serast kirin, xwe jinûve avakirin.
Helbet pêsketin û guhertinan bi xwe re daxwazên nû û daxwazan jî pirsgirêkên estetîkî, teknîkî û kadroyî anîn.
Wek nimûne gelek aktor û hunermendên dewra sînemaya bêdeng ji ber ku axaftinên xwe bas ji ber nedikirin, yan jî ji ber ku dengê wan û bizav û dîmenên li ser dikê, hev nedigirtin, hêdî hêdî bêrûmet bûn, ji çavan ketin û bêkar man. Li himberê vê rejîsorên ku hoste û jîr bûn, bûn stêrkên roj û qonaxa nû.
Tistekî din ku di vê qonaxê de hêjayê bîranîn û binavkirinê ye, dublaj û teknîka dublajê ye. Sala 1929an dublaja yekemîn di fîlmê Halaluyah de King Vidor xiste jiyanê.
Saxeke din ku di vê serdemê de ji diya xwe dibe û ji xwe re cîhekî xwurt çêdike filîmên muzîkal in. Mîna walt Disney.
Divê ev jî bê gotin ku pistî sîneme derbasî qonaxa bideng dibe, sînema helî xwurt û li pês sînema Firansa ye. Li Fransa sîneme salên 1930 î dikeve bastirîn qonaxa xwe û navên mîna Rene Clair, Jan Jemnoir li her aliyê dinyayê bela dibin.
Di salên Serê Cîhanî yê Duhemîn de, dabas û temayên sînemayê bi piranî li ser ser in.
Pistî ser, salên dawî yên 1940 î û destpêka 1950 î bi navê „ Pêla Nû“, li gelek welatên Ewropayê û cîhanê tevgereke xwurt û rexnegîr tê ser qada sînemayê.
Li Firansa û Italya berdevkên vê pêlê li dijî qalibên kevin ku li Hollyvood û li Ewropa hene derdikevin û bi taybetî rejîsorê Fransî, Aleksander Asturc roleke xwiya dilîze.
Di salên 1960 î de di cebheyî sînemayê de guhertin û diyardeya herlî berçav, sînemaya welatên cîhana sêhemîn e. Wek sînema Emerîka Latînî.
Mîna her aliyê jiyana rewsenbîrî, hunermendî û afrênerî, di eniya sînemayê de biçûk û zêde nexwiya be jî di nav kurdan de jî lebit qelqek pêdebûye.
Rejîsor û sînemanasên Kurd diponijin mirov çi kare bike. Li vir û li dera han di vê konferansê û konferansa din de berçav dibin û dengê wan tê bihîstin û êdî filmên ku li ser asta navneteweyî têne ecibandin û xelatkirin jî ketine jiyanê.

Instîtuta Kurdî li Elmanya

Derbar ziman

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply