JACKİE
Serokê Amerîkayê John F. Kennedy, di sala 1963an de, li Dallas’ê ji ber suîqestekê jîyana xwe ji dest dide. Çavê hemû cîhanê li ser xanima serok, Jacqueline Kennedyê ye. Divê Jacqueline di demek kurt de ji vê trawmayê derkeve û hem xwedî li mîrata mêrê xwe derkeve hem jî li cem zarokên xwe serê xwe û malbata xwe bilind bigre.
Fîlm li ser roja suîqestê û amadehiyên cenaze disekine ku Jackie di hevpeyvîna xwe ya li ser kovara LIFE de behs kiriye. Rola Jackie Kennedy Natalie Portman dilîze. Derhêneriya fîlmê Pablo Larrain dike. Digel Portmanê di rolên sereke de Greta Gerwig, John Hurt, Max Casela cih digrin. Çêkeriya fîlmê Darren Aronofsky dike û senaryo jî Noah Oppenheim nivîsiye.
EV JÎ JI KUDERÊ DERKET
Ned bavekî ku him gelekî bi malbata xwe ve girêdayî ye û him jî ji keçika xwe ya Stephanieyê pirr hez dike. Lêbelê keçika wî mezin bûye û hatiye temenekî ku jiyana xwe bi tena serê xwe ava dike. Hezkiriyê Stephanieyê yê bi navê Laird Meyhew heye û roja hevnasîna hezkiriyê Stephanie û malbata wê tê. Lêbelê karekterê ku li bendê ne ew nîn e û Laird karekterekî pirr cûda ye û li gorî malbata wê nîn e. Laird zilamekî ku bi seya pereyên ku li ser înternetê qezenç kiriye, di temenekî ciwan de bûye dewlemend. Lêbelê Laird çiqas dostgir be jî ji ber helwest û tevgerên xwe yên bêhurmetî Ned jê aciz dibe. Lairdî çiqas bêje ez ê di demeke kurt de xwe bi hemû malbata Stephanieyê bidin qebulkirin û destûra bavê wê bistînim û pê re bizewicim jî. Lê laird çi bike bila bike Ned wî wek zava qebûl nake.
Derhêneriya filmê John Hamburg dike. Di rolên sereke de James Franco , Bryan Cranston , Zoey Deutch , Megan Mullally û Griffin Gluck cih digirin. Senaryoya filmê jî ji aliyên John Hamburg û Ian Helfer ve hatiye nivîsîn.
MOANA
Moanaya wêrek, keçika serokê qebîleyekê ye ku li Polenezyaya Kevnare dijîn. Moanaya bêtirs û bihêz e di nava siruştê de mezin bûye û keçikeke bikêf e. Lêbelê ji aliyê nîv-îlahekî Maui ve laneteke tirsnak tê kirin û ev lanet digîhêje heta girava Moanayê jî. Ji ber vê lanetê, êdî masîgir masiya nikarin bigirin, zevî hêj hêşîn nabin hişk dibin. Lêbelê Moana biryardar e ku serî li vê rewşê netewîne. keçika ciwana ku ji Pasîfîka Başûr derketiye rê, armanca wê ji bo dawiyê li vê lanetê bîne, nîv-îlahî bibîne û tiştê ku ji diziye teslîmî wî bike.
Derhêneriya filma anîmasyon Ron Clements û John Musker dikin. Di dengxistinê de Dwayne Johnson , Alan Tudyk , Auli’i Cravalho û Phillipa Soo hene. Senaryo jî ji aliyên Taika Waitti, Ron Clements, John Musker, Pamela Ribon û Jared Bush ve hatiye nivîsîn.