Çend Fîlmê Rojane

IP MAN 3

Ip Manê ku di dawiya salên 1950î de jiyaneke wî ya bextewar hebû, dema ku diçe kurê xwe ji dibistanê bîne, Cheung Tin-chi nas dike. Cheung Tin-chi jî wekî bi Wing Chunê re eleqedar e. Piştî vê naskirina tesadufî di navbera her du bavan de pêwendiyek dest pê dike. Di vê navberê de serokê çeteyeke bi navê Sangê dest datîne ser mal û milkên taxê. Ip Man û xwendekarên wî wezîfeya parastina taxê hildigirin ser xwe. Ji ber vê yekê jî di navbera Ip Man û çeteyê de her ku diçe pirsgirik zêde dibin û Ip Man hîn dibe ku patronê çeteyê  Frank niştecihekî biyanî ye. Çete vê carê jî komek xwendekarên ku zarokên Ip Man û Tin-chi jî di nav de ne, direvînin. Lêbelê plana çeteyê ji aliyê çapemeniyê ve eşkere dibe û plana wan a qirêj naçe serî.

Derhêneriya filmê Wilson Yip dike. Di rolên sereke de jî Donnie Yen, Mike Tyson û patriçk Tam cih digrin.

Pisîka Nebaş Şerafettîn

Di sibeheke meha adarê de, pisîka herî nebaş, dijleheng pisîka nebaş Şerafettîn, bi hevalên xwe mişk Rıza û qaqlîbaz Rıfkı re di amadehiyê menqelê de ne. Lêbelê tiştên ku ew hesap dikin nabe û di heman rojê de Şero ji aliyê bavê xwe Tonguç ve ji malê tê qewirandin û rastî erîşên gelek neyarên xwe tên.  Şero di jiyana xwe de cara ewil evîndar dibe û di ser de jî hîn dibe ku dê zarokekî wî çêbibe. Lê Şero vê yekê qebul nake! Rıza ji van pirsgirikan re çareseriyê dibîne û ji vir pê ve dê ne wekî heywanan, wekî merivan bifikirin!

Senaryo ji aliyê Levent Kazak û Bülent Üstün ve hatiye nivîsandin. Di filmê de Karekterê Şerafettîn, Uğur Yücel bi deng dike. Karakterên din jî ji aliyê Demet Evgar, Güven Kıraç, Okan Yalabık, Gökçe Özyol, Ayşen Gruda, Cezmî Baskın, Yekta Kopan û Ahmet Mümtaz Taylan ve hatine bidengkirin.

Her Tim Yek

Di rolên sereke de Fırat Tanış, Gürkan Uygun, Gökhan Yıkılkan û Tuna Orhan dilîzin. Rahêneriya fîlmê cureya komediyê Ali Yorgancıoğlu dike.

Temel û Dursun li Stenbolê ne

Fîlma ku Îhsan Taş nivîsandî û revebirî jî di cureya komediyê de de ye. Di fîlm de Wilma Elles, Alay Cihan, Hülya Polat, Tahsin Taşkın û Metin Yıldırım cih digrin.

Fîma bi navê Carol jî fîlma din a ku vê hefteyê têkeve vîzyonê ye. 

Derbar Çand Name

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply