Çend Biwêjên Comaniyan

*Ji ‘emrê dexdenoz ve ye
(Ji bo tiştên zehf kevn tê gotin)

*Ê te jî an qews e an bews e
(Gava kesek tiştekî zehf kêm an zêde bike tê gotin)

*Qey mirin e ku ray lê nebî?

*Me çi bi xwe kir rojiya xwe xwar
(Gava yek ji karekê xwe poşman bibî wiha dibêjî)
Carekê em li Antalya dişuxiliyana. Ciyê şixula me hinek dûr bû, em jî bi erebê diçûn liqûntê. Înca rojek operatorê me jî siwar bû bi me re. Operator rehet nedisekiniya û zeqtan li wî hevalê tenişta xwe dida. Ew î heval î jî got “min çi bi xwe kir rojiya xwe xwar, hatim tenişta vî rûniştim”. Ku wiha got, operator piçikek xwe aciz kir û got “ev î çi got, min fehm nekir. Çima hûn bi tirkî napeyivin?”
Min jî li ser vî gotinê wî ya xwe aciz kir û got “Ew biwêj e biwêj, tine tirkiya wî.”

*Heva min jî şekirek xwar
(Gava yek ya xwe şaş bike, tiştekê xelet bibêjî an karekê çewt bike û yekê din jî tinazê xwe pê bike, ew jî dibêjî “heva min jî şekirek xwar, êdî ji te xilas nabim”

*Ya kêçan nal dikin ew

*Ew xwe gû hişk dikin gû
(Ji bo kesên zêde temeh re tê gotin)

*Mîro (mûrî, gêrik) jî jê tehl nabin
(Ji bi kesên nazik û bêzirar tê gotin)

*Kî dikarî piyê xwe bide piyê wan
(Ji bo kesên ku bi aweyekê ji miro li pêştir bin tê gotin)

*Tu dibêy qey nanê gêjê xwariye
(Ji bo kesên xesarok tê gotin)

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply