Çemê Pêrî (Gêxî, Xorxol, Dep)

Li bakurê Çîyayê Şeytên Rasta Çêrme (Yedisu) heye. Dirêjayîya vê rastê li dor 12 û firehîya wê jî di navbera 2-4 kîlometreyan de ye. Çemê Pêrî di nav vê rastê re derbas dibe, berî ku bigîhêje Derbenda Kelxaçê vê rastê bi aluvyonan dinuxumîne. Lewra erdê vê deverê berdar e. Fasûle, genim, ceh, garis û hin zerzewat (sebze) li vir tên çandin.

Ji Çîyayê Baxirê (Koyê Baxirê) Çemê Femê (Baxirê) xwe bera ser vê deştê dide û tev li Çemê Pêrî dibe. Gelîyê vî çemî kûr e lê ne pir asê ye, li derdorên vî çemî zevîyên çandinîyê hene.

Piştî ku Çemê Femê tev lê dibe, Çemê Pêrî di nav Çîyayê Şeytên re derbas dibe û ber bi başûr ve diherike. Heta nêzîkî Gêxîyê gelî û derbendeke kûr û teng çêdike, ev devera ku jê re Çem an Derbenda Kelxaçê tê gotin pir asê ye, qet tu zevî li vê deverê tuneye.

Çemê Pêrî piştî ku Gêxîyê derbas dike ber bi başûrê rojava diherike. Gelîyê çem teng û kûr e, gelek deverên wê asê ne. Li vê deverê ji çîyayên bakurê rojava û Çîyayê Sulbusê (Silpûz, Çîyayên Sulb û Star [1]) gelek av xwe bera ser vî çemî didin. Çîyayê Sulbusê nêzîkî navçeya Xorxolê (Yayladere) ye, her çiqas ji dûr ve pir tûjik xwîya dike jî jorê çîya dûz e û her dem bi berf e. Gelîyê Çemê Xopûsê (Yazgünü, gundê Gêxî) teng, kûr û asê ye. Li başûrê rojhilatê Xorxolê, li ser Çemê Pêrî Bendava Ozluce (Özlüce barajı) hatiye çêkirin. Çemê Pêrî, li derdora gundên Qêçiyan (Kayacı), Hêwedan (Ayvatlı) tev li Kebanê dibe.

Gelîyê Çemê Xopûsê (Yazgünü) teng, kûr û asê ye. Li derdora gelîyê çem gelek rastên piçûk hene. Çandinî li van rastan pêk tê. Genim, ceh û patat (qartol) tên çandin. Patat herî pir li gundê Zêynan (Zeynellî-Navçeya Xorxol) şîn dibe. Darên fêkî jî şîn tên: Gûz, gelek cureyên alûceyan (erîk), mişmiş, tû. Di nav gelî de li hin deveran darên gûzan dibin daristan, gûzên van deveran pir hêja ne; mezin in, qalikên wan zirav in û qinên wan jî spî ne. Li derdora Gêxîyê darên bindeqan (findeq, findiq) jî şîn dibin, Di navbera gundê Qazîkoy (Kadıköy) û Xogas (Dallıca) de gelek darên bindeqan hene. Derdora Gêxî û Xorxolê ji hêla avûhewayê jî balkêş e. Bakurê Gêxî, ber bi Çîyayê Şeytên di meha Gulanê de jî sar û seqem e, berf li erdê ye; lê li gelîyê Çemê Pêrî, li gundê Çemê Zêynê (Surmelikoç), 15 km. li bakurê Depê (Karakoçan) tû digîhêjin, êdî tên xwarin. Heta pembo jî tê çandin.

Ev dever ji ber ku asê ye û darên mazî pir in, herî pir bizin tê xwedî kirin. Gundî havînî derdikevin zozanên nêzîkî xwe. Li başûrê Çemê Xopûsê, li jorî gundê Zêynan (Zeynelli) Rasta Deştê (Gökçedal) ji bo xwedîkirina kerîyan pir baş e.

Her çiqas ev dever ji hêla erdnîgarîyê pir dewlemend be jî nifûsa wê kêm e. Heta Şerê Yekem yê Dinyê û komkujîya Ermenan (1915), nifûsa Ermenan li vê deverê pir bû; Ermen li vê deverê gelê herî dewlemend, desthilatdar û şareza bûn. Piraya navên vê deverê yên Ermenan in.

Gelek erdhej (zelzele) li vê deverê pêk hatinin û hîn jî pêk tên. Ji Gêxî ber bi Kanîreşê û heta Gimgimê (Warto) xetek erdhejê heye ku heta aniha gelek erdhej li ser vê xetê pêk hatinin. Wek mînak; di sala 1949an de li Kanîreşê erdhejek ku magnîtuda wê 7 bûye pêk hatîye û 450 kes mirine.

Germava Golan (Golan kaplıcaları), li rexê Çemê Pêrî, li derdora Kerboz (Kuşbayırı, gundê Depê) dimîne, rêya Elezîz-Çoligê di vir re derbas dibe.

Abdurrahman Onen

[1] Andranîk, Dêrsim, Weşanên Deng, 2009, Stenbol.

Derbar ziman

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply