Çemê Mûnzûr, ji binê Girê Mûnzûr Baba yê li ser Çîyayê Mûnzûr dest pê dike, di nav Deşta Zeranîgê re derbas dibe û dikeve nav gelî û derbendên kûr û asê. Çîyayên Dêrsimê bi gelek gelî, newal û latan ji hev dixîne; ava gelek çeman hildigire. Li başûrê Mamekîyê digîhêje ser Çemê Xarçîk û ber bi başûr ve diherike, piştî bendava Ûzûnçayirê diçe ser Kebanê. Li herêma Dêrsimê, çemê herî mezin û navdar Çemê Mûnzûr e ku bi masî û zelalîya ava xwe pir bi nav û deng e.
Li bakurê rojavayê Deşta Zeranîgê, li pala Çîyayê Mûnzûrê, li derdora Gundê Jare (Ziyaret) Kanîyên Mûnzûrê (Çimê Mûnzûr Bavayî, Munzur Baba Gözeleri) hene. Tê gotin ku berê 40 heb kanî hebûne. Ava ku ji van kanîyan derdikeve wek şîr sipîboz e, bi kef û bi tazyîk dipijiqe, li jêr digîhêje ser hev û dibe destpêka Çemê Mûnzûrê. Dirêjahîya Mûnzûrê, ji destpêkê heta Pûlûrê 17 km û heta Dêrsimê jî 80 km ye.
Li derdora Gundê Zeranîg, li her du alîyên Mûnzûrê darên meşcereya hûş (huş meşceresi) şîn dibin, ev dara ku pir kêm tê dîtin hêşînahîya li vir dewlemendtir dike.
Germahîya avê di mehên zivistanê de 0-4 oC, di mehên havînê de jî 18-20 oC ye. Di ava Mûnzûrê de herî pir masîya deqsor (alabalık) heye, wekî din jî hin masî dijîn.
Çemê Mûnzûrê piştî ku di başûrê Pûlûrê re derbas dibe, ber bi rojhilat ve diçe, Çemê Solhesen (Derê Solhesen) û Çemê Mircan (Derê Mircon) li derdora Çexperî (Güneykonak) tev li Mûnzûrê dibin. Ji vir pê ve Mûnzûr berê xwe dide başûr û dikeve nav gelîyên teng, kûr û tîk. Derê Qerqû li başûrê rojavayê Mamkirekê (Çayüstü), li nêzîkî Sorşîvenkê (Kazanç, mezra Dewa Sûre) tev li Mûnzûrê dibe.
Çemê Axpanos (Derê Axpanos) ji sînorê Pîlemûrê, ji derdora Bîrmanê (Eskigedik) dest pê dike, di ber Merga Sor (Kızılçayır), Veroc (Eğimli) û Çerxatê (Çambulak) re derbas dibe û li başûrê rojavayê Zaxge (Sarıtaş) tev li Mûnzûrê dibe.
Derê Bor û Derê Gînîye li ber Borgînîyê (Çıralı) digîhêjin ser hev û wek Çemê Laçê (Derê Laçî) li devera Vankê (Darıca, mezreya Halvorî), tev li Mûnzûrê dibe. Cîyê ku Laç tev li Mûnzûrê dibe pir asê ye, hek mirov pir nêzîk nebe devê Çemê Laçê xwiya nabe. Li deverên ku gelîyê çem teng û tîk dibe kanyonên pir balkêş çêdibin. Laç di ber Zaxge (Sarıtaş) re derbas dibe û tev li Mûnzûrê dibe, ji ber vê yekê ji vî çemî re Çemê Zaxge jî tê gotin. Derê Sala Sûre ji sêkoşeya sînorê Xozat, Pûlûr û Mamekîyê dest pê dike, di ber Xaçelîyê (Keçeli, mezra Ebasû ye) re derbas dibe, ev çem piştî ku Mûskûragê (Eğriyamaç, gundê Mamekî) derbas dike bi navê Çemê Avgasor (Ballı Deresi) li nêzîkî Çimê Halvorî (Kanîyên Halvorî) tev li Mûnzûrê dibe. Laç, Avgasor û Çimê Halvorî li pê hev rêz dibin.
Mûnzûr di rojhilatê Halvorî (Karşılar, gundê Mamekî/Dêrsim) re derbas dibe, berî ku bigîhêje rêya Pîlvankê (Dedeağaç), li dora girekî bilind yê li jêrê Sîlîçê (Dilek, gundê Mamekî) dimîne fitlekeke wek herfa ‘U’ çêdike, ev gir û çîyayê li paş vî girî wek nîvgiravekê di nav Mûnzûrê de dimîne û dîmenekî xwezayî yê pir xweşik çêdike. Mûnzûr gava ku li dora vê nîvgiravê dizîvire, zinarên li hember, yên li hêla Halvorî dimînin jî bi hemû hêza xwe vediroje, ji van zinarên ku Çemê Mûnzûrê ew verotine re Kemerê Areyî tê goton.[1] Sîlîç li bakurê rojhilat û Henîyê Dizdû (Pınar) jî li başûrê rojavayê vê nîvgiravê dimînin. Derê Xorî li texma Paxê Havîgî, ji hêla rojhilat ve tê tev li Mûnzûrê dibe. Mûnzûr piştî ku vê nîvgiravê derbas dike Pîlvankê li rojhilat û Paxê Havîgî jî li rojavayê xwe dihêle û ber bi Mamekîyê ve diherike.
Berî ku Mûnzûr bigîhêje navenda bajêr bi 7 kîlometreyan Germava Ana Fatma heye, li vir avahîyeke mayin, xwarin û vexwarinê heye. Ava germavê ji kanîyekê derdikeve, debîya avê 3 lt/sn, germahîya avê 25 oC û PH jî 6,5 e.
Xarçîk li başûrê Mamekîyê tev li Mûnzûrê dibe, piştî ku Xarçîk tev lê dibe Mûnzûr ber bi başûr ve difitile û ber bi Kebanê ve diherike. Çemê Dînaro li bakurê Turuşmegê tev li Mûnzûrê dibe. Nalê Rebetê (Rabat Deresi) ji nêzîkî Hopika Xozatê dest pê dike, di nabêna Çemçelî û Çixêkê re derbas dibe û li başûrê Turuşmegê tev li Mûnzûrê dibe.
Li başûrê Mamekîyê û li rojavayê Mazgêrdê, Bendava Ûzûnçayir (Uzunçayır barajı) li ser Çemê Mûnzûr hatiye çêkirin. Berî ku bendava Kebanê ewqas fireh bibe, li derdora Wasgîrt (Çalıözü, gundê Pêrtagê), Çemê Pêrî tev li Çemê Mûnzûr dibû. Lê anuha berî ku bigîhêjin hev her du jî tev li Kebanê dibin.
Li ser Çemê Mûnzûrê spora raftîngê pêkan e, bi taybet ji Kirmela Cêrî heta Zaxge (Sarıtaş, gundê navendê) û Halvorî ji raftîngê re maqûltir e, dirêjahîya vê deverê li dor 20 kîlometreyan e.[2]
Abdurrahman Onen