Çemçîrokên Çayekê

Duhinî min kîlok çaya qaçax bi 55 lîrayan kirrî. Buha hat bi min. Esnaf dibêje ”ti qezenceke me têde tune, em buha dikirin buha difiroşin.”

Li gor gotina esnafan, sedema vê buhabûna çayê herba li Sûrîye û Îraqê ye. Qey loma qedehek çaya li kafeyên Ofîsê ji lîrayekê rabû du lîrayan.

Meriv dikare bêje erzanîya wextekê jî tehmek dixistîye qaçaxîya çayê, bes êdî ne wisa ye: Kîlok çaya Tirkan niha bi 25 lîrayan e, lê ew jî îş ku devê meriv ji ya qaçax veçerixe dagere ser wê.Çaya Tirkan cara siftih min li Stenbolê kir devê xwe û heta ku min li qehwexaneyeke Farqînê çaya Tirkan vexwar jî min digot qey li seranserê bakurê welêt çaya qaçax tê vexwarin.

Cerku qeyûm tayînî şaredarîya Sirûcê kirine, çayciyê wê derê êdî yek qaçax yek ya Tirkan du çayan dide ser.

Li derên din çitonî ye nizanim, lê li Sirûcê dema malek diçe serîyekî li nexweşekî dixe, li gor hikmê xwe, di destê xwe de kîlok yan du kîlo çay dibe. Di van salên dawî de, di serdanan de modeya birina kolîyek kola jî destpê kir, lê çay hîn jî minasib û giranbuha tê dîtin.

Dema şêniyê Kobanîyê bi herbê re derbazî Sirûcê bû, çaya me çêdikir bi wan ecêb dihat. Çinku wan di tek misîneke mezin de av dikeland, çay diavêt ser, paşê şekir dixist wî misînî, bi kevçîyeke şîvê av û çay û şekir li hev dixist û wisa çaya xwe bera qedehan dida.

Ji şênîyê Kobanîyê re edeta çaya Sirûclîyan, yanî misînekî avê, jê cihê demlikeke li ser, kaseyeke şêkir û kevçiyên çayê ”wişşşşş xûçê, win xwe diezibînin”ê bêhtir ne tiştek bû.

Çaya ku ji şênîyê Kobanîyê re çaxa wan hidûdê Tirkîyê derbaz kiribû jî nebûbû ya qaçax, bi edetên kelandinê yên cihê re qaçax bûbû.

Wexta ez nû bi nivîsandina Kurmancî ketibûm, hevalên ku bêmane ez wek ferhengeke Kurdî-Tirkî didîtim, her cara ku dema çay vedixwarin û tehm bi devê xwe dixistin, bi pirsa ”Ê de bêje, madem tu bi Kurmancî yazî dikî, çaya qaçax bi Kurmancî çi ye?” re ez dixistim şevên bêxew.

”Çaya revok”, ”çaya bidizîhatî, ”çaya neyawekîyatirkan”, ”çaya kurdan, ”çaya mişextî” û bi alîkarîya ferhengan bi dehan navên din yên min ceribandin, ti carî tehma ”çaya qaçax” nedan û ez jî ji tinaz û teresîyên wan hevalan bi salan nefilitîm.

A min diya min ez elimandim çayê, û edetekê jî: Rojekê esir, em li mala xalanekî min î ku em pir bi ser hev de nediçûn nedihatin bûn. Ku me çay vexwar, min ji diya xwe re çav qirpand ku em rabin, wê jî li min nihêrî û bi dizî awirek avêt ser sînîya ku qedehên çayê yên ku li bini nîvqurtek mabûn û misîn û demlika li ber.

Ji îşareta diya xwe ez serwext bûbûm ku lazim e em hewşekî din rûnin, lê min sebeb fehm nekiribû. Ku sînî û misîn û demlik hatin rakirin, diya min hema hêza xwe kir û em rabûn derketin. Min ji diya xwe re go ”Seba çi em werga çişkî din rûniştin?”, go ”Ko we li derekê çay vexar, heta mazûbên misîn û qedeh ji ber we ranekir nebir ramebin, ne xaş e”

Dinê sar e, li kafeyeke Ofîsê, li hêla derva rûniştime. Diqedînim çaya xwe û lazim e rabim herim, lê heta ku garson tê qedeha vala ji ber min radike, ji şûna xwe nikarim bilivim.

Çiriya Paşîn 2017, Ofîs – Dîyarbekir
Perxudres.blogspot.com.tr

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply