Çarşem , Kewçêr 18 2017
Malper / Forum / Nivîsxane / Çêleka Zer

Çêleka Zer

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran.

Keçikek hebû. Navê wê Eyşê bû. Di piçûkatiya we de dayîka wê mir. Çêlekeke wan hebû, ji ber ku bi şîrê wê mezin bibû jê re digot dayê. Bavê keçikê jinek ji xwe re anî. Keçikekê wê jinikê jî hebû. Jinbavê ji keça xwe gelekî hezdikir. Hemû karê giran bi Eyşê dikir. Tu hevalên Eyşê nebûn ji çêleka zer pêve. Jinbavê ji bo çêrandina çêlekan Eyşê dişand zozana. Dema ku Eyşê diçû ber çêleka jinbava vê ta û singig didanê û digot ji me re fanêre çêbike. Çêleka zer, çêlekên dî diçêrandin û Eyşê bi ta û singig fanêra dihûnand. Her roj fanêreyek dihûnand. Jinbava wê çavnebarî lê dikir. Rojekê ji keça xwe re dibêje tu here ber çêlekan. Keça jinbavê çû ber çêlekan. Dest bi hûnandina fanêra kir. Dema ku çêleka zer dît keça jinbavê dest bi fanêra kir erîşî çêlekên dî kir.

Berê her çêlekekê dida deverekê. Keça jinbavê heta evarî çêlek bi darê zorê kom dikir. Êvarî bi girî hate malê. Hê rêzek ji fanêrê xwe çênekiribû. Dayîka wê jê pirsi:

– Çîma te fanêrê xwe çênekir?

Keçikê got:

– Çêleka zer da pey çêlekên dî. Heta min êw gihandin hev bû êvar.

Jinbav dîsa hişt ku Eyşê herê ber çêleka. Rojekê bi dizîka li pey şopa Eyşê diçe. Ji bo ku raza vî karî fêmbikê. Dibîne ku dema keçik dest bi hûnandina fanêra dike çêleka zer çêlekên dî didê çêrandin. Ev bûyer gelekî li zora jinbavê diçe. Ji ber vena jinbava wê ji Eyşê heznedikir. Bi hêrs tê malê. Jinbava keçikê rojeke xwe nexweş dike û ji mêrê xwe re dibêje:

– Ez nexweşim. Dilê min diçê goştê çêleka zer.

Merik dibêje:

– Temam emê ji bo te çêlekeke dî bigurênin.

Jinik dibêje:

– Na. Dibê goştê çêleka zer be.

Merik dibêje:

– Tu dizanî keça min pirr ji wê çêlekê hezdike. Ezê ji te re çêlekekê dî bigurênim.

Jinik ya xwe bi ser ya mêrê xwe dixe. Merik ji bêçaretî daxwaza jina xwe bi cih tîne. Ji bêçaretî merik biya jina xwe dike. Keçik ji bo vê biryarê gelekî xemgîn dibe û digirî û dibêje:

– Çima hûn dayîka min dikujin?

Çêlek ji keçikê re dibêje:

– Dema ku jinbava te goştê min bixwe yê tamake nexweş û tahl jê were û dema ku tu bixwê yê tameke gelek xweş jê were. Dema ku te goştê min xwar hestûyen min neavêje, li devereke zeviye veşêre. Dema ku ji te re pêwist bû were derxe, tiştê ku tê bixwazê yê daxwaza te bê cih.

Rojekê şahiyeke kurê mîr çêdibe. Jinbav û keçika xwe diçin dawetê. Eyşê li malê dihêlin. Eyşê diçê nav zêviye hestiye çêlekê derdixe. Dibînê ku hemû hestî bunê cilên zêr. Cilên xwe li xwe dike û pêlavên xwe dixê piye xwe û diçe şahiye. Keça jinbavê ji dayîka xwe re dibêje:

– Daye ev keçik çiqas dişibe Eyşê.

Jinbav dibêje:

– Ew ji ku visa xweşik û bedew tê?

Dema zava çav li Eyşê dikeve dil dikeve keçikê. Dixwazê bi keçike re bizewice. Ne bidileki bi deh dila dil dikevîye. Keçik piştî ku demekê li dawetê dimine tê malê. Li malê ji bo ku heywana av bide diçe ber bîrê. Dema ku xwe ditewêne ferek pêlava vê dikeve bîrê. Duvre jinbav û keça xwe ji dawetê tên malê. Dibînîn ku Eyşê karê xwe dike.

Rojekê kurê mîr tê serê bîrê ku hespê xwe avde. Dibîne ku ferek pêlav dinav ava bîrêdeye. Wê fera pêlavê derdixe. Tê hişê wî ku ev pêlav ya keçika ku hatibû şahiye. Kurê mîr dibêje:

– Ev pêlav li piyê kê werê ezê pê re bizewicim.

Li her çar aliye welat digere. Keçikên ku ve bûyêrê dibihîsin ji bo ku pêlav li piyê wan were tiliyên piyê xwe jêdikin. Lê dîsa li piyê tu kesî nayê. Kurê mîr tê mala Eyşê. Keça jinbavê xwe dide pêş, pêlavê li piyê xwe diceribîne. Çi dike nake pêlav li piyê wê nayê. Di dawîye de bangî Eyşê dikin. Jinbav û keça xwe ji vê bangê pirr acizdibin. Lê dema ku kurê mîr pêlavê li piyê Eyşê digre, dibîne ku pêlav tam li gora piyê Eyşê’ye. Kurê mîr bi vêna gelekî kefxweş dibe. Mîr tê keçike ji kurê xwe re dixwaze. Keçikê didine kurê mîr. Heft roj û heft şeva dawetê dikin.

Rojekê keçik tê malbavan. Jinbav dibêje:

– Ezê serê te bişom.

Eyşê dibêje:

– Ez mezin bûme, zewici me tê çawa serê min bişoyî?

Bi zorê jinbav keçikê dibe serşokê û serê wê dişo.

Ji bedela şeh de pora keçikê bi derziya dişkîne. Xwîn ji serê keçikê diherike. Keçik dibêje:

– Ya Xwedê! xwezî ez bibûma çûkek û ji destê jinbava xwe xilas bûma.

Wê kêlîkê dibe çûk û difire diçe baxçê mêrê xwe. Mîrzade tê malbavana jina xwe ji jinbava xanima xwe dipirse:

– Kanî jina min?

Jinbava keçike dibêje:

– Ez nizamin.

Piştî ku mîrzade jina xwe nabîne, jinbava jina wî keça xwe dide mîrzade. Eyşêya reben a ku bûye çûk difire te bexçe mîr. Dibînê ku bexçevan dara avdidê. Çûk li ser darê bi baxçevan re diaxive. Bexçevan tê rewşa çûk ji mîrzade re dibêje. Mîrzade dibêje:

– Herin wî çûkî bînin.

Çûk ji bexçevan çakete wî dixwaze. Baxçevan çakete xwe dide û çûk tê xwarê. Çûk çaket li xwe dike. Dema ku çakêt li xwe dike, dibe keçik. Baxçevan diçe rewşê ji mîrzade re dibêje. Mîrzade tê û digihejê pîreka xwe. Duvre jinbav û keça wê dikujin. Mîrzade û jina wî bi dilşadî jiyana xwe didomênin.

Ê ku bîrê ji bo hevalê xwe bikole, berî hevalê xwe ew dikeve wê bîrê.

Çîroka me li diyaran,

Rahmet li dê û bavên guhdaran,

Ji xeynî şeytanê qûlên dîwaran.

  •  [10+] Ji bo zarokên 10 salî û berjortir de.
  • Herem: Nisêbin
  • Sal: 2005
  • Berhevkar: Dilazad A.R.T – Lêkolîner / Folkrorist

Hûn dikarin van nivîsan jî bixwînin.

Mele û Keşe

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Li gundekî …

Leave a Reply

%d bloggers like this: