Cejna Zimanê Kurdî – Nasır KEMALOĞLU

Ji ber ku 15’ê Gulanê roja salvegera weşandina kovara Hawarê ye, ji sala 2006’ an vir de, her sal 15’ê gulanê wek cejna zimanê Kurdî tê pîrozkirin.15’ê gulanê 1932’ yan de kovara Hawarê bi tîpên Latînî hat weşandin û her wiha 31 tîpên Latînî ji alîyê Celadet Bedirxan wek alfabeya zimanê Kurdî bi taybetî ya zaravayê Kurmancî hat dîyarkirin. Hemû nivîs, weşandin û çapkirin ji vê tarîqê vir de, bi taybetî ji alîyê Kurdên Bakûr (yên Tirkîyeyê) ve bi alfabeya Hawarê hatine çêkirin.

Nasır KEMALOĞLU
Nasır KEMALOĞLU

Civak bi ziman, çand, dîrok û jîyanek hevbeşî û bi axa li ser dijîn dibin netew. Di nav van nirxên hanê de nirxa  herî girîng ziman e. Ziman hebûn û tunebûna netewan e. Zimanê me heta îro di saya serê mezinên me de di nav dijwarî û qedexeyan de xwe parastî ye û bi dewlemendî û rengînîya xwe û her wiha hebûna xwe berdewan kirîye.

Civakên ku zimanê xwe neparêzin û rûmetê nedin zimanê xwe, di bin bandora ziman, çand û hunerên din de dimînin û ji çand, huner û her wiha ji zimanê xwe (û ji xwe) bîyanî û dûr dikevin. Divê, em îro di mal û malbatên xwe de, di hemû qadên jîyanê de û di sazî dezgehan de bi zimanê xwe qise bikin û zimanê xwe bikar bînin. Me çawa ji dapîr û bavpîrên xwe û ji dê û bavên xwe pêmayî girtîye pêwiste ku em jî ji girtina mezinên xwe xurttir û geştir ji zarokên xwe re bihêlin.

Parastina ziman bi avêtina sloganan û bi pîrozbahîyên çend rojan nabe. Va roja hanê wek sembol e. Lê belê bi ruh, mêjû û jîyanek Kurdayetî her roj dibe roj û cejna zimanê Kurdî. Gelo em hemû Kurd bi jîyanek kurdayetî dijîn? Bi mal û malbatên xwe û zarokên xwe re Kurdî diaxivin? Gelo kêmasîyên me di parastin û bikaranîna ziman de he ye? Eger he be em bi xwe xwerexne dikin? Çi bê ser me û berpirsîyarîya me çi be em tînin cî? Eger bi wîjdanî em bersivên van pirsan bigerin û bidin, pirsgirêk namîne.

Bilêvkirin û xemlên sloganan me xilas nake! Bîyanîyek ji bo Kurdî bibêje: “Ez fêm dikim lê nikarim qise bikim.” dibe. Lê belê em ji bo zimanê xwe wisa bibêjin qet nabe! Mixabin yên ku zimanê xwe qise nakin û ji çand û hunera xwe dûr dikevin axirîya emrê xwe de di nav tenêbûn û bêkesîyê de wek darek bê pel û bê şax dimînin.

Eger em landikên zarokên xwe bi lorî û newayên Kurdî nehejînin, tehma zimanê xweyê şirîn û şekir nedin wan û di nav kevneşop, çand û hunerên xwe de mezin nekin, em dibin sedemên biyanîketina Kurdî û Kurdayetîyê. Pewiste ku hemû Kurd piçûkên xwe ji lêzim û dorhêlên xwe dûr nexînin. Divê meriv firsenda destgirtin û şabûna pîrik û kalikan, mam û metan, xal û xaletan bide piçûkên xwe û her wiha ruhê xwemalîyê bide wan.

Ji hebûna zimanan vir de Kurdî he ye û ewê her he be! Em hinek Kurd li zimanê xwe xwedî dernekevin û qisenekin jî wek rû û rûmeta xwe neparêzin jî Kurdî winda nabe!

Zimanê me dijî polîtîkayên asîmîlasyon û qedexekirinê li ser xwe sekinîye û hebûna xwe berdewam kirîye. Êdî wek berê nîn e. Îro Kurdî ji alîyê bîyanîyan ve tê hînbûn û hînkirin. Di qadên înformatîkê de tê bikaranîn û bi kurtasî meriv dikare bibêje “ Kurdî êdî bûye zimanek hevkare yê dinyayê ”.

Cejna Zimanê Kurdî wek sembol e. Sembola dewlemendbûn û pêşketina zimanê me ye. Ez daxwazên  xwe yên “ di nivîsên zimanê me de bikaranînek-bi rêzik û qeyde û bi hîmê rêzimanî-hevbeş û hevkar bi dil û can tînim ziman.

Kurdî di nav zimanên şaristanîya Mezopotamyayê de cî girtîye û di vekolînan de berhemên bi zimanê Kurdî roj bi roj derdikevin holê. Ez bawerim bi zimanê me di pêşerojê de di qadên çand û hunerê de xebat û berhemên herî girîng û giranbiha ewê derkevin holê.

Zimanê me zimanek qedîm û dîrokî ye û xwedanê şaristanîyek mezin e. Di hinek malper û weşanan de 15 gulanê re dibêjin “Roja Zimanê Kurdî.” Lê belê  ji ber ku wateya qedîmî û dîrokîya zimanê me teng dike ez pêşnîyar dikim ku ji alîyê her kesî ve herdem û di her qadê de 15 gulanê wek  “Cejna Zimanê Kurdî” bê binavkirin baştir e.

Cejna Zimanê Kurdî li me hemû Kurdan pîroz be!

Nasır KEMALOĞLU – BasNûçe

Derbar Rêvebir

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply