Cejna Remezanê

 قَدْ أَفْلَحَ مَنْ تَزَكَّى (14) وَذَكَرَ اسْمَ رَبِّهِ فَصَلَّى (15) ألأعلى

Bawermendên birûmet!

Îro yek ji du cejnên Îslamê, Cejna Remezanê ye. Mizgînî ji we re be, ku we emrê Xuda Teala anî cî, rojiya xwe girt,terawîhên xwe kirin, sedeqeyên xwe yên fitrê dan, dilê xwe bi vî hewayê menewî dagirt û di sibeha vê cejna pîroz de we berê xwe da mizgeftê da ku hûn şikrê nimeta Xuda li we kirî ji stûyê xwe derxin. Vê Cejna Remezanê li we û alema Îslamê pîroz dikim. Hêvîdar im ku bibe wesîle ji bo aştî,aramî û ewlehiyê

Misilmanên birûmet!

Ez dixwazim di xutba xwe ya vê Cejna Remezanê de çend ji hedîsên pêxemberê me Muhemmed Mistefa ji we re pêşkêş bikim. Ew wiha dibêje: “ Min ji we re du tişt hiştine. Bêguman çi gava hûn xwe bi wan bigirin, tu carî şaş nabin. Kitêba Xuda û sineta Resulullah e.”[1] “Qencê însana ew e ku temenê wî dirêj û kiryarên wî qenc be. Neqencê însana ew e ku temenê wî dirêj û kiryarên wî  neqenc be.”[2] “ Yek ji we heta tişta ji xwe re dixwaze, ji birayê xwe yê misilman re jî nexwaze nayê gotin ku îman aniye.”[3] “Ez bi wî kim ku nefsa min bi destê qudreta wî ye, heta îmanê neynin hûn naçin bihiştê, heta hûn ji hev jî hez nekin nayê gotin ku we îman aniye. Ma ez tiştekê ji we re nebêjim ku gava hûn bikin hûn ê ji hev hez bikin! ‘’Silavê di nav xwe de belav bikin.”[4] “Hesedê ji hev nekin, hev nexapînin, kînê bi hev re nekin, danûstandineke we ya ku li ber qedandinê be li hev xira nekin. Ey bendeyên Xuda ji hev re bibin bira. Misilman birayê misilmanî ye, zilmê lê nake, wî bê alîkarî nahêle û bi çavekî piçûk lê nanêre (wî kêmê xwe nabîne) Teqwa di vir de ye.( Îşaretê bi bal singê xwe ve dike) Ew guneh tenê besî wî kesî ye ku birayê xwe yên misilman kêmî xwe bibîne. Xwîn, mal û namûsa misilmanan li ser hevdû heram e.”[5] “Ew kesê cîranên wî ji şerê wî ne di ewlehiyê de be, naçe bihiştê.”[6] “Ew kesên têkilî û pêwendiyên xwe ji xizmên xwe qut bikin, naçin bihiştê.”[7]  Ew kesên fesadiyê bikin, naçin bihiştê.”[8]

Misilmanên birûmet!

Ev hedîsên pêxember didin xuyakirin ku aramiya civakê girêdayî xêrxwazî, biratî û hezjêkirinê ye. Pêxemberê me dibêje: Ew kesê qîmet nede mezinên me û ji piçûkên me re jî ne dilbirehm be ,ew ne ji me ye. Nexwe pêwîst e em qîmetê bidin mezin, cîran û xizmên xwe û cejna wan pîroz bikin û dilê sêwî û feqîran jî xweş bikin. Bila em baş bizanin ku ew temenê me yê ku li dijî jiyana Îslamê me derbas kirî, di ziyanê de ye. Em bi hev re soz bidin ku di vê Cejna Remezanê de di bin siya îman û Quranê de bijîn û li ser şop û rêça Resûlê Xuda Muhemmed Mistefa  bimeşin û di vî der barî de jî ji Xudayê mezin alîkariyê bixwazin.  Ez xutbeya xwe bi wateya ayeta min di serê xutbeya xwe de xwendî, diqedînim:” Bêguman ew kesê ku xwe (ji gunehan) paqij bike xilas bûye.(14) Navê Rebê xwe bi bîr bîne vêca nimêj jî bike.(15)”[9] Em jî ji bo riya xilasbûnê kar bikin da ku bigihîjin mizgîniya Xudayê mezin

 

Mele Cewadê Girdarî

candname.com

[1] Îmamê malik (muwete’) et-Tac c.1 r.47

[2] Tirmizî et-Tac c.5 r.169

[3] Riyadussalihîn c.1 hejmar 234

[4] Muslim, Ebu davud û Tirmizî et- Tacc.5 r.244

[5] Tirmizî 276

[6] Muslim et-Tac c.5.r.15

[7] Buxarî û MUslim

[8] Riyadussalihîn 1565

[9] El-E’LA

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 28

Ayeta Rojê بِسْمِ اللَّهِ الرَّحْمَٰنِ الرَّحِيمِ اِذَا زُلْزِلَتِ الْاَرْضُ زِلْزَالَهَاۙ 1. وَاَخْرَجَتِ الْاَرْضُ اَثْقَالَهَاۙ 2. …

Leave a Reply