Cegerxwîn û Helbesta di Pesnê Barzanî de

Di roja 14/3/2020an de (117) sal di ser rojbûna Barzaniyê nemir, bavê netewiya Kurdî re derbas dibe.. Îsal jî, wek her salê, min xwest tiştekî li dor vê roja pîroz binivîsim.. tiştekî nû binivîsim.. Ramiyam û ponijîm, li arşîv û bîranînên xwe vegeriyam, rehmetiyê Mela Hemdî Selefî hat bîra min. (Mela Hemdî şahidekî meydanî bû ji gelek bûyerên şoreşa Ilon û Gulanê re..). Her ku Mela Hemdî dihat Qamişlo em çav bi hev diketin; ji me re behsa Barzaniyê nemir, Idrîsê leheng, şoreşa Ilonê û Gulanê dikir.. behsa beşdariya kurdên Rojava, Rojhilat û Bakur di şoreşê de dikir.. behsa helbestvan Hejarê Mukriyanî, seydayê Cegerxwîn û Sebrî Botanî dikir.. Carekê ji me re behsa kongreyê 8an yê Partî, sala 1970î, li Nawperdan kir û got; Seydayê Cegerxwîn jî mêvan bû di gongir de û helbestek di pesnê Barzanî de xwend..

Di sala 2008an de li ser daxwaza Wezareta Rewşenbîriya Hikumeta Herêma Kurdistanê, min jî digel gelekan ji nivîskar û rewşenbîrên Kurdistanî yên naskirî, beşdarî di Festîvala Seydayê Cegerxwîn de li Hewlêrê kir. Di wê festîvalê de pirtûkek bi navê (Cegerxwîn; gulbijêrek ji helbestên wî), ji berhevkirina Heval Zaxoyî û Evraz Husên li me belav kirin. Gotin ev helbestên bijarte ji arşîvê Cegerxwîn û kongreyê 8an hatiye girtin.. -Di wê festîvalê de hin destxet û cilûbergên Cegerxwîn min û rehmetiyê Rezoyê Osê, li ser daxwaza kurê wî Kesrayê Cegerxwîn me bi xwe re biribûn festîvalê û di pêşangeha festîvalê de hatin raxistin- Ev helbesta Cegerxwîn ya bi navê (Qiblegahê Şairan) digel van gotinên ku herdû nivîskaran di pêşiya helbestê de nivîsandine, belav kirine: (Li havîna sala 1970, li Nawperdan ev helbeste hatiye vehandin, ku wê demê seyda Cegerxwîn mêvan bûye li kongirê 8ê yê Partiya Demokrata Kurdistanê/Iraq).

Fermo, eve helbesta (Qiblegahê Şairan) bi temanî, ya ku Cegerxwîn di pesnê Barzaniyê nemir de gotiye:

(Serwerê alî cenab, Kurd tev bin fermana te bin

Koreş û Dara û Cem, her dem di pêwana te bin

Leşkerê Kurd û Ereb, her dem dibin darê te bin

Sêsed Riza xan û Kemal, tim bi qurbana te bin

E’mrê Keykawîs bikî, wek Omerê adil bijî

     Cahîdo la tiqnîto (جاهدوا لا تقنطوا), tim remz û nîşana te bin

Tali’ (طالع) û pextê spî, tim rêber û dostê te bin

Es’ed û Se’d û Se’îd, her dem di fermana te bin

Rayetên nesra mûbîn, raserî hêzên te bin

Ayetên fetih û nesir, herdem ji Barzana te bin

Sor û Lor û Gor û Kurmanc, leşkerên hêzên te bin

Sed wekî Îdirîs û Mesûd, tim di rêzana te bin

Gêj û jarim ez nikarim, zêde pesnê xweş bidim

Faris û Rom û Ereb, serkûpên eywana te bin

Piştî Kurdistan xilas kî, qiblegahê şairan

Sed Cîgerxwîn û Hejar, demsazên dîwana te bin).

 

Konê Reş/ Qamişlo 12/3/2020

 

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply